Dema ku PDK’ê di qada polîtîka dagirkerî û qirkirinê de rola pêşeng girt ser xwe, bi serdana Mesûd Barzanî ya 3’ê Tîrmehê ya Bexdayê re êrîşên dagirkerî û qirkirinê derbasî qonaxeke nû bû. Artêşa Tirk tevî çekên teknolojîk ên herî pêşketî yên artêşa Tirk, ji şêwazê tevger û hêza şer a gerîla bêzar bûye û derbeyên giran dixwe. Hate hînbûn ku dewleta Tirk a dagirker ku gelek caran derbeyên giran ji hêzên gerîla dixwe, wê çeteyên Roj bi pêşengiya çalak a PDK’ê di 14-15’ê Tîrmehê de, di hefteya pêş de, ji rêya Bamernê re derbasî qadên gerîla ya xeta Enîşkê, Qadîşê, Amediyê, Derelûk û Şeladizeyê bike.
HEMÛ HÊZÊN PARAMILÎTER XISTE QADÊ
Hate hînbûn ku dewleta Tirk a dagirker ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi her cure çek û teknîka qedexekirî û tevî tevlîbûna çalak a PDK’ê darbe xwar û nikaribû pêşde biçe hemû hêzên xwe yên paramilîter xiste dewrê. Hate hînbûn ku dewleta Tirk a dagirker ku herî dawî çeteyên DAIŞ’ê li qadan bi cih kiriye, vê carê jî çeteyên Roj ên bi taybet perwerdekirin li herêmên Parastina Medya bi cih kirine. Berê Herêmên Parastina Medya; PDK’ê ku hêzên xwe yêr taybet ên bi navê Parastin, Gulan û Zêrevanî bi cih kiribû, vê careke din jî çeteyên Roj li gundê Bankê yê Serê Metîna ku dikeve rojavayê Metîna û ber bi herêma Çiyaye Spî ve diçe, bi cih kirin. Ji aliyê çavkaniyên me yên taybet ve hatiye piştrastkirin ku dewleta Tirk a dagirker wê van hêzên çete bişîne herêmên ku darbe xwariye û nikaribû pêşde biçe dê van komên çete bişîne.
YEKÎNEYÊN TAYBET ÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER DARBEYÊN MEZIN XWARIN
Artêşa Tirk a dagirker ku tugayên xwe yên taybet ji Balikesir, Isparta, Bolu û Qeyseriyê anîn, nekarî bikevin çeperên gerîlayan ên li herêmên parastina Medyayê û derket holê ku koma yekemîn têkçûn û neçar ma paşde birevin. Piştre komeke taqwiyê hat şandin. Ew jî ji aliyê gerîlayên profesyonel ên ku bi veşartî li derdora tunelên şer veşartibûn, hatin gulebarankirin. Derket holê ku dewleta Tirk a dagirker a rûxmê qrîza aborî jiyan dike jî hêviya xwe bi çeteyên bi pere girêdabû têk çûn. Hate hînbûn ku ev hêzên ku li qadên parastina medyayê îmha bibin jî, werin jibîrkirin jî wê kes xwedî li wan dernekevin û bi hêsanî mirina wan wan bi hêsanî dikarin veşêrin jî pir zêde tên bikaranîn.
PWDK DI ÊRÎŞÊN DAGIRKERÎ Û QIRKIRINÊ DE ROLEKE ÇALAK GIRT SER XWE
Bi serdana Mesûd Barzanî ya 3’ê Tîrmehê ya Bexdayê re, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ku bi salan e didome, derbasî qonaxeke nû bû. Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya planên xwe yên êrîş û dagirkirinê de karwanekî leşkerî ku ji dehan tank û maşînên zirxî pêk dihat ber bi bajarokê Kanî Masî yê navçeya Amêdiyê ya Duhokê ve birin. Dîsa dîmenên dewleta Tirk a dagirker ku li Duhokê noqteyên kontrolê ava kirî û kontrolkirina nasnameya welatiyan di çapemeniyê de cih girt. Pêve girêdayî leşkerên dewleta Tirk a dagirker ketin gundên Başûrê Kurdistanê. Her wiha artêşa Tirk a dagirker bi bomberdûmankirina cihên sivîlan û gefan a li ser gel hewl dide gundan vala bike. Di nava agahiyên ku hatine bidestxistin de hevkarên PDK’ê yên ku di êrîşên dagirkerî û qirkirana yên li ser Kurdistanê de cih girtibûn, nuqteyên li gundê Erîze û gundê Şirte radestî leşkerên Tirk kirin. Dîsa ji aliyê çavkaniyên me yên taybet ve hate piştrastkirin ku PDK’ê 2 nuqteyên leşkerî yên nû li derdora Tengava Amediyê ava kiriye û artêşa Tirk li wir bi cih kiriye. Di çarçoveya planê de amadekariyên cudakirinê ji rojhilat ve Tepeya Colemêrgê, ji başûr Amediyê û herêma Metîna bikin. Hate hînbûn ku di çarçoveya dagirkirina Başûrê Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirk ve bi sedan gundên li herêmê hatin valakirin û PDK’ê jî bi awayekî aktîf piştgirî da vê yekê.
DEWLETA TIRK A KU DARBE SER DARBE DIXWE ASÊ MA!
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Dewleta Tirk a ku giranî da êrîşên dijwar ên teknîkî û hewayî, ji ber ku ji aliyê bejahî ve nekarî pêşde biçe, ji ber têkçûna li hemberî berxwedana gerîlayan bikaranîna çekên giran ên kîmyewî didomîne. Di dema ku li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin, berxwedana dîrokî ya gerîlayan hişt ku artêşa Tirk a dagirker nikaribe ji bejahiyê hereket bike. Tevî hemû propagandaya reş û medyaya troll ya dewleta Tirk a dagirker, şerê li Kurdistanê bi pêşengiya gerîla didome. Artêşa Tirk a dagirker ku bi salan e bi hemû teknîka xwe li dijî qadên gerîla operasyonên dagirkeriyê li dar dixe, li pêşberî berxwedana gerîlayan derbên giran xwarin.