30 Temmuz 2018 Pazartesi Saat 09:12
Gelên bajarên Dihok û Zaxo ya
Herêma Kurdistan a Federal, ji ber buhabûna ceyranê nerazîbûn nîşan didin.
Gelên bajarên Duhok û Zaxo ya
Herêma Kurdistan a Federal ji ber bihabûna ceyranê ev çend rojan derdikevin
kolanan û nerazîbûna xwe nîşan didin. Li Zaxo û Dihokê duh êvarê jî kom bi kom
derketibûn kolanan û xwestibûn heta ber qeymakamtiyê meş lidar bixin lê ji
aliyê asayîş û pêşmergeyan ve hatibûn astengkirin. Hat diyarkirin ku îro jî li Zaxoyê komek
derketibûn kolanan û nerazîbûna xwe anîbûn ziman. Çalakvanan di nerazîbûna xwe
de tînin ziman ku hikûmet ji 24 seatan tenê 8 seat vedike û hat gotin ku yên
jeneratorên mahalê ceyranê belav dikin jî vê yekê firsend dibînin û ampêrekî
derxistine 16 hezar 500 dînarî.
Li gorî rêbazên xwedîyên van
jenetoran eger ji du yan sê mehan zêdetir pereyê ceyranê neyê dayîn, mafê xwedîyên
jenetorên heye ku ceyranê qut bike. Li herêma Kurdistanê ji ber bê karî û ne
dayîna butçe gelek malbat hene ku nikarin vê pereyî bidin û debara xwe bikin.
Welatîyên herêmê heya
niha gelek caran hewildanên çalakîyên li dijî vê rewşê kirine lê her carê
hatine bê deng kirin. Her wiha li rexmê van nerazîbunan jî ji alîyê hukumetê ve
tu hewildanên çareserîyê ne hatine kirin.
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,” ”
0
21
:” ”
:””
” “,” ”
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanêwww.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html