• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên GOTAR

Mêtîngêrî Û Hilbijartin Bi Hev Re

Dewleta Tirk a dagirker ji bo plana Mîsaqî Milî bixe meriyetê ji sala 2018’an ve li Qadên Parastina Medyayê êrîşên xwe yên dagirkeriyê dide meşandin. Hêza herî hevkar a bi dewleta Tirk a dagirker re PDK ye.

Yayınlayan Lekolin
16 October 2024
Kategori: GOTAR
256 3
A A
Mêtîngêrî Û Hilbijartin Bi Hev Re
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Mijara têkiliya PDK/Malbata Barzanî bi dewleta Tirk a dagirker re êdî ji asta hevkariyê zûde derbaskiriye gihiştiye asta teslîmbûnê anku xiyanetê. Lewra niha li gor plana dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê ji asta tenê di aliyê leşkerî de dagirkirin derbas kiriye gihiştiye asta mêtîngêriyê anku îlhaqkirinê.

Ji ber ku ev mijar bi gelek belge, wêne û dîmenan deşifre bûye em naxwazin zêde dirêj bikin (jixwe pêwîst jî nake) tenê di nava 5 salên dawî de hinek ji wan bibîrxînin;

Ji bo leşkerên artêşa dewleta Tirk a dagirker karibin baregehên xwe ava bikin, bi şîrketên çêkirina rê û avahiyan AKP-MHP’ê re dest bi talankirina dar û berên Başûrê Kurdistanê kirin, piştre rê hatin çêkirin. Parastina van şîrketan jî ji aliyê hêzên taybet a PDK’ê ve dihatin kirin. Pêve girêdayî qereqolên seyar hatin avakirin, li pey hev noqteyên leşkerî yên hevkar hatin danîn. Êdî di bin navê ewlekariyê de bi sedan gund hatin valakirin û berê niştecihên heremê dane bajêran. Sewalvaniya ku jixwe li ber xilasbûnê bû bi vê awayî bi temamî dawî bû. Di van baregeh, noqte û qereqolên seyar de ji cerdevanên har ên Bakûrê Kurdistanê bigire, komên kontra, komên çete yên di heremên dagirkirî yên girêdayên dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ’iyan, di heman noqteyên leşkerî yên ku pêşmerge jî di navê de bûn hatin bicihkirin.

Ji bo gerîlayên azadiyê û Kurdên azad ên welatparêz jî karibin bişopînin di hêla îstîxbaratî de MÎT û Parastin bi hev re xebitîn û ev yek gihişt asta ku Odeya Hevbeş a îstîxbaratê were avakirin. Di dîmenên rojên dawî de jî derket holê ku bi sedan GPS, kamera û fotokapanan bi riya şaneyên îstîxbaratê ya vê Odeya Hevbeş ve hate danîn.

PDK hineke din jî pêşdetir çû û bi MÎT-leşkerên artêşê li ser riyên kontrolê ji Zaxo bigire heyanî Hewlerê bi hêzên taybet a PDK û pêşmergeyan re nasname û seyareyên niştecih-rêwîyan kontrol kirin.

Jixwe êdî Parastin hemû talîmatên xwe ji MÎT’ê digire û bi hev re li ser qedera Başûrê Kurdistanê jî civînan çêdikin, plan û biryarên kîrêt ên komplo, suîqast û provokasyonan girtin. Yek ji van planan jî şewitandina dikan, mal û milkê ji Zaxo, Duhok bigire heya Kerkûkê bû. Ev civîn û planên wan ji aliyê lekolin.org ve hatibû deşifrekirin.

Niha di bin van kiryarên qirêj, xiyaneta PDK’ê, mêtîngêrî ya dewleta Tirk a dagirker de li Başûrê Kurdistanê dê di 20’ê cotmehê de hilbijartinên parlementoya heremî pek were.

Bêguman ev hilbijartin bi taybet ji bo gelê Başûrê Kurdistan ji bo rê nedin mêtîngêrî û dagirkirina dewleta Tirk a dagirker pir girîng heya em dikarin bêjin ku jiyani-heyatî ye. Lewra ev hilbijartin di heman demî de ji bo dijminê Kurdan dewleta Tirk a dagirker û xiyanetkarê pê re PDK jî girîng e.

