KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Polİtİk Analİz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
    • Serbest Yazılar
KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster

DOKH Tevlî Konferansa Jinan A Hewlêrê Nabe

15 March 2020
Kategori: Kadın
258 2
1.4k
GÖRÜNTÜLEME
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

06 Mayıs 2012 Pazar Saat 13:17

Tevgera Jinên Azad û Demokratik (DOKH), daxuyand ku ew beşdarî 2’yemîn Konferansa Jinan a Hewlêrê nebin.

Tevgera Jinên Azad û Demokratik (DOKH), daxuyand ku ew beşdarî 2’yemîn Konferansa Jinan a Hewlêrê nebin. DOKH sedema vê yekê jî wiha vegot: “Bêyî ku komiteya amadekar kom be nûnertiyên KDP û YNK’ê bi biryarên kesane xwestin dîroka konferansê, delegasyonan, diyar kirina rojevan û astengkirina beşdariya rêxistinên jinên kurd û siyesate jinên kurd diyar bikin.”

Tevgera Jinên Azad û Demokratik (DOKH) der barê konferansa 2’yemîn Konferansa Jinan a Hewlêrê de daxuyaniyek niviskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 1’emîn Konferansa Jinên Kurd a Neteweyî di bingeha birdoziya Rizgariya Jinê û yekitiya demokratîk hatibû lidarxistin û wiha hate gotin: ” 1’emîn Konferansa Jinên Kurd a Neteweyî ligel cudabunan bi yekitî hat li darxistin.”

‘DOKH’ê fidarkeriya herî bilind nîşan da’

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ya herî girîng ji bo amadekariyên konferansa yekemîn xebateke gelek cîdî hate girtin û ji bo vê y ekê bihestiyariyeke gelek mezin hate nîşandan. Di vê mijarê de DOKH’ê fidekariyeke gelek mezin nîşan da. Di nava delegasyonên konferansê de li gel nêrînên siyasî yên cuda heyî jî disa têkiliyeke demokratîk hate nîşandan. Vê yekê heviyek da û li gel vê yekê serkeftineke jî çêbû. Demên yekîtiya neteweyî cihê têkoşîn û desthilatdariya bîrdozî û siyasetê nîn e. Yekîtiya neteweyî cihê hemû bîrdozî û siyasetên cuda ji bo berjevendiyên neteweyî tevbigerin e. Ji ber vê yekê konferansên jinan ên neteweyî divê raman neteweya demokratîk û siyaseta demokratîk weke rêbezekê bigire dest. Dijî vê yekê dê di perçebûnê de û hesabên biçûk tevbêgerîn û neteweya Kurdistanê dê ji hêzên derve re xizmetê bike.”

‘Bi biryarên kesayetî dîroka konferansê, delegasyon û rojev hatin diyarkirin’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku DOKH 2 salin xebatên 2’yemîn Konferansa Jinan a Neteweyî ya Hewlêr bi baldarî dişopîn e û wiha hate destnîşankirin: “Nêzîkahiyên konjonkturel ên hêzên Başurê Kurdistanê ji bo konferans pêk neyê sedema herî bingehîn e. Di vê pêvajoyê de xebatên ji aliyê me va hatin kirin ji bo hemû tişt wekî hev pêk bê xebat pêk hatin. Lê ligel israra me dîsa jî dîroka konferansê nehate diyarkirin. Di 2 mehên dawî de li ser biryarên kesayetî yên nûnerên jinên PKD’ê û YNK’ê dîrok, delegasyon û rojev hatin diyarkirin. Belavkirina delegasyonan wekhev nîn e, li gorî partiyan pê hat, organîzasyon rêxistinên sivîl û entelektuelan dijber dike û hem siyasetên kurd û rêxsitnên din hatin astengkirin. Ji bo ku ev yek bê derbaskirin di nava 2 mehan de gelek civîn pêk hatin.”

DOKH’ê têkildarî mijarê de nêrînên xwe wisa aşkera kirin:

* Amedekariyên 2’yemîn konferansa jinan a neteweyî û biryarên wê antî demokratîk dîtin. Belvakirina delegasyonan edîl û wehkev nîn e. Vîna hemû jinên neteweyî pêk nayne.

