15 Aralık 2010 Çarşamba Saat 13:31
Rêxistina Hawirdorparêz a Greenpeace, li dijî berhmenên ku genetîkê diguherînin milyonek îmze berhev kir û pêşkêşê Konseya Ewrûpa kir.
Li gor Peymana Lîzbonê, bi Hewldanên Welatiyên Ewrûpî milyonek an jî zêdetirê milyonek mirov ji bo guhertina zagonan bi awayek komî serî li Konseyê bidin, zagon dikare were guhertin.
Greenpeace xwest ji bo bikaribin bandora GDO ya li ser tenduristî û hawirdorê tesbît bikin, lêkolîne serbixwe bê kirin.
Rêveberê Rêxistinê yê Ewrûpa Jorgo Riss saziya ewlekariya zadê tawanbar kir û got “Gumana me ew ku Saziya Ewlekariya Zadê, daneyên serbixwe, ne yên tenê ji Greenpeace hatin, hemû daneyên ji welatên endam û labaratovarên serbixwe ji nedîtî ve hat. Ji ber vê jî hewldanên welatiyan ji Komîsyonê daxwaza nirxandina bandora GDO ya li ser derdor û tenduristiyê binirnixîne. Em ji Komusyonê dixwazin ku destûr nede berhmenên GDO’yê û di vê mijarê de me razî bike.
Lê ji Komusyonê, berpirsê tenduristiyê John Dalli got “Bila ev yek bê zanîn ku hîn Hewldanên Welatiyên Ewrûpî ketiye meriyetê. Ji ber vê jî em nikarin tu kesên xwe dispêrin van hewldanan qebûl bikin û destnîşan kir ku ew ê milyonek daxwaznameyên Greenpeace ji nedîtî ve bên.
Komusyona Ewrûpa piştî 12 salan destûr dabû ku GDO kartolên Amflora biçînin. Çandina GDO yek polîkayên Yekitiya Ewrûpa ya herî zêde tê gotûbêjkirin e.-ANF
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info