Ji bo ev hilbijartin çênebin, PDK di nava 5 salan de 4 caran taloq kir. Îro ji ber nikaribûye taloq bike, amadekariya hîle û manîpulasyonê dike. Ji bo vê jî hawara xwe avêtiye mamosteyê xwe AKP-MHP’ê ku di hilbijartinan de hîle û manîpulasyon avakirin de hoste ne.

Ji bo vê jî çawa di malpera lekolin.org de plana wan a hîle û manîpulekirina hilbijartinê hatî deşifrekirin, li pey hev bixin meriyetê. PDK a ku di hilbijartinên bihurî de bê isuliya wan derketibû holê ketiye nav metirsî û fikaran, biryar hat girtin ku bi talîmata Mensûr Barzanî, di pêşengtiya Sîdad Barzanî de ekîbek taybet were avakirin. Di civîna ku bi hevkariya MÎT-PDK’ê de hatî kirin, ji bo hîle û lêstikên wan ên di hilbijartinan aşkere nebe, biryar hate girtin ku li Halepçe û Silêmaniyê planeke qirêj bixin meriyetê. Li Silêmaniyê ekîbeke di bin pêşengtiya Bilind Mîralî de di bin navê xebatên partiyê ya PDK’ê de ji bo plana Parastinê bixebitin. Endamên Parastinê yên ku piştî civînê ketin hereketê, ji bo bi pisulayên deng û qartan hîle bikin bi berpirsê cîhazên kontrola qartan Elî Reşîd re hevdîtin kirine.

Her wiha li herêma Barzan, Şêladizê hewil didin ji hin kesan re mal û milk, pere pêşkeş bikin. Dîsa di van herêman de wek e çawa AKP-MHP bi riya ol-dînê de îstismar dikir û niştecihan ji bo dengê xwe bidin PDK’ê bi zorê ser Pirtuka Quranê sond didin xwarin.

Li Silêmaniyê ku YNK serwer e, PDK di wir de ji hilbijartinên berê hejmara namzetên xwe zêde kiriye. Lewra di hin tora civakî yên heremê de vê plana PDK’ê bi awayekî ku namzetên YNK’ê dê ji aliyê komên veşartî yên PDK’ê ve werin derbkirin.

Van hemûyan di çerçoveya tirsa PDK û dewleta Tirk a dagirker ku hilbijartinan winad bikin de digirin dest. Lewra windakirina PDK’ê di heman demî de windakirin û têkçûna plana îlhaqkirina dewleta Tirk a dagirker, hikumeta AKP-MHP a faşist e.

Aras ŞAHO

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

 

Etiketler: Başurê KurdistanDewleta Tirk a dagirkerDuhokFaşizma AKP-MHPhewlerMITParastinPDKSileymanîYNKzaxo
Önceki yazı

PDK-MÎT Ekîbek Taybet Ava Kir: Ji Bo Hilbjartinên Parlementoyê Plana Manîpulasyonê-NÛÇEYA TAYBET

Sonraki Haber

Li Behdînanê Planeke Xapînok a Tirkiye Û PDK’ê Ya Ji Bo Hilbijartinan- NÛÇEYA TAYBET

Benzer Haberler

Ji Baba Îshaq heta Sirri Sureya: Kevneşopiya Berxwedana Semsûrê
GOTAR

Ji Baba Îshaq heta Sirri Sureya: Kevneşopiya Berxwedana Semsûrê

23 May 2026
Qada Şerê Nû ya Rojhilata Navîn: Paşeroja Dijwar a Sûriyeyê
GOTAR

Qada Şerê Nû ya Rojhilata Navîn: Paşeroja Dijwar a Sûriyeyê

21 May 2026
Gelo Hunermend Mem Ararat Dixwaze Çi Bike?
GOTAR

Gelo Hunermend Mem Ararat Dixwaze Çi Bike?

17 May 2026
Sonraki Haber
Li Behdînanê Planeke Xapînok a Tirkiye Û PDK’ê Ya Ji Bo Hilbijartinan- NÛÇEYA TAYBET

Li Behdînanê Planeke Xapînok a Tirkiye Û PDK’ê Ya Ji Bo Hilbijartinan- NÛÇEYA TAYBET

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist