• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

Plana Provokasyonê ya Hevbeş a Rûsya û Dewleta Tirk – NÛÇEYA TAYBET

NAVENDA NÛÇEYAN - Hat zanîn ku Rûsyaya ku nekarî ketina Şamê ya bi destê HTŞ’ê hezim bike, bi Dewleta Tirk a dagirker re li Odeya Îstîxbarata Hevbeş a ku li Himemîmê ava kiribûn, ji bo pêşî li tifaqa ku dê di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hikûmeta nû de bigre, amadekariya planên provokasyonê dike. Hate diyarkirin ku Dewleta Tirk a dagirker wê 550 çeteyên DAIŞ’ê yên ku bi taybet nêzî salekê li Samsûnê perwerde kiribun, bişîne xeta êrîşê ya Kobanê-Reqa-Dêrezorê.

Yayınlayan Lekolin
15 December 2024
Kategori: Nûçe
260 11
A A
Plana Provokasyonê ya Hevbeş a Rûsya û Dewleta Tirk – NÛÇEYA TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Bi piştgiriya dewletên rojavayî û Dewleta Tirk a Dagirker, Heyat Tehrîr El Şam (HTŞ) di 27’ê Mijdarê de êrîş birin ser Helebê, di demeke kurt de di nava 12 rojan de derbasî Şamê bûn û Rûsyaya ku nekarî hilweşîna Rejîma Baas a 61 salî hezim bike, hat zanîn ku li Baregeha Hewayî ya Rûsyayê ya Himêmîm bi Dewleta Tirk a dagirker re odeyeke îstîxbaratê ya hevpar hatiye avakirin. Hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker wê hemû agahiyên îstîxbaratî yên derbarê HTŞ’ê yên li herêmê bi Rûsyayê re parve bike, Rusya jî bi parvekirina agahiyên li ser Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên QSD ê bi Dewleta Tirk a dagirker re parve bike.

Dewleta Tirk a dagirker ku ji Rûsyayê di derbarê nuqteyên hêzên QSD’ê bi taybet xeta Minbic, Kobanê, Reqa û Dêrezorê agahî xwestine, her wiha di nava agahiyên hatine bi destxistin de Dewleta Tirk a Dagirker wê koordînatên noqte û kesayetên berpirsyar yên li gundewarê Helebê û xeta Idlibê yên HTŞ’ê bi Rûsyayê re parve bike.

Hat eşkere kirin ku dewleta Tirk a dagirker ji bo ku eşîrên Kurd û Ereb li hember hev rabin, bi taybet li Reqa û Hesekê, wekî ku beriya niha ji şaneyên razayî yên rejîma Baas xwestibû ku li beramberî îstîxbarata Rûsya tevlîhevî, gengeşiyan ava bike di herêmê de.

JI BO ÊRÎŞÊ KOBANÊ HINCETAN AVA BIKE LI ÎZMÎR Û STENBOLÊ PLANÊN PROVOKASYONÊ 

Dewleta Tirk a dagirker û Rûsya, ku ji bo têkbirina hevbendiya di navbera hikûmeta nû ya demkî ya li Şamê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, amadekariya pêkanîna planeke piralî dikin, dixwazin ji bo êrîşên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hincetekê çêbikin. bi taybetî jî xeta Kobanê-Reqqayê. Hate hînbûn ku bi rêbaza ku dewleta Tirk a dagirker berê hatiye ceribandin, xwestine bi pêkanîna çalakiyên ku wê li bajarên wekî Îzmîr, Bûrsa û Stenbolê teqîn û alozî çêbike û kiryarên wan jî wek e ji aliyê hêzên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye ve hatiye kirin bidin nîşandan. Bi vê awayî ji bo êrîşê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye bi taybet jî Kobanê bikin hincetan bidin avakirin. Hate ragihandin ku eger ev plan derkeve holê, wê Rûsya bi hinceta ku dewleta Tirk a dagirker di êrîşa HTŞ’ê ya li ser Helebê de wan xapandiye, bikeve dewrê û berpirsyariya van kiryaran bigire ser xwe.

550 ÇETEYÊN DAIŞ’Î YÊN LI SAMSÛNÊ BI TAYBET HATINE PERWERDEKIRIN LI SÎNOR SEKINÎNE

Her wiha hat ragihandin ku 550 çeteyên DAIŞ’ê ku nêzî salekê li Samsûnê bi taybet perwerde dîtine, di çarçoveya hemû planên xapînok û qirêj de ji bo bixin tevgerê li ser sînorê Kobanê hatine sekinandin. Hate hînbûn ku 550 çeteyên DAIŞ’ê bi berpirsyariya serçeteyê bi navê kod Ebû Fetih ku berê berpirsyarê lojîstîka Herêma Reqayê ya DAIŞ’ê bû, wê di xeta Kobanê, Reqa-Dêrazorê de bi provokasyonên ji aliyê şaneyên razayî ve werin kirin re li dijî hêzên ewlekariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên sizmayê -ketina hundir pêk bînin.

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: AmerikaDagirkeriya TirkDAISDêrazorKOBANERekkaRêveberiya XweserROJAVARusyaTepka
Önceki yazı

Gelo HTŞ Tenê Beşek Ji Nû Ve Dizayna Rojhilata Navîn e? JI EDITOR

Sonraki Haber

MÎT’ê Piştî Rûsyayê Niha JÎ Bi HTŞ’ê Re li Şamê Odeya Îstîxbarata Hevbeş Ava Kir – NÛÇEYA TAYBET

Benzer Haberler

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

3 June 2026
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be
Nûçe

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

2 June 2026
HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin
Nûçe

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

1 June 2026
Sonraki Haber
MÎT’ê Piştî Rûsyayê Niha JÎ Bi HTŞ’ê Re li Şamê Odeya Îstîxbarata Hevbeş Ava Kir – NÛÇEYA TAYBET

MÎT'ê Piştî Rûsyayê Niha JÎ Bi HTŞ'ê Re li Şamê Odeya Îstîxbarata Hevbeş Ava Kir – NÛÇEYA TAYBET

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    526 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 132
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    748 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist