10 Aralık 2010 Cuma Saat 07:32
Koçberıya Ji Şeraniş û Bihêrê Ber Bi Bêsıvê ve
Ji ber vê zilm û zordariya TC’ê û cih nedîtina NY me bi hinek Mesihiyên li herêma Bêsivêre bi awayekî veşartî me hevditinek çekir, ji bo cehdayina vî gele penaber wan jî ev daxwaza me pejirandin. Lê piştî kû TC û NY ev hevdîtina me bihist bi destê hêzên herêmê yani PDK`ê gef li wan kesên ku hevditin bi mere çêkirin ji bo ku cih nedin me û me ev tişt bihist. Lê ji bo ev kes nekevin bin bandorê û zextan de em di şeva 12/09/1994`an bêy ku agahiya hêzên herêmê û NY jî jê çê bibe, bi şev ev gelê penaber û serhildêr ketin ser rê û hatin Bêsivê bi cîh bûn. Dema hêzên herêmê serê sibê berê xwe dane gelê koçber ku li vê derê bi cih buye ,matmayi man. Ji ber ku ne di karin gel ji wir derbixin ,cardin dest bi zilm û zordariya xwe kirin.
Dema em hatin Bêsivê tu derfetên me tune bun.Heya ava vexwarinê ji li wir tune bu.Ji ber êrişên hêzên herêmê me ne dikari ji herême derbikevin. Ji ber ku wan çûyin û hatin ya ji derve li me qedexekirî bu. Li di jî van zextan gel bi derfetên xweyên kêm dest avêt ji bo peydakirina av vexwarinê. Li nezî wargehê birek ya ku lawiran jê av di vexwarin me ji di vexwer av jê diani û pêdiviyên xwe yên pêwist pêk di ani. Piştî vê yekê NY ji me xwestin ku em bên Geliyê Qiyametê. Lê ji ber ku, em ne amedebûn û me dever nasne dikir, me ev pêşniyar di despêkêde ne pejirand. Lê ji ber ku me ev pêşniyara wan ne pejirand, NY ew alikariya bi mere dikir ew ji qut kir. Gelê penaber û berxwedêr du mihan di bin ambargoyêde man. Piştî van hewldan û zordariyan hemuyan heyetek ji gele penaber bi nûnerên NY re çûn geliyê Qiyametê lêgerînek pêk anîn û piştî heyet vegeriya di 7/10/1994 `an de ji aliyê gelê berxwedêr ve çuyina Qiyametê hat pejirandin. Heta NY bi tehdidan gotin ku “ger hun neyên Geliyê Qiyametê emê xwe ji nav we bikşinin. Lê pişti ku me biryara xwe ya çuyinê eşkerekir, di 03/11/1994`an de jibu hatina geliyê Qiyametê bi rêketin.Lê disa beşek ji me di bin berf û baranek zêdede, bê derfet li herêma Besivê man. Ji bo ku me ji hevdu qut bikin bi bihaneya li Geliyê Qiyametê cih ne maye ji beşa mayire ji hat gotin kû emê we bibin deverek ku bi navê Etruş. Ji bo em ji hevdu qutnebin me di despêkêde ev biryara wan ne pejirand. Lê dema me dit ku ew ji biryara xwe na vegerin, ji bo bi cîhbûna Etruşa nêzi nîv demjimêr ji Geliyê Qiyametê dur ji ber ku şert û mercên me tune bûn me ev pêşniyara wan pejirand. Beşa gel ya li Bêsivê mayi di meha çileya 1995`an de hatina Etruşê pejirandin û beşa gel ya mayi li Etruşê bicih bû û em mina du wargehan ji hev hatin cudakirin. Me li van herdu wargehan dest avêt jiyaneki nu.
Erdal Ürek
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info