Dewleta Tirk a dagirker ku hemwext bi êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên di 27’ê Mijdarê de li ser Helebê ket tevgere, êrîşên xwe yên li ser Rojava û bi taybetî jî li herêma Tişrîn û Qerekozak zêde kir, têkiliyên xwe yên bi HTŞ’ê re ku hewl dide hikûmeteke nû li Şamê ava bike kûrtir kir. Di vê mijarê de em, tîmeke taybet a ku Komara Tirk a dagirker bi alîkariya MÎT’ê li Şamê bi cih kiriye eşkere dikin.
Li gor agahiyên ku wek Lekolin.org bi dest xistiye , piştî hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê faşîst Hakan Fîdan bi Colanî re di 22’ê Kanûnê 2025’an de li Şamê pêk hat, heyeta Enqereyê di 5’ê Çile de li Şamê bi wezîrên hikûmeta nû re hevdîtin pêk anî. Hate hînbûn ku li qesra hikûmetê berpirsekî payebilind ê MÎT’ê hatiye tayînkirin.
Dewleta Tirk a dagirker ku hewl dide dagirkeriya xwe li tevahiya Sûriyeyê mayînde bike, bi rêya MÎT’ê dixwaze herêmê ji aliyê siyasî û dîplomatîk ve bixe bin kontrola xwe. Di vê çarçoveyê de hat hînbûn ku MÎT’ê ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya ku HTŞ’ê li Şamê ava kiriye, li gel berpirsekî xwe yê payebilind tîmeke taybet bi cih kiriye.
Navên tîmên taybet ên MÎT’ê yên li Şamê bi cih bûne wiha ne:
-İbrahîm Said; Endamê MÎT’ê yê li Sûriyeyê dijî, xwedî nasnameya Tirk e. Berpirsiyarê organîzekirina serdanên şandên ewropî û erebî yên Sûriyê ye.
-Emre Bahar; Li Konyayê hatiye dinê. Berpirsiyarê karên derve li qesra Şamê ye.
-Nurtan Pınar li Enqereyê hatiye dinyayê. Rêveberê mektebeke şerîetê ye. Berpirsiyarê organîzekirina serdanên Şerîa yên navxweyî li Şamê.
-Kenan Kaya li Bursayê hatiye dinê. Berpirsiyarê rêxistinên di navbera Qesra Şamê û Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de ye.
-Hikmet Akif berpirsê pêwendiyên giştî li Şamê ye.
Axaftina Wezîrê Karên Derve yê faşîst Hakan Fîdan a “HTŞ’ê bi salan e bi me re hevkariyê dike” ya ku behsa serdema serokê MÎT’ê dike, tiştên ku me li jor diyar kirin careke din piştrast dike. Her wiha peywendiyên di navbera HTS ya baskê El Qaîdeyê ku hîn ji lîsteya terorê nehatiye derxistin û Komara Tirk a dagirker eşkere kir.
Malpera me Lekolin.org di nûçeya xwe ya 23ê Kanûna 2024an de diyar kiribû ku HTŞ li gelek herêmên Sûriyeyê bi taybetî li Şam û Helebê bi MÎTê re baregeheyên hevpar ava kiriye.
Her wiha di nûçeyeke din a 8’ê Çileya 2025’an de ku tê de bal kişand ser wê yekê ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bandora xwe ya siyasî, aborî û leşkerî li Sûriyeyê bi cih bike. Hat eşkere kirin ku dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 500 leşker û karmendén payebilind li Şam û heremén din bi cih kirine.