27 Temmuz 2011 Çarşamba Saat 15:29
0
21
TR
:” ”
:””
” “,” ”
” ”
Di dîrokê de û sazîbûna civakê de rola jin bi taybet gelekî
girînge. lewma ew civakên ku bêyî rola jin û rengê jin sazbûne nîvcone û
misoger, ne serkeftîne. Di dîrokê de jî hatiye gotin û nivîsandin ku civak bi
xwe jî, ji bedena jin û bi xemla jin hatine avakirin. Jin her çar sitûnên ku
malbat jê pêtê û di heman demê de ew hokera hindikayiyan temam dike. Yan em pir
eşkere dikanin bêjin ku jin bi gîştî ew hebûna ku devjênegere û di wateya
avakirina civakên demokratîk û pêşketî de ye.
Lê gelê Kurd ev bi
salane ku bi qirkirin, talankirin, çewsandin, înkarkirin û tinebûnê re rû bi
rûye. Hêdî hatiye rewşekê ku ev feraseta faşîzane bi gelê kurd û tevahiya
cihanê re bi vî rengî dane pejrandine. Lê gelekî bi êşe ku rewşa jin bi van
asîmlasyonan re rûbi rûye. Ev rewş her ku dice zêde dibê. Tiştê herî bi êş jî
ew e ku tu saziyên mafên mirovan û saziyên demokratîk li beramberî vê rewşê
refleks nîşan nadin, bê deng dimînin û tu helwestan ji bo parastinê jî nîşan
nadin.
Dewletên cîhanê ji bo
mejî û aqliyet pêşbikeve, dibistan, aqadimî, malên taybet ên perwerdê û teknîk
çêkirin. Ji bo ku bibê çavkaniya
pêşketinê, fêrbûnê ew amûr hesan kirin. Lê belê dewletên faşîst ên dagirker li
kurdstanê ji bo zarokan, vekirina mejî û pêşxistina aqil ancax girtîgeh,
qereqolên leşkerî û vekirina malên fihûşê ti tiştekî din nekiriye. Her wiha ji
bilî jop, lêdan, çavtirsandin, binçavkirin, avêtina girtîgehan tu tiştekî din
bi gelê Kurd nedane fêrkirin. Bi qandî zireya atomê tu fêdeya wî li vî gelî
nebû ye. Di heman demê de dema ku gelê Kurd çalakiyên demokratîk dike an qala
mafê axaftina bi zimanê xwe ê zikmakî dike jî, vêna jî ji bo gelê kurd pir
dibîne û bê şerm dixwazê ku ji Kurdan Tirkan avabike.
Her wiha dema ku em bala xwe didin dîrokê dewletên
desthilatdar û xudan sermaya bilind, hertim êrîş birine ser gelên ku nexudan û
ew bi talan, koçberkirin û qirkirinên cur be cur re hîştine. Lê mixabin gelê ku herî zêde ji van bê
wîjdaniyan û dijwariyan nesîba xwe girtiye jî gelê Kurd de ku heta vê kêliyê jî
bi êş û azarên ku tucarî ne dil û ne jî mêjiyê mirovan ranake re ru bi rûye.
Lê bi rastî jî tişta ku
herî bi êş û azare jî, jina Kurd bi taybetî jî bi van neçariyan re rû bi
rûye. Ev têrê nakejî bîna ku amura pergala desthilatdar bejî, di her kêliyê de
ji bo bilindkirina sermaya xwe tişta ku ji desthatiye teqsîr nekiriye, kiriye.
Pergalên desthilatdar dibêjin em nirx didin jin lê jin bîna amûra bikaranînên
girtiye dest û di rêjeya yekem de ew
daye bikaranîn. Jin di civakan de êşên pir mezin dikşînin û dema ku tu
çareseriyê nabînin an xwe disotînin an jî xwe dikujin, ji ber vênaye ku di
binesaziya civakê de ne ahengî derkeve hole. Di heman demê de rêbazeke dewletên
desthilatdar jî ku herî li ber çavane jî ew e ku hemû civakên xwedî rûmet bi birçîbûn
û bêçaretiyê re rû bi rû hîştiye. Yê ku jin di civakan de tûçarî bi
serxwede nehatiye û her mexdûr maye. Hemû pergalên desthilatdar dizanin ku
rûmeta jin di civakê gelekî girîng dest diavêjin rûmeta jin û xwestiye ku
tevahiya malbata mirovahiyê li gora berjewendiyên xwe şekil bide. Helbet ku
rûmet û bihayê jin di çanda Kurd de an
em bêjin di dîrokê de pir girînge. Ji lewma navê ‘’jin’’ ji jiyanê hatiye
girtin, her wiha di gerdunê de tu tiştek ji jîyînê xweştir tûneye. Di dîroka gelê
Kurd de cihê jinê her li sere jorbûye û qedir û qîmetên pir mezin ji jin re
hebûye. Gava em berê xwe bidin dîroka gelê Kurd pir caran dijminahiya di
navbera Eşîran de û kuştina mêran bi jin hatiye çareserkirin. Lê ji ber ku dijmin bi taybetî vê rewşê
dizanê niha dixwaze ku destê xwe bighîne her malbatekê. Dewletên dagirker
dixwazin ku nakokiyên bi navê namûsê bixe nava her malbatekê an her herêmekê.
Herwiha wek sînor xistin nava her herêmeke Kurdistanê û têkiliyên wî gelî bi
van rêbazan ji hevqutkirin. Ji xwe bi rêbaza olê ku hatiye sextekirin çavên
civakan girêdan.
Li her perçeyekî Kurdistanê jî, jina Kurd her tim sembola
exlaq, edeb û bedewbûnê ye. Di dîrokê de
jî gelek bûyerên ku mirov jê ders digre qewimîne li ser jina kurd. Ji Mem û
Zîn, Siyabend û Xecê, Leyla Qasim, Zîlan, Bêrîtan û bi hezarê weke wan
fêdekariyê bêhempa kirine û mohra xwe netenê li dîroka jin xistine di heman
demê de dîrokeke bi cesaret a mirovahiyê jî mohrkirine. Heta jina Kurd di gelek
şoreşan de jî role pir bi nirx lîstine û ji bo pêşerojên bi azadî canê xwe gorî
kirine û wan şoreşgerên jin gotine ger tiştek ji canê me bihatir an bi nirxtir
hebûyajî me ê bê hempa ew jî gorî dozeke azad kiribûya û bedena xwe ya bedew bi
bombeyan xemilandine. Jina Kurd lûtkeya xwe bi çiyayê bilind re kirine yek û ji
bo azadiyek bi rûmet qirîne, bi serbilindî çûne ber dare sêdarê jî dîsa bi yek
peyvêjî ji dilsoziya xwe ya azadiyê û gelê xwere venegeriyane. Di roja me îro
de jî jina Kurd heta tevahiya jinên cîhanê jî li ser xeta wan bê bedel
têdikoşin û ji bo ku malbateke mirovahiyê a demokratîk û azad sazbikin, di her
qadekêde di nava tekoşînê dene. Ev yek jî ancax dikane bi yekîtiyek û rihekî
hevpar a jin were çêkirin.
Nêrgiz Mustefa
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net –
www.lekolin.info