• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

MIT Û Parastin Di Qadên Gerîlayan De GPS Bi Cih Dikin-NÛÇEYA TAYBET

NAVENDA NÛÇEYAN – Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê ku derbasî qonaxa îlhaqê bûye û ji roja destpêka êrîşan ve PDK bi awayek aktîf piştgirî dide, MÎT û Parastin jî cîhazên guhdarkirinê ya GPS di qadên gerîlayan de bi cih dike.

Yayınlayan Lekolin
12 September 2024
Kategori: Nûçe, Rastiyên MIT
245 16
A A
MIT Û Parastin Di Qadên Gerîlayan De GPS Bi Cih Dikin-NÛÇEYA TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Dewleta Tirk a dagirker ku di êrîşen xwe yên li ser Qadên Parastina Medyayê de tu encamên ku dixwaze negirt, bi 3’ê tîrmehê û şûn ve plana îlhaqkirinê xist meriyetê. PDK a ku ji roja destpêka êrîşên dewleta Tirk a dagirker hemû cure piştgiriyê dide wê, di çerçoveya plana hevpar a MÎT û Parastinê de li qadên gerîlayan cîhazên GPS bi cih dikin.

Li gor agahiyên me bidestxistiye, Parastin a ku bi perspektîfa MÎT’ê ketiye tevgerê zêdetirê 500 qart û cîhazên GPS’ê radestê qaşo fermandarê Foca Şeş a Çeteyên Roj Ehmed Heso kiriye. Hat ragihandin ku Parastin talîmat daye Ehmed Heso ku van qart û cîhazên GPS’ê bi riya şaneyên sîxûrên xwe li heremên Bamişmiş û Bagirmanê ya girêdayê navçeya Akrê ya Duhokê bi cih bike.

Li ser vê yekî çeteyê Roj Ehmed Heso van qartên GPS’ê bi riya tora sîxûrên xwe bi motorsîkletan derbasî van her du xetan kiriye û di nava dar û kevirên heremê de bi cih kirine.

Ehmed Heso ku bi eslê xwe ji navçeya Amûdê ya Qamişlo Rojavayê Kurdistanê ye qaşo fermandariya Foca 6’emîn a nava çeteyên Roj dike.

 

DI NAVA KEL Û PELÊN LOJÎSTÎKÊ DE JÎ GPS HATINE BICIHKIRIN

Parastin ku berê bi talîmata MÎT’ê dest danîbû ser maskeyên xazê yên ji gerîlayan re dihatin şandin, niha jî dest datîne ser kel û pelên lojîstîkê û hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker û qirker re derxist asta herî jor.

Li gor agahiyan Parastin a ku dest datîne ser kel û pelên lojîstîkê yên ji gerîlayên azadiyê re tên şandin, di nava van amûran de qartên GPS bi cih dike û bi riya mixtarên heremê re dişînin qadên gerîlayan.

Berê malpera me Lekolîn.org bi weşandina nûçeyek taybet dewleta Tirk a dagirker ji bo bingeha plana îlhaqkirinê ava bike mixtarên herêma Berwarî ji bo bike sîxûrên xwe civînan çêkiriye, deşifre kiribû.

BERÊ JÎ BI TALÎMATÊN MÎT’Ê FOTOKAPAN HATIBÛN DANÎN

Bi taybet di nava 3 salên dawî de hezên taybet ên girêdayên PDK a ku agahiyên derbarê guzergahên yekîneyên gerîlayan dida dewleta Tirk a dagirker, li ser van guzergehan fotokapan hatibûn bicihkirin û agahiyên wan rasterast ji Navenda Odeya Hevpar a MÎT û Parastinê re dihatin şandin. Di encama van agahiyan de ji aliyê hêzên taybet ên PDK’ê û artêşa dewleta Tirk a dagirker kemîn datanîn ser riya van çûn û hatina gerîlayan û êrîşan pêk tanîn.

AMADEKARIYA ÊRÎŞEKE NÛ 

Dewleta Tirk a dagirker ku di Qada Parastina Medyayê de asê maye û nikariye bigihêje armanca xwe ya heyanî havînê her der bixe bin kontrola xwe, bi erêkirina hikumeta Iraqê re û bi hevkariya PDK’ê re di nav amadekariya êrîşeke nû ya li ser heremên Şeladizê, Amediyê, Bagirmanê û Bamişmişê bike de ye.

Li gor agahiyan Parastin di vê çerçoveyê de sîxûrê hevpar a bi nasnav Şehreza tê naskirin û heremê baş nas dike erkdar kiriye. Tê gotin ku sîxûrê bi nasnav Şehreza di êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê de rolek aktîf leyistiye. Her wiha tê gotin ku Şehreza ji çeteyên Tirkmen ên bi armaya şîn anîne heremê re jî pêşengtiyê dike.

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê 

Etiketler: AmediyeBagirmanêBamişmişBARZANIÇeteyên RojEhmed HesoGerillayên AzadiyêGPSIraqMITParastinPDKseladize
Önceki yazı

PDK Hevkariya Xwe Ya Bi Dewleta Tirk a Dagirker Re Li Xwe Mikûr Hat– NUÇE ANALIZ

Sonraki Haber

Enatomiya Xiyanetkar û Ajanan – NÛÇEYA TAYBET

Benzer Haberler

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

3 June 2026
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be
Nûçe

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

2 June 2026
HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin
Nûçe

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

1 June 2026
Sonraki Haber
Enatomiya Xiyanetkar û Ajanan – NÛÇEYA TAYBET

Enatomiya Xiyanetkar û Ajanan - NÛÇEYA TAYBET

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    525 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    748 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist