• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Analîz Siyasî

MÎT Li Helebê Li Pey Planên Qirêj Ên Nû Ye – NÛÇE ANALÎZ

HELEB- Dewleta Tirk a dagirker ku bi rûxandina Rejîma Baasê re ji aliyekê ve serweriya xwe ya li ser Helebê berfireh bike li aliyê din jî li ser heremên Kurdan jî dixwaze planên qirêj bixe meriyetê.

Yayınlayan Militan Rêhat
11 February 2025
Kategori: Analîz Siyasî, Nûçe
257 2
A A
MÎT Li Helebê Li Pey Planên Qirêj Ên Nû Ye – NÛÇE ANALÎZ
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Di 27’ê Mijdarê de ji aliyê HTŞ’ê ve duyemîn