Dewleta Tirk a dagirker ku bi ketina rejima Baas bi destê çeteyên xwe ketin tevgerê û dest bi erişan kir niha jî bi perspektifên MİTê û bi rêya çeteyên xwe dixwazin aloziya Sûriyê kur bikin. Bi taybet piştî dagirkirina Minbicê di nava bajêr de bi dehan teqemenî çêbûn û ji aliyê ragihandina xwe ve QSD’ê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tawanbar kirin. Em wek lekolin.org pişt perdeya van teqemeniya ku bi dehan sivilan jiyana xwe ji dest dane eşkere dikin.
Di dîroka 3’ê Sibatê de li ser rêya ketina Minbicê de seyareyek “Hyundai H100” bombe barkirî teqiya, di encama vê buyera hovane de di hundurê seyarê de yek ji wan zarok 15 jinên karkerên çandiniyê jiyana xwe ji dest dan.
Derket holê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ve hatiye pêkanîn.
Li gor agahiyên ku me bi dest xistine çeteyê bi navê Welîd El Casim – Sêf el Emşa ku bi xwe dibe birayê serçeteyê Koma El El Emşat a bi navê Ebu Emşa di vê êrişa hovane de rola sereke lîstiye. Her wiha di pêkanîna erîşê de yek ji berpirsê komên teqemenî ya Koma El Emşat Qeys Eyyan ku bi nave Ebu Silêman tê naskirin cîh girtiye.
ÊRÎŞÊ MÎT ORGANÎZE KIRIYE
Li gor agahiya ku çavkaniya pê bawer hatî diyarkirin ku ji beriya teqemeniya Minbicê bi 4 rojan, amadekariya wê bi destê MIT’ê û serçeteyên girêdayî wê hatiye amadekirin. Armanc ew bû ku li navenda bajarê Minbic teqîn were pêkanîn û Rêveberiya Xweser û Hêzên Suriye Demokratik (QSD) were tewambar kirin.
Hat piştrast kirin ku di teqîna di 3’ê Sibatê de li Bajarê Minbic pêkhatibu de, rêxistinkirin û fermana teqînê ji aliyê Fermandarek Tirk yê bi navê Cengîz Ebu Diyap ve hatiye dayîn. Cengîz Ebu Diyap di heman demî de pisporê çêkirina teqemeniyan e.
Yûnis Emşa ebû Hemza jî wekî berpisyarê ewlekariya koma çeteyên El Emşat ku yêkser talimatan ji MİTê digre cihê xwe di vê bûyera teqînê de girt.
EV NE BUYERA YÊKEM E!
Jixwe di ragihandinê de gelek bûyerên bi vê rengî yên li Bajarê Minbicê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayên wê bibûn rojev.
Di dîroka 17 Çile 2019’an de teqîna li Bajarê Minbic pêkhatibu, Rêxistina DAIŞ girtibu ser xwe ku wan ev erîş pêk aniye. Lê di vê êrîşê de piştî lêkolîna Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rojava eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker bi destê MIT’ê û DAIŞ’ê ew teqîn rêxistinkiribû.
Çeteyê bi navê E.C El Tirkî ku ji aliyê QSD û Kolalisyona Navnetewî hatibu girtin, li xwe mikûr hatibû. Dewleta Tirk a dagirker beriya vê erîşê bi heftiyek ji bajarê Cereblusê ev kes rêxistin kir û heman demê de amurên teqemeniyê derbasî bajarê Minbic kiribû.
Yên ku li pişt teqînên Minbicê ne, komên çeteyên Tirkmen in ku gelek Tirk û Ozbek tê de hene. Heman çeteyan ku di dema dagirkirina bajêr de li nexweşxaneyên Minbicê di înfazkirina birîndarên şer de cih girtiye.