01 Haziran 2019 Cumartesi Saat 10:25
Êrîşên artêşa
Tirk a dagirker li ser xaka Başûrê Kurdistan û xelkê Başûrê Kurdistanê berdewam
dikin. Balafirên şer, di heftiya dawiyê de bi dehan car gund û çiyayên Başurê
Kurdistanê topbaran kirin. Hat diyar kirin, leşkerên dagirker xwestin li ser
erdê jî pêşde biçin, lê rastî berxwedana gerîllayên HPG’ê hatin.
Di nava
heftiyekî de êrişên li ser herêma Kurdistanê pêk hatîn wiha ne
Di 23’ê Gulanê
de balafirên şer yên dagirkeriyê çiyayê Karox ê ser bi bajaroka Wertî ya ser bi
parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin. Derbarê ziyanê de ti agahî bi dest neketin.
Balafirên şer
yên dewleta Tirk a dagirker di 24’ê Gulanê de, herêma Lêlikan, Bindêwan û
Kewret a ser bi herêma Bradostê bombebaran kirine.
Balafirên şer di
26’ê Gulanê de, bombe li herêma Golka ya herêma Metînayê barandin.
Balafirên şer
yên dewleta Tirk ya dagirker, di 30 Gulanê de derdora gundê Sigrê ya ser bi
navçeya Amêdiyê ya Dihokê bombebaran kirin. Têkildarî ziyana çêbûye ti agahî bi
dest neketin.
Her wiha
Balafirên şer di 28’ê Gulanê de, bombe li Girê Şehîd Sarya û heya derengiya şev
jî derdora çemê Lolan û neqeba Şêxzade bombebaran kirin. Balafirên şer di heman
rojê de bombe li Gundê Filleha yê herêma Zê, Girê Kartal yê herêma Avaşînê barandin.
Disan di 28’ê Gulanê de, balafirên
şer yên dewleta Tirk ya dagirker gundên Kunekotri û Bêrmeke yên Binarê Qendîlê
bombebaran kirin. Balafiran di heman rojê de, danê êvarê devera Sawên a Binarê
Qendîlê bi dijwarî bombebararan kirin. Ji ber bombebarana zêde têkildarî
bombebaranê agahî bi dest ne ketin.
Artêşa Tirk a
dagirker di 28’ê Gulanê de, di saetên êvarê de derdora çemê Lolanê û çiyayê
Şekifê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê topbaran kirin. Êrîş bi 30
helîkopter û balafirên şer hate kirin.
Leşkerên artêşa
Tirk a dagirker di 28’ê Gulanê de li herêma Xakurkê êriş dan despêkirin. Artêşa
dagirker bi helîkopteran leşker danîn ser çiyayê Eski û Evdilkofî. Ji ber
tevgera zêde ya leşkeran di navbera gerîllayên HPG’ê û leşkerên dagirker de dem
dem pevçun derketin, lê leşkeran nekarîn pêşde biçin. Çavkaniyan diyar kirin ku
artêşa dagirker xwestin ji aliyê Şekîf, Evdilkofî û Lêlkanê ve, herêma Xakurkê
dorpêç bike. Dema ku pevçun derdiketin herêm bi helîkopter û balafiran di hat
topbaran kirin.
Disan di 28’ê Gulanê de artêşa Îranê çiyayê
Asos ku dikeve nava sînorê navçeya Mawet a girêdayî parêzgeha Silêmaniyê û li
ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê ye, topbaran kir.
Di 29’ê Gulanê de, balafirên şer herêma gundê
Filleha û Girê Cehennem yê herêma Zê bombebaran kirin.
Balafirên şer yên dewleta Tirk ya dagirker di
29’ê Gulanê de, girê Kurojaro ya ser bajaroka Şêladizê ve nêzî wargehên sivîlan
bombebaran kirin.
Leşker Êdî Raste Rast Gule Berdidin Gundiyan
Leşkerên Dewleta Tirk a dagirker rojane êrişên xwe
li ser gundan bi rêbazên cuda zêde dikin. Leşkerên Tirk li sînorê parêzgeha
Hewlêrê û herêma Bradostê, gule berdan welatiyên sivîl. Di heman demê de jî
balafirên şer yên dewleta Tirk herêmê bombebaran kirin. Gundî diyar dikin ku ew
nikarin biçin nav baxçeyên xwe û avdanê bikin. Gundiyên ku her sal ji bo
komkirina pincar diçun herêmên çiyayî îsal qet nikarin derkevin, dema
derdikevin li rastî gulebarana leşkerên Tirk tên.
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
Leşker Êdî Raste Rast Gule Berdidin Gundiyan