13 Mart 2012 Salı Saat 17:39
Endama rêxistinên jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê Yekitiya Star Gulê Selmo ya ku di 10’ê adarê de li Helebê di encama êrişa alîgirên rejîma Esad a li ser Kurdan de bi giranî birîndar bibû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Di 10’ê adarê, demjimê derdora 17.00, , li Taxa Şêx Meqsûd a Hebelê, hêzên Şebîheyan ên rejîma Esad ên ji eşîreta Begara ya Ereban pêk tê, êrişê Kurdan kirin. Di encama êrişê de Endama Yekitiya Star Gulê Selmo bi giranî birîndar bû.
Gulê Selmo di beşa lezgîn a nexweşxaneya Henan a Helebê de dihat ragirtin. Tevî hemû hewldanan Gulê Selmo nehate rizgarkirin, îro di demjimêrên sere sibê se jiyana xwe ji dest da.
Bi sedan Kurd li ber nexweşxaneya Henan kom bûn û dirûşimên weke “Gulê Selmo namire , “Tolhildan û dirûşimên li dijî rejîma Esad hatin qêrîn.
Cenazeyê Gulê Selmo ji aliyê hezaran ve ji nexweşxaneyê hate wergirtin û ber bi bajarê lê ji dayîk bûye Efrînê ve hate birêkirin. Hate zanîn ku cenaze li Efrînê ji aliyê hezaran ve hate pêşwazîkirin û ber bi goristanê ve bi rê kirin.
Gulê Selma endama Yekitiya Starê ye û di sala 1961’ê li gundê Qetma yê Efrînê ji dayîk bûye.-Efrîn
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info