05 Mayıs 2016 Perşembe Saat 15:06
Piştî derketina hêzên sermayedar û projeyên stratêjîk yê ku bi hezarê salan li ser civak û gel hate
pêkanîn, ev proje di aseteke jor de bandor kir û hişt ku civak hem ji civakbuyînê
dur bikeve û ber bi jiyaneke şexsî û
ezezî ve biçe, hem jî ji nirxê demokratiyê û wekheviyê dur bikeve.
Li kêleka wê ya herî girîng ji bo
mirovahiyê azadî ye, hêzen sermayedar
hiştîye ku civak serê xwe li hemberî desthilatdaran bitewîne û koletiyê di astekê bilind bike bê ku lêkolîna azadiyê
bike û di mafê xwe yê rewa tekoşînê bilind bike, her tişt wekî heyî qebulkirin
û bêdeng mayîn.
Piştî şoreşa 2011 li Rojava û Suriyê destpêkir li hember
Rejîma Esad û zilamên wî yê ku bi salan
hikum li ser gel kir, bi armanca jiyanek azad
û wekhev di nava hemu pêkhateyan
ne tenê ji bo netewek yan jî bo mezhebekî,
gel êdî jiyana kole qebul nekir û li hemberî hêzên desthilatdar derket,
ji ber wê gelek êrîş li ser taxa Şêxmeqsud çêbu .
Girîngîya
Şêxmeqsud :
Yek ji bajarên Suriyê ên girîng bajarê Heleb
tê nasîn bi reng buna gelê xwe û hem jî cihekî stratîjîke hem jî di milê
ceografî û demografiya xwe de pir zengine. Di serhildana sala 2004 de li
hemberî Rejîma Surî derket û li berxweda, bi tevî gelek zehmetî û şehîdan lê serê xwe ne
tewand.
Taxa Şêxmeqsud ya ku piranîyê gelê wê
kurdin û li bakurê Helebê dikeve, nêzî 50 hezar niştecihên li Şêxmeqsuda şerqî,
xerbî, maruf belav dibin. Ji ber wê di 2011 de
di şerekî pir giran derbas bu, hem êrîşên Rejîmê û hem êrîşên Hêzên
muxalif.
Êrîşên
Hêzên Muxalif Li Ser Şêxmeqsud:
Hêzên muxalif di dewar Kastîlo û dewara El
Cendul bi cih dibin û di 6 adara 2016
nêzî 26 tugay li hemberî hêzên suriya demokratîk şerkirin û êrîşên
berfireh pêk anîn. Wekî Ehrar El Şam, Sultan Murad, Sultan Mihemed El Fatîh,
Nur El Dîn Zingî, Feyliq El Şam, Ceyş El Mucahdîn, Tevgera Fecir El Şam, Cebhe
El Şamiye, Tecmu Feesteqim Keme Emerit, Tugayên Ebu İmara, Siqur El Cebel, Ceyş
El İza, Firsan El Heq, Ceyş El Nesir, Cund El Eqsa, Tugaya El Sefwa El
İslemiye, El Firqa 113, El Firqa 16, Ehfad Umer, Feyleq El Rehman, El Firqa
101, El Fewc El Ewel, Müntesir Billah, Cebhet El Nusra.
Hêzên
Li Pêş Şerdikin:
Tevgera
Ehrar El Şam: Di 2013 hat avakirin piştî ku çar tugayî bun yek wekî
tugaya Ehrar El Şam, Tevgera Fecir El İslamiye, Telîa El İslamiye, Tugayên El
Îman. Bi fermandariya Haşim el Şêx yê ku dixwaze fikrê islama radîkal pêk bîne,
ji ber vê nêzîkatiyê wan wekî tevgera Hemas ya Filistînê ye.
Sultan Murad: Di 2013 li rojhilatî Helebê
hate avakirin bi fermandariya Ehmed Osman. Ev tugay hemu desteka xwe ji dewleta
turkiyê digire bê ku bide xwiyakirin û xwe dide xwiyakirin wekî ku yek ji hêzên
muxalif dixwaze rejîma Esad hilweşîne lê di bingeh de şerê kurda bike.
Cebhet El Nusra: Di 2012 de bi fermandariya
Ebu Mehmud El Colanî hate avakirin, Cebhet
El Nusra beşek ji rêxistina El Qaide ya li Surî ye, ji ber vê gelek
biyanî yên perwerdekirî tevlîne û destek ji rêxistina El Qaida ya li Efganistan
û İraqê digire.
Nurdîn El Zingî: Di dawîya 2011 de li
rojavayî Helebê hate avakirin bi fermandariya Elî Seîd û bi taybet di şerê li
Selahdîn, Henderat, Melah, Birêc, El Sikeriye, Seyfel Dewla, Şêx Seîd. Hemu
alîkariya xwe hem ji dewleta Turkiyê û Qeter ê û hem ji kesayetên ku bi xwe ji
Surî ne û li dervî welat dimînin distîne bi armanca avakirina saziyên islamî
yên mutedil.
Êrîşên
Rejîmê Li Ser Şêxmeqsud:
Rejîma Esad piştî ku hêza wê lawaz bu gelek
cih di bindenetima wê derket, bi alîkariya Rusiya û Hîzbullaha Lubnanê û Tugaya
Bedîr ya İraqî xwe ji nüve nû kir û êrîşên berfireh li ser cihê ku hêzên muxalif
bi cih dibun kir, Rusiya balafirên xwe di bargeha Latiqiyê bi cih kir,
alîkariya Rusiya di asta yekemin bu ji ber êrîşên hewayî yê ku li gelek
bargehên leşkerî yên çeteyan da, hem alîkariya Tugaya Bedir ya ku piranî endamê
wê hêzên taybet yên Şia ne, ev tugay li
İraqê bu û yekemin car li Surî hate avakirin ji bo ku li hemberî suniyên herêmê
şer bikin û Gelê Şia ji şer biparêzin.
Sivîl
Dibin Qurbaniyên Şer:
Hemu şoreşan de yê ku herî zerarê û
zehmetiyê dibine sivîl bi xwê ne, di Şêxmeqsude bi hezaran jin û zarok hatin
kuştin hem êrîşên hewayî yê rejîmê bê hesab mal xerab kir, hem jî hêzên muxalif
mewadê kîmawî yê qedexekirî bi kar tîne.
Lê dîsa jî
gelek hêzên demokratîk li hemberî zihniyeta dewletê derketin û asta tekoşîn û berxwedaniyê bilind kirin bi tevî siyasetên qirêj yê ku li
ser hate meşandin.
Sema
Şiyar
Kürdistan Stratejik
Araştırmalar Merkezi
www.lekolin.com –
www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info – www.navendalekolin.com – http://kursam.com/index.html
0
21
:” ”
:””
” “,” ”
Girîngîya
Şêxmeqsud : Êrîşên
Hêzên Muxalif Li Ser Şêxmeqsud:Hêzên
Li Pêş Şerdikin:Êrîşên
Rejîmê Li Ser Şêxmeqsud:Sivîl
Dibin Qurbaniyên Şer:Sema
ŞiyarKürdistan Stratejik
Araştırmalar Merkeziwww.lekolin.com –
www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info – www.navendalekolin.com – http://kursam.com/index.html