* Bi biryarên yek û du kesan vîna komîteya amadekar a di 1’emîn konferansê de hate diyarkirin hatiye şikandin.

* Di 2’yemîn Konferansa Jinan a Neteweyî de ji ber ku hemû nûnerên tevgerên jinên kurd cih negirtin xebatên yekîtiya neteweyî qels kirin.

Biryara tevlîbûnebûna 2’yemîn Konferansa Jinan a Hewlérê

Ji ber vê yekê DOKH tevlî 2’yemîn Konferansa Jinan a Hewlêrê nabe. Ji bo konferanseke demokratîk bê bê van pêşniyaran dike.

*Divê ji hesabên siyasî û bandora hêzên derve dûr bê ketin û ji bo berjevendiyên neteweya Kurdistanê û jinên kurd tevbêgerîn.

* Divê hemû tevgerên jinan ên kurd, rêxistinên sivîl ên civakî, derdorên entelektuel li gorî rêxistinbûna wan li ber çav bên girtin û nûnertiyeke wekhev û edîl pêk bê.

* Divê girêdayî biryarên 1’emîn konferansê li ber çavan bên girtin û komîteya amadekar bê ce hev û ji bo konferanseke demokratîk pêk bê ji nû ve muzakere û xebat bên destpêkirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em di vê çarçoveyê bang li hemû hêzên rêxistinî û jinên kurd dikin ku li gorî rêgeza siyaseta demokratîk û neteweya demokratîk tev bigerin dikin. Heta ev nêzîkahî pêktê em tevlî 2’yemîn Konferansa Hewlêrê nabin.”-DÎHA/Amed

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Paylaş202Paylaş127
Önceki yazı

KJB Hewler’deki Kadın Konferansına Katılmayacak

Sonraki Haber

Kürt Genci Berivan Ay, Uluslararası Akdeniz Kick Boks Şampiyonu

Son HABERLER

Haberler

Önder Apo’dan Kadın Hareketine Mektup

Yayınlayan Lêkolîn
7 March 2026
0
1.5k

PAJK Koordinasyonu, 8 Mart Dünya...

Daha fazla okuDetails

Kürt Kadının Saçı, Rojava Başarısının Anahtarıdır!

25 January 2026
1.6k

YJA Star: Tek Kurtuluş Yolu Direniştir!

22 January 2026
1.5k

Kastik Zihniyet Bir Kez Daha Şêxmeqsûd ve Eşrefiye’de Kendini Gösterdi

13 January 2026
1.6k

Öne Çıkan Yazılar

  • ShamCash Uygulaması — Telefonunuzda Gerçekte Ne Yapıyor?- ÖZEL HABER

    553 Paylaşım
    Paylaş 221 Paylaş 138
  • Devşirme Kişiliği ve Kimlik Yabancılaşması

    539 Paylaşım
    Paylaş 216 Paylaş 135
  • Sanatçı Mem Ararat Ne Yapmak İstiyor?

    729 Paylaşım
    Paylaş 292 Paylaş 182
  • BAE’nin Suriye Hamlesi Ve Türkiye’nin Rahatsızlığı- ÖZEL DOSYA

    540 Paylaşım
    Paylaş 216 Paylaş 135
  • MİT ve Parastin’ın Kirli Planını Deşifre Ediyoruz!- ÖZEL HABER

    919 Paylaşım
    Paylaş 368 Paylaş 230

ShamCash Uygulaması — Telefonunuzda Gerçekte Ne Yapıyor?- ÖZEL HABER

Rojhilat İttifakı: Uluslararası Toplum, İran’ın İdam Suçlarına Karşı Tutum Almalıdır

HPG: Önderliğimizin Özgürlüğünü Sağlama Hedefinden Sapmayacağız

Devşirme Kişiliği ve Kimlik Yabancılaşması

BAE’nin Suriye Hamlesi Ve Türkiye’nin Rahatsızlığı- ÖZEL DOSYA

Rusya-Türkiye-Çin İş birliği: İran’a Drone ve Hizbullah’a Silah Desteği- HABER ANALİZ

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç