07 Ekim 2010 Perşembe Saat 07:43
Pisporê zimanê Kurdî ku salên dirêjin di derbarê zimên de xebatên xwe didomîne, ferheng amadekirine û mafê axaftinê yê herî mezin ê di derheqê zimên de yê wî ye Zana Farqînî, xala dawî ji bo nirxandinên weke ku boykota dibistanê dibe sedema îstismara zarokan danî. Farqînî wiha dom kir, “Dahatuya zimanekî têkildarî îstikbal û dahatuya zarokan e. Zarok zimên baştir bikar tînin.
Pisporê Kurdî, Zana Farqînî derheqê boykota dibistanê ya ku ji aliyê TZP-Kurdî ve hat destpêkirin, qedexe, pêkutiyên li ser Kurdî û têkiliya zanist û Kurdî ji ANF’ê re aşkera kir. Farqînî wekî din jî xwest ku hemû dezge û saziyên Kurdan amadekariyên ji bo dahatûya zimên bikin.
GER ZIMANEK NEBE ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ DÊ JI HOLÊ RABE
Hûn wek zimanzanekî, boykota dibistanan ji bo pêşketina Kurdî çawa dinirxînin?
Ev cara pêşîn e ku gelê Kurd bi awayekî girseyî û karîger çalakiyeke wiha li dar dixe û balê dikişîne ser daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê. Li pêş her tiştek, ev rewş pir girîng e û Kurd didin zanîn ku mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî mirovî, mafekî demokratîk î rewa û jênager e. Di vê sedsalê de tiştekî din jî hey e, eger zimanek nebe zimanê perwerdehiyê, ger di dibistanên seretayî de jî neyê xwendin dahatûya wî zimanî di xeteriyê de ye.
Ji bo balkişandina vê xeteriyê û ji bo ku bi awayekî girseyî û sivîlî daxwaza mafê perwerdehiyê hat daxwazkirin, ev daxwaz dê ji berê bêhtir di rojevê de cih bigire û dê nîqaş jî li ser vê xwestinê bên kirin. Jixwe em dibînin ku piştî vê çalakiyê di çapemeniyê de (çi ya nivîskî çi ya dîtbarî) li ser kêşeyê gelek tişt tên gotin. Boykotê tesîra xwe bi awayekî nîşan da û bi ya min divê ev encam baş bê nirxandin.
Dahatûya zimanekî bi dahatû û ayendeya zarokan ve eleqedar e, loma heta li dibistanan ziman nebe zimanê perwerdehiyê, êdî di vê serdemê de mirov nikare qala man û berdewamiya zimên bike. Vê boykotê, bi dengekî xurt û qube got, êdî bes e.
BERPIRSIYARIYA BIKARANÎNÊ YA DEWLETÊ YE
Ger îro biryareke azadbûnê ji bo zimên bê dayîn, Kurd ji bo vê çiqas amade ne? Hêza Kurdan a ku hemû zehmetiyên perwerdehiya bi zimanê dayikê çareser bike çi ye niha?
A rast ez amadebûneke zêde nabînim. Lê bi ya min jixwe mesele ne ev e. Beriya her tiştî divê ev maf li Kurdan bê vegerandin. Çima ez wisan dibêjim, ji ber ku bêyî vîn û îradeya Kurdan zimanê wan, nasnameya wan, bi kurtî hebûna wan hatibû qedexekirin û hemû mafên wan hatibûn xespkirin, loma ez dibêjim serê bêşîn hewce ye ku ev maf li wan bê vegerandin û piştre jî dewlet divê ku ji bo bikaranîna vî mafî amadehiyan bike û zemîn û bingehê xweş bike ji gihandina kadroyan heta bi materyalên hînkirinê. Jixwe pirtûkên dersan hemû dewlet ji kîsî xwe dide xwendekaran. Îcar çima ev yek ji bo materyalên perwerdehiya bi zimanê Kurdî jî ne wisan be?!
Divê em rastîbîn (realîst) bin, bi ya min li ser Kurdan ferz e ku ew ji bo pêkanîna mafên perwerdehiyê têkoşîna xwe ya demokratîk û rewa bidomînin, herwiha dam û dezgehên Kurdan jî, yên têkildarî mijarê ne, li gora derfetên xwe divê amadekariyên xwe bikin. Hem materyalan amade bikin hem jî kadroyan bigihînin. Ne ji aliyê aborî ve ne jî ji aliyê materyal û kadroyan ve mimkun e ku saziyên Kurdan bi vê rewşa xwe ya heyî ji bin vî barî rabin û jixwe ev bi temamî ne erk û wezîfeya wan e. Erk û berpirsiya dewletê ye. Kurd û saziyên wan tenê dikarin ji dewletê re bibin alîkar û karê dewletê hêsan bikin. A girîng bidestxistina maf û paşê jî bikaranîna maf e, ez dibêjim gerek em bi vî çavî li mijarê binêrin.
KURDÎ HÊ LI HEMBER TIRKÎ LI BER XWE DIDE
Di warê teknolojî, enformasyon û jiyana rojane de di nava Kurdan de pêşketinek hey e lê li gorî vê, ziman di jiyana rojane de bi cih nebûye. Gelo pêşîlêvebûna perwerdehiya bi Kurdî, dê bandoreke çawa li ser van mijaran bike?
Rewşa zimanê Kurdî ji ber polîtîkayên dewletê li ber çavan e û zimanê Kurdî li ber zimanê Tirkî li ber xwe dide, da ku nemire. Lê ev rewşa heyî, ku ez jê re dibêjim ‘rewşa nemir û nejînê ya Kurdî’ wiha dewam bike, heta çend nifşên din dê bi mirinê re rû bi rû bimîne. Dewleta Tirk, bi kreşan, bi pêşdibistanan dest pê kiriye ku ji temenê beriya dibistana seretayî zarokan bi Tirkî perwerde bike. Berê, em bibêjin ku asîmilasyonê bi dibistana seretayî dest pê dikir, lê niha ne wisan e. Loma hewce ye Kurd destê xwe zû bigirin û pêşî li vê siyaseta pişaftinê bigirin û ji bo bidestxistina mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî têkoşîna xwe gurr û geş bikin.
KURD HINEK JÎ XWE BI XWE ASÎMÎLE DIKIN
Îro hemû pêşketin û qewamên ku di warên cûr bi cûr de çê dibin, bi riya zimanê Tirkî dikevin nav Kurdan û di nav wan de jî belav dibin, helbet ne bi riya Kurdî lê bi ya Tirkî. Loma Kurd di rewşeke dezavantaj de ne. Hişyariyeke zêde, xemxuriyeke zêde ya ji bo Kurdî nîn e, Kurd bi xwe jî xwe dipişêvin ango asîmîle dikin. Pêwîst e ku saziyên Kurdan, rêxistinên wan, rêber û pêşengên wan, nivîskar û hunermendên wan, dam û dezgehên wan ên weşanê ji berê bêhtir giraniyê bidin ser bikaranîna zimanê Kurdî. Daxwazên wan çi dibin bila bibin, divê bi ya min bi zimanê xwe wan bixwazin û aşkera bikin. Ev helwest jî dê li ber asîmilasyonê bibe astengek û ew ê rih û can bide Kurdî.
Du aliyên perwerdehiya bi zimanê dayikê hene. Yek aliyê pedagojîk e ku balê dikişîne ser rewşa zarokan ku çawan bi alîkariya zimanê xwe yê dayikê di perwerdehiyê de bi ser dikevin û dibin xwedî kesatiyeke jixwebawer, çalak û her wisan têkil û beşdarî dersê dibin, bervekirî dibin. Aliyê din jî zarok zimanê xwe ji bîr nakin, bi qasî zimanê duyemîn serdestî zimanê xwe dibin û asîmîle nabin. Ango xwedî li xwe, li nasnameya xwe, li zimanê xwe û çanda xwe derdikevin. Ji xwe, ji nasnameya xwe şerm nakin û serbilind dijîn.
Gava zarok bi zimanê xwe jî perwerde bibin, ji aliyê bikaranîna zimên ve, têgih û termên nû ve tu tengasiya wan çênabe û zimanekî standard ê ji kêşe û aloziyan dûr bi kar tînin û dibin bikarhêner û têkoşerên zimanê xwe. Êdî ew nabin alav û navgîneke zimankujiyê, lê dibin kesên wisan ku ziman vedijînin, bi gotineke din dibin vejînerên çand û zimanê xwe. Wê hingê zimanê hemû warên jiyanê dibe Kurdî. Îro zimanê Kurdî hema bibêje hepsî nav malan bûye, divê ziman ji hundirê malê derkeve, li hemû qad û warên jiyanê belav bibe û di her rewş û mercî de bibe zimanê danûstandinê, bibe zimanê perwerdehiyê, bibe zimanê bazarê. Bi gotineke kurt, pêwîst e jîngeha ziman fireh bibe û ji vê rewşa dorpêçbûnê rizgar bibe.
Li aliyê din, matematîka bi Kurdî, fîzik û mijarên zanistê û têkiliya wan a bi Kurdî re çi ye? Bi Kurdî zanist, bîrkarî (matematîk) û hwd. mimkun e yan jî amadekarî li gor çi ne, çi nîn in?
Di zanista ziman de, gotinek hey e, tê gotin ku tu zimanê xizan, hejar û feqîr tune ye. Her ziman xwedî karîn û şiyanê ye ku dikare kêmasiyên xwe temam bike. Loma ez jî dibêjim zimanên serdest û bindest hene, zimanê xwedî dewlet û yên bêdewlet hene. Tu ziman, ji roja ku dinya ava bûye û bi vir ve ne xwedî heman gencîneyeke zengîn a zimên e. Bi qonax û domana demê re, li gorî rewşa siyasî û aborî, li gora xwedîbûyîna desthilatê û hwd. xwe afirandiye, geşe bi xwe daye, bi pêş ketiye û bûye xwedî statûyeke siyasî. Ji lew re di vê serdema hanê û ya borî de kîjan zimanê ku bûye zimanê fermî, bûye zimanê perwerdehiyê û zimanê hevpar, ew bi pêş ketiye, di warê zanist û dîsiplînan de term û têgihên xwe bi awayekî temam kirine, xwe kemilandiye, xwe tekûz kiriye. Peyv ji zimanên din hatine deyn û qerzkirin, yan serî li dariştin û çêkirina peyvan hatiye dayîn an jî wate û mehne li peyvên heyî hatine barkirin. Ji lew re em dibêjin ku tu zimanek ji sedî sed xwerû û petî nîn e. Di her zimanî de peyv û bêjeyên biyanî hene. Îcar rê û azînên tekûzkirina zimên çi ne, diyar in. Hema meriv li azmûn û tecrûbeyên zimanên neteweyên din binêre bi hêsanî dikare bibîne û meriv jî dikare wan rêbazan (metodan) biceribîne.
DİVÊ KURD JI HEV Û DIN SÛD BİGİRİN
Em bên ser Kurdî, digel ku zimanê Kurdî, bi vê rewşa xwe ya hanê ku rê li ber hatiye girtin, hatiye qedexekirin, pest û pêkutî lê bûne, tehdedîtî û derbexwarî ye jî, dîsan zindî ye û têra her tiştî dike. Li aliyê din azmûna Kurdên başûr û yên li diyasporayê, perwerdehiya ku bi Kurdî ya li wan deran tê kirin, pir bi kêrî me tên, em dikarin ji wan sûd û kelk wergirin. A girîng ew e ku astengên siyasî û qedexeyên heyî ji holê rabin, rê li ber zimên vebe. Kurd dikarin ji hev û din îstifade bikin, bi mudexeleyeke îradî, bi dezgeh û saziyên akademîk, bi alîkariya kesên pispor dişên kêmasiyên xwe tekûz bikin.
Li dawiyê, wek kesekî ku bi salan e li ser Kurdî dixebite û ferheng amade kirine, bêyî qisaweteke (endîşeyeke) siyasî û propagandayê, bi dilekî rihet dikarim bibêjim û daxuyînim ku zimanê Kurdî ne zimanekî wisan lewaz û qels e ku pê perwerde û zanist nikaribe bê kirin. Hema em li bakur van deh-pazdeh salên dawî bînin bîra xwe, çawan ku piçek rê li ber Kurdî vebû, Kurdî teqil li xwe da, geş bû û bi pêş ket. Ev hemû nîşana vê yekê ne ku zimanê Kurdî têra xwe hey e, zengîn û dewlemend e û dikare her tişt pê bê kirin.
Wek gotina dawîn, çendî hin kêmasî û tengasiyên zimanê Kurdî hebin jî, ku ev ji binyata wê naqewimin, ji ber sedemên polîtîkayên red, înkar, îmha û asîmîlasyonê ne, zimanê Kurdî têr û sertêra xwe hey e. Wek kesekî ku bi hêza afirîneriya zimanê Kurdî û bi derfetên wî yên zimanî dizane, ev ziman bi hêsanî dikare xwe tekûz bike, kêmasiyên xwe dabîn û bîter bike. Tenê divê jê re îmkan bên çêkirin û di her warê perwerdehiyê de divê pêşî lê vekirî be. Tiştekî ku dikeve ser saziyên Kurdan, ên eleqedarî ziman jî heye, qet nebe, bêyî ku dereng bimînin divê ji bo dibistanên seretayî, li gorî mufredatê pirtûkên dersan, wek nimûne be jî, bên amadekirin. Dirûşm jî divê perwerdehiyeke demokratîk a bi du zimanan be.- ANF
Îsmaîl Yıldız
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info