05 Aralık 2010 Pazar Saat 07:58
Di dîrokê de jina ku her tim xwedî afrînêriyeke mezine,dîsa ya bedêlê herî mezin dayî, êşên mezin kişandî û di jiyanê de zor zehmetî kişandî ye jine. Ji xwe re, bala xwe bidinê çenda sosrete kû jin di heman demê de ji hemû bedewîyên xwezayî û mirovana jî bêpar hatiye hîştin. Helbet em niha nikarin li vir qala tû mafî bikin, ji ber ku di astekî herî bilind de jin ji hemû afrênêriyên xwe yên jiyanî û xwezaya xwe ya bedew, di roja me ya îro de sînorên wêna tenê nava çar dîwarane. Ger em bînin bîra xwe heta di hindek kêliyan de mafê wê yê gotinekê jî nayê hîştin û ew bîna mirov nayê dîtin û hesibandin. Helbet ku jiyana mirov tevî van hemû neheqiyan heta roja me ya îro hatiye û di her radeya jiyana mirovande jin di astekê de hatiye bi destgirtin, jina ku di sîstema neolîtîk de weke xwedawendek û berpirsyarê hemû jiyanê, piştî dawî hatina jiyana komîn a neolîtîk sîstema jiyana mirovan bi tevahî hate gûhertin. Ya ku ji van hemû guhertinan herî zêde bi bandor bûye jine. Ji ber ku jin êdî di asteke cûda û pir bi êşde lê tê tamaşekirin. Pir caran jin weke lawirekê li firoştgehan hate firotin, hindek caran jî ew mehkûmî xwekuştinêkirin hate hîştin û disa di saziya malbatê de mîna ku nîne lê hate tamaşekirin. Divê ku tu carî neyê jibîrkirin ku pergala sermayedar jin bîna reklaman dide bikaranîn û sermaya xwe li ser pişta jin zêde dike.
Bi taybet ev rewşê xwe li nava gelê Rojhilata navîn da li pêş û berbiçav bû. Di heman demê de li başûrê Kurdistanê heta niha jî ev rewş têne jiyankirin û pir berbiçavin. Helbet ku sedemên van yên dîrokî û pir kûr hene. Ji ber gelê Kurd bisalane ku ji jiyaneke azad, mafê axaftina bi zimanê xwe yê zikmakî û di roja meya îro de her roj hestên wî yên jînbûna azadiyê têne tunekirine. Jin helbet ji êşa ku gelê Kurd xwariye ne dûre û heta jin herî zêde nesîba xwe ji neheqiyan girtiye. Rewşeke gelekî bi êşe. Di vê rewşê de ma wê rewşa jin çawabe? Di dîroka mirovahiyê de gelê Kurd her ji mafê wî hate bidûrxistin, koçberkirin, qirkirin, dagirkirin û nihajî çand û zimanê wî tê bêparkirin. Bê guman jina Kurd gelek hewldan dan lê belê hîna jî fêdekartiyeke pir mezin û berpirsyariyeke dîrokî ji jin tê xwestin. Ji ber ku jin di bingeha xwede ne bê çareye lê baçare hate kirin û rûberûyê jiyaneke bindest hate hîştin. Lê belê pêlên azadiyê her gavê di dil û mejiyê wande bû. Hema bêje ew henaseya jiyaneke azad hertim mîna stêreka di bin ronahiya heyvêde vedibriqî nûjen bû.
Lê birastî jî jin divê hêdî lêgera xwe ya ji bona azadiyeke bi rumet derxe ser dika dîrokê û ji hemû şêweyên ku pergalê bi wan dane daqurtandine û li gora xwe çawa dixwaze welê bikar tînere xalê deyne. Di vê ku jin bi pergalê bide hiskirin ku ne zeviye, kî çawa bixwaze wê li gora xwe bajo û tiştên ku dixwaze jê biçîne yanî kesa xwe avabikê, ji cewher û bedewbûna wê bêpar bike. Divê hêdî hişyariya ji bona ku pergal xwe li ser navê ahlaq û zagonan li ser malbatan ferzdike derxîne zelaliyê. Ji ber ku di dîrokê de jî hatiye dîtin ku jina Kurd qabilîyeta xwe ya avakirina ehlaqê civakê heye. Zilam (yanî pergal) nikarê ku bêje ez ê zagona malbatê diyar bikim ji ber ku di xwezaya jin de ew rêgez heye. ehlaq rêgezê rêvebirina jiyana xwezayî ya mirove. Ji ber ku tirajêdiya di roja me ya îro de tê jiyankirin mijara lêkolînêye. Her roj ji destê pergala dagirker jin agir berdidin bedena xwe û xwe ji holê radikin. Divê ku jin tû carî ji bîra neke ku zilam( yanî pergal) hertim ji jina bihêz ditirse û wêna bîna asteng li pêşiya xwe dibîne. Derdikeve û bêy ku şerm bike, dibêje ku jin xwe bixwe kuştiye çawa wîcdana te dipejirîne tû mafê xwe dibînê li ser jin diaxivî ma qeyî tû nizanî ku tû jî berhemê hişmendiya desthilatdariyê ye û qet mafê te yê peyvekê li ser jin axaftin, tuneye. Helbet ev hemû berhemên poltikaya pergala desthilatdariyê a tûnekirin û qirkirina li ser jine… Ji derve dihêle, çi gotin tên berdevê wî hejayî jin dibîne, lêdide, biçûk dixîne, tecawiz dike, tacîz dike û piştre jî derdikeve dibêje ku jin ji bêçaretiyê xwe şewîtandiye û bi bêahlaqiyê tewembar dike. Heyî xapînok gava te ev tişt hemû bi serê jin de meşandin û jin xwe ji ber kedxwariya we xwe şewîtand, ew dem bi kîjan mafî tû dibêjî ku wê bê ehlaqî kiriye û xwe şewîtandiye. Ew dem pêwîst nake ku agir berdayî, ji xwe berê te rewşa wê haniye rewşekî şewîtandinê. Li berambeî van hişmendiyan hemû, divê jin di serî de xwe zana û perwerde bike. Di heman demê de yekîtî û hestên xwe bikin yek û bêjin ji bona em çanda tecawizê têk bibin û tekoşîna azadiyê bilindbikin bimeşînin.
Nergiz Welat
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info