KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Polİtİk Analİz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
    • Serbest Yazılar
KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster

Encama Konferansa Jinan: Jin dê Pêşengiya Yekitiya Neteweyî û Demokratîk Bikin

15 March 2020
Kategori: Kadın
258 10
1.5k
GÖRÜNTÜLEME
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

26 Nisan 2010 Pazartesi Saat 17:17

Encamnameya Konferansa Jinên Kurd a ku 2 roj in li Amedê didome hate aşkerakirin û di encamnameyê de gelek biryarên hevpar ên girîng hatin

0

21

TR

:” ”

:””

” “,” ”

” ”

Encamnameya Konferansa Jinên Kurd a ku 2 roj in li Amedê
didome hate aşkerakirin û di encamnameyê de gelek biryarên hevpar ên girîng
hatin destnîşankirin û têkoşîna hevpar a jinan derket pêş. Her wiha jinan
bangawaziya têkoşîna ji bo neteweyeke demokratîk, welateke demokratîk û
perspektîfa makeqanûneke demokratîk kirin. Jinan diyar kir ku ew ê destûrê
nedin birakujiyê û jinan ji bo Zeynep Celaliyan jî banga piştgiriya lezgîn kir.

Encamnameya Konferansa Jinên Kurd a ji aliyê Tevgera Jinên
Azad û Demokratîk (DOKH) ve bi navê ‘Di pêşxistina demokrasiyê de rola jinan’
hate organîzekirin, delegeyên ji Tikiyeyê, Îran, Sûriye, Iraq, Herêma
Kurdistana Federal û siyasetmedar, akademîsyen, rojnamevan, nivîskar, hunermend
û nûnerên saziyên sivîl û parêzvanên mafên mirovan jî di nav de yên li
diasporayê dijîn pêk hatî de gelek biryarên girîng hatin girtin. Encama
konferansa DOKH’ê bi tevlibûna 150 delegeyan li dar xistî bi daxuyaniyekê li
Sumer Parkê hate aşkerakirin. Encamname bi tirkî û zaravayê kurdî kurmancî ji
aliyê Parlementera DEP’ê ya berê Leyla Zana ve hate xwendin û soraniya wê jî ji
aliyê Parlementera Koma Goran Peyman Ezadin ve hate xwendin.

Di encamnameyê de wiha hate gotin: “Konferansa me di
24-25 nîsanê de, li Amedê pêk hatî de bi sernavên wekî, “Pirsgrêkên Kurdan
ên siyasî û civakî, polîtîkayên dewletan ên li ser înkar û redkirina nasnameya
kurdan, pirsgirekên ku jinên kurd pê re rû rû ne, şiklên cudahiyên piralî,
perspektîf û rêbazên wan ên têkoşinê, parvekirina tecrubeyan, bidestxistina piştgiriya
neteweyiya demokratik de rêbazên jinan bi awayeke berfireh hatin
nîqaşkirin.”

 

‘Em ê destûrê nedin şerê birakujiyê’

Di encamnameyê de hate diyarkirin ku jin dê bi tu awayî rê
nedin şerê naxweyî û birakujiyê di nava kurdan de û wiha hate gotin: “Ji
bo pêşeroja me di nava kurdan de aştiyeke navxweyî û yekitiya netewî biafirîne,
jin vê yekê wekî ferz dibînin û di vê hişmedî û berpirsiyariyê de, rola
pêşengiyê hildigirin û ji ber vê hindê dê teqez destûrê nedin şerê
biratiyê.”

 

Ji bo Celaliyan û Alemî biryara piştgiriyê

Hate diyarkirin ku di konferansê de biryar hatiye dayîn ku
jin piştgiriya xwe ji bo jinên kurd ên li Îranê li ber darvekirinê ne diyar
bike û wiha hate gotin: “Konferansa me darvekirinê wekî sûcê mirovahiyê
qebûl dike û ji bo piştevaniya kesên ku li benda darvekirinê ne bangewaziyê
dike. Her wiha ji bo aqubeta Zeynep Celaliyan û Şîrîn Alemî ku li girtîgehên
Îranê hatin windakirin derbarê dewleta Îranê de biryara dest bi teşebûsên
lezgîn dike radigîhîne.”

 

Di encamnameya konferansê de hate diyarkirin ku piştî
nîqaşên 2 rojan jin giştine van encaman:

*Di konferansê de bi taybetî li hemberî polîtikayên red û
înkarkirina çand û nasnameya kurdan û bi giştî jî li hemberî hemû çand, nasname
û olên ku hebûna wan tên înkarkirin, tunehesibandin û bi her awayî bi
cudaxwaziyê re rû bi rû dimînin re têkoşîna hevpar û piştgiryê hedef dike.

*Konferansa me ji bo qadên ku hemû nasname û çand bên cem
hev û şert û mercên wekhev yên civaka azad biafirînin, bangawaziya neteweyeke
demokratîk, welateke demokratîk û perspektîfa makeqanûneke demokratîk esas
digire.

*Li deverên ku asîmîlasyona li ser çand û zimanê kurdî
didome, têkoşîneke hevpar esas digire.

*Li şûna ku jinê wekî cinsekê bibîne û jê re çînekê
biafirîne, rola pêşengiya wê wekî parçeyeke neteweya azad, wekhev û adîl dide
jinan.

*Li ku dibe bila bibe, hemû cureyên tundiyê yên li hemberî
jinê, yên wekî berdêl, zewaca bi zorê, pirjinî, sunetkirina jinê, ferzkirina
xwekuştinê, şîdeta zayendî, kuştinên li ser navê namûsê, şîdeta nav malê, recm,
şîdeta dewletê, wekî sûcên mirovahiyê dihesibîne û li dijî vê têkoşîneke hevpar
dimeşîne.

*Nêrîna tekparêz û ya zayenda civakî ya dewletê, ya ku rê li
pirsgirêkên wekî siyasî, aborî û civakî vedike, ji bo çareseriya van, Xweseriya
Demokratîk a Herêmî esas digire.

*Ji dûrî mêrê serdest û jina kole disekine, bi
rêxistinbûyîna jinê ya xweser, ramana wê ya xweser û ji bo hêza çalakiyê
biafirîne qadên alternatîf hedef dike.

*Şerê ku ji feraseta mîlîtarîst û zilamparêziyê peyda bûye,
li hemberî çanda şîdetê û li hember zimanê şerxwaziyê derdikeve û ji bo
afirandina çanda aştiyane û bi rûmet avakirina tevgerên aştiyê yên jinan hedef
dike.

*Ji bo pêşeroja me di nava kurdan de aştiyeke navxweyî û
yekitiya netewî biafirîne, jin vê yekê wekî ferz dibînin û di vê hişmedî û
berpirsiyariyê de, rola pêşengiyê hildigirin û ji ber vê hindê dê teqez destûrê
nedin şerê biratiyê.

*Konferansa me darvekirinê wekî sûcê mirovahiyê qebûl dike û
ji bo piştevaniya kesên ku li benda darvekirinê ne bangewaziyê dike. Her wiha
ji bo aqubeta Zeynep Celaliyan û Şîrîn Alemî ku li girtîgehên Îranê hatin
windakirin derbarê dewleta Îranê de biryara dest bi teşebûsên lezgîn dike
radigîhîne.

*Li hember bêstatubûn û bê nasnamebûna ku li ser kurdên
Sûriyeyê her diçe giran dibe, bi awayekî acîl dê banga çalakiyan bike û her
wiha ji bo têkoşîna wan roleke aktîf bilîze.

*Di serî de ji bo azadiya girtiyên jin ên li Tirkiyeyê û
hemû jinên ku têkoşîna demokratîk didin, dê bi wan re di nava piştevaniyê de
bin.

*Wekî berdewamiya vê konferansê, li Herêma Federal a
Kurdistana Iraqê biryara konferansa duyemîn digire.

*Konferansa me ji bo ku hemû pirsgirêkên me yên hevpar re
çareseriyê bibîne di nav baweriyekê de, vexwendina ji bo kombûna Konferansa
Netewî ya Kurd a Demokratîk dike.

*Ji bo ku ji vir û şûnde ji bo berdewamî û xurtkirina
xebatên me “Komeke Hewldanê” ya ku ji 17 kesan pêk tê, îlan dike. –DÎHA

 

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com -www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info

 

Paylaş209Paylaş131
Önceki yazı

Karayılan: Sürece Seyirci Kalmayız, Çözümü Dayatacağız

Sonraki Haber

Kadın Emeğine Saldırının Kod Adı: Tecavüz ve Kültürü!

Son HABERLER

Haberler

Önder Apo’dan Kadın Hareketine Mektup

Yayınlayan Lêkolîn
7 March 2026
0
1.5k

PAJK Koordinasyonu, 8 Mart Dünya...

Daha fazla okuDetails

Kürt Kadının Saçı, Rojava Başarısının Anahtarıdır!

25 January 2026
1.7k

YJA Star: Tek Kurtuluş Yolu Direniştir!

22 January 2026
1.5k

Kastik Zihniyet Bir Kez Daha Şêxmeqsûd ve Eşrefiye’de Kendini Gösterdi

13 January 2026
1.6k

Öne Çıkan Yazılar

  • MİT ve Parastin’ın Yeni Ajan Ağını Deşifre Ediyoruz!- ÖZEL HABER

    844 Paylaşım
    Paylaş 338 Paylaş 211
  • MİT’in İran İle İş birliği Ve Aşiretler Üzerindeki Planları- HABER ANALİZ

    565 Paylaşım
    Paylaş 226 Paylaş 141
  • Emperyalist Komploya İlişkin Bazı Notlar

    12817 Paylaşım
    Paylaş 5127 Paylaş 3204
  • TC Savaş Suçu İşlemeye Devam Ediyor!- ÖZEL DOSYA

    12755 Paylaşım
    Paylaş 5102 Paylaş 3189
  • İşgalci TC Okulları DAİŞ Eğitim Merkezine Dönüştürdü-ÖZEL HABER

    12616 Paylaşım
    Paylaş 5046 Paylaş 3154

‘Önderliğinden Savaşçısına Kadar Demokratik Siyasete Katılımı Sağlayacak Bir Yasa Çıkarılmalı’

KCK: Rojava Halkımız Kazanımlarını Rêber Apo Çizgisinde Koruyup Geliştirmesini Bilecektir!

19 Temmuz Devrimi: Bir Halkın Hafızası, Kazanımları ve Geleceğe Dair Dersler

Demirtaş: Önder Apo’nun İçinde Olmadığı Her Türlü Gelişmeyi Kuşkuyla Karşılarız

Kalkan: Barışın Kilit Noktası İmralı, Siyasetin Önü Açılmalı

MİT’in İran İle İş birliği Ve Aşiretler Üzerindeki Planları- HABER ANALİZ

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç