29 Nisan 2016 Cuma Saat 09:02
800×600
Dewlata
Tirk nêzî 80 salan xwest ku Kurdan li ser polîtîkayên sekuler têk bibe. Di dema
serhildanên destpêka sedsala 20’an de hemû siyaseta xwe li ser sekuleriyê saz
kir û Kurd wekî paşverû bi nav kirin û bi vî awayî desteka dewletên derve girt
û xwest bi vê siyasetê Kurdan têk bibe. Çi di serhildana Şêx Seid de çi ji di
serhildanên din ên dema destpêka nû komar avabûyî de hemû argumanên dewleta
Tirk li ser vê yekê bûn. Digotin Kurd paşverû ne û em sekuler û laîk in. Bi vî
awayî ji dewletên Rojava û ji bloka Sowyetê jî mirov dikare bêje heta demekê
alîkariyeke zêde girt.
Di
siyaseta real de gelek caran mafdarbûn têrê nake ku mirov bi ser keve. Li
kêleka mafdarbûna mirov divê hin amûrên polîtîk ên xurt jî di destên mirov de
hebin. Em Kurd li hemberî dewleta Tirkan a ku her tim dixwaze me înkar û îmha
bike mafdar bûn û hemû têkoşîna ku me li hemberî vê dewlet û zîhniyeta hov
kirîn meşrû bûn. Lê di gelek deman de ev mafdarbûn û meşrûbûna me têrê nekir ku
em bi ser kevin. Ji serhildana Babanan bigire heta serhildana dawî ya berî
PKK’ê ya Agiriyê. Mafdarbûn û meşrûbûna têkoşîna gelê Kurd di vê mijarê de divê
qet neyê nîqaşkirin jî. Lê divê em sedemên têkçûnên van serhildanên borî baş
lêkolîn bikin û li ser kûr kûr nîqaş bikin.
Ji
destpêka avabûna komarê heta salên 1970’yî ev serdestiya polîtîk a sekulerî
Tirkan li dijî Kurdan bi kar dianîn di raya giştî ya navnetewî de. Piştî salên
1970’yî û şûnde bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev amûra siyasetê
ji destê Tirkan hat derxistin. Ev amûra siyasetê ya ku hertim di raya giştî ya
navneteweyî de dijî Kurdan bi kar dianîn hat derxistin û Kurd bi xwe di vî warî
de piştî têkoşîna 40 salan ji Tirkan bêtir sekuler bûn û di warê hişmendiya
demokratîk de guhertineke mezin di nav Kurdan de derket pêş.
Dema
ku ev rewşa nû ya kurdan derket pêş vê carê tirkan lê mêze kir nikare bi vê
amûra ku deşifrebûyî kurdan têk bibe û tune bike li rêbazên din ên stratejîk û
polîtîk geriyan. Bi taybetî piştî salên 2000’î bi destê AKP’ê xwestin hin
rêbazên nû biceribînin. Lê vê carê bi awayekî mecazî em bêjin bi hespê şaş
lîstin.
Piştî
nifşê 68’an ê ku wekî bahozekê li cihanê geriya û tesîra xwe li Tirkiyeyê jî
kir, hêdî hêdî Tirkiyeyê dev ji wê sekuleriya xwe ya destpêka komarê berda û bi
propagandaya dij-komunîzmê dewlet û civak bi giştî hêdî hedî derbasî çemekî
paşverû bû. Ku di encamê de di sala 2016’an de bi tifaqa El Qaîde, DAIŞ,
Erebistana Siûdî û PDK’ê re ket heman rêza paşverû.
De
destpêka salên 2000’î û pêde planên Tirkan ên li ser ku xwe çawa bigihînin
Erebên sunnî û sînorên xwe bikin yek mîsyona Erdogan û AKP jixwe ji bo dewleta
kûr ev e. Di serî de Tirkan xwest bi hevkariya PDK’ê, herêmên Şengal, Rebîa û
Zumar û Herêma Gergeriyan bi sînorê Tirkan ve li ser Pêşxabûr bikin yek û
deriyekî ji Erebên sunnî re vekin ji bo sînorên wan bigihîje Tirkiyeyê.
Derxistina DAIŞ’ê ya ji Mûsilê armanca xwe ya yekemîn van herêmên ku me behsa
wan kirîn ji Kurdan vala bikin û Erebên sunnî têxin û sînorê Erebên sunnî
Tirkan bikin yek. Plana Tirkan ev bû. Heger kesên ku pêvajoya piştî Amerîka
Iraq dagir kir, şopandibin dê bibînin ku Tirkan argumanên Tirkmenan ji bo çi bi
kar anîne. Bi taybetî li ser Tirkmenên Tileferê û Erebên sunnî yên li derûdora
Mûsil xwestin li ser xeta Pêşxabur vê plana xwe bi cih bînin. Jixwe projeya wan
a Deriyê Ovakoyê yê ku ji bo Başûr ji di eslê xwe de ne ji bo Başûr ji bo vê
xeta nû ya Erebên sunnî û Tirkmenên Tileferê bû.
PDK
jî ev plan qebûl kiribû. Lê di bedela vê planê de dê Tirkiye serxwebûna ku
Barzanî îlan bike dê qebûl bikira. Di nav Tirkan û PDK’ê de hevpeymaneke ne
fermî ya bi vî awayî zimnî derdiket holê. DAIŞ li ser vê hevpeymana Siûdî,
Tirkan û PDK’ê (Barzanî) derket. Û aliyekî din ji dixwestin pêşiya şiiyan
bigirin. Berjewendiyên her çar hêzan di DAIŞ’ê de digihîşte hev. Barzanî dê
dewleta biçûk a girêdayî Tirkan îlan bike. Tirk dê sînorê xwe û Erebên sunnî
bike yek. Siûudî dê ji hêza şiiyan a ku zêde bûyî bendekê bi Erebên sunnî yên
li Iraq û Sûriyeyê bide çêkirin. Erebên sunnî yên ku piştî têkçûna Sedam mayî
bêyî statu dê bibin xwedî statuyeke de facto, plana giştî ev bû. Demografiya vê
herêma ku min behsa wê kirî bi giştî biguherin. Qurbanên vê yekê ji dixwestin
bikin êzidiyên Şengalê. Ji ber ku êzidiyên Şengalê astenga herî mezin bûn li
pêşiya planên van hêzan.
Piştî
ku DAIŞ êrîş anî ser herêmên Şengal, Zumar, Gerger, Rabiayê hêzên PKK (HPG) û
hêzên Rojava YPG/YPJ mudaxaleyî vê rewşê kir û planên van hêzên tarî hemû
tarûmar kirin. Dema ku rewşa vê herêmê hindek di pêşengiya hêzên HPG û YPG/YPJ
zivirî lehê Kurdan wê demê PDK ku di hemû warî de piştî êrîşa li ser Şengalê
rezîl û teşhîr bûyî destê xwe ji dizî ve ji wê planê kişand û wekî ku haya wê
ji wê plana wan û Tirkan û Siûdî, Erebên sunnî û DAIŞ nîne xwest ji nû ve bibe
aktoreke vê herêma ku min behsa wê kirî.
Di
encamê de bi mudaxaleya hêzên PKK’ê û hêzên di bin bandora wê de ev plana qirêj
têk çû. Piştî ev plan têk çû vê carê ji Tirkan xwest li ser herêma Girê Spî
(Tilebyad) planên xwe bi cih bîne. Piştî ku YPG/YPJ û hêzên Rojava Girê Spî ji
girt dewleta Tirk har bû û konsepteke nû ya şer da pêşiya xwe. Ev konsepta nû
ji şer bizivîrîne Bakurê Kurdistanê. Ji ber ku Bakurê Kurdistanê Serkaniya van
serkeftinan hemûyan bû. Pêşketinên civakî yên van 40 salên dawî di civaka Kurd
de derketine Bakurê Kurdistanê pêşengiya wê dike û wekî Serkanî ye. Tirkan ji
ev yek dît.
Rêzika
sêyemîn a vê planê jî Herêma Şehbayê ye. Piştî herêma Şengal û Rebîa, herêma
Girê Spî de plana Tirkan û hevkarên wan têk çû xwestin hemû lîstikên bi
hevkariya ENKS’a ku girêdayî malbata Barzanî û PDK’ê ye li ser Herêma Şehbayê
bikin. Li Bakur Tevgera Azadiya Kurd tengav bikin û xwe di Herêma Şehbayê de bi
destê çeteyên girêdayî xwe xurt bikin.
Niha
ev plana wan û tifaqa wan a ligel wan hêzên çete û DAIŞ’a li Herêma Şehbayê ji
deşîfre bû. Hem rûyê ENKS’ê yê reş ji bi van êrîşên dawiyê tam derket holê.
Hêzên
YPG/YPJ û QSD dibe di demeke kurt de Herêma Şehbayê jî bigirin. Piştî Herêma
Şehbayê tenê astengiyeke dimîne ji bo ku Kurd xeyalên xwe yên bi sedan salan
pêk bînin. Bi vê fikr û bîrdoziya xurt naçe deh salan Kurd dê xeyala xwe ya ku
bigihîjin deryayê ji pêk bînin.
Dewleta
Tirk di warê birdozî, stratejî û siyasetê de ketiye tengasiyeke mezin. Êdî
însiyatîf di destê tevgera Kurd de ye. Hem di raya giştî ya cîhanê de hem ji di
herêma Rojhilata Navîn de Kurdan bi stratejî û siyaseta xwe ya ku wekî rêya
seyêmîn diparêzin însiyatîf girtine dest xwe. Ji ber ku yê bi bîrdoziya xwe ya
sekuler îro di Rojhilata Navîn de li ser piya mayî tenê tevgera Kurd e.
Bîrdoziya vê tevgerê ji fikr û ramanên birêz Ocalan e.
Ev
sedsal bi hemû rengê xwe diyar dibe ku dê bibe sedsala Kurdan. Ji ber ku rastî
û heqîqeta herî xurt di roja me ya îro de di destê Kurdan de ye. Hem di warê
siyasî hem di warê bîrdozî hem jî di warê sekulerî de. Heger em baş bikarin van
hemûyan bi kar bînin. Di herêma Rojhilata Navîn de dibe ku Kurd bibin hêza herî
xurt. Ji ber ku hem zîhniyeta Ereban hem a Farisan hem jî ya Tirkan di cîhanê
de wekî zîhniyetê rizî tên zanîn û mîada xwe dagirtîne. Dem dema fikr û ramanên
nû ye. Ew jî di destê Kurdan û tevgera Kurdî de ye.
Cudî Şengal
Kürdistan Stratejik
Araştırmalar Merkezi
www.lekolin.com –
www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info – www.navendalekolin.com
0
21
TR
:” ”
:””
” “,”serif”
Cudî ŞengalKürdistan Stratejik
Araştırmalar Merkeziwww.lekolin.com –
www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info – www.navendalekolin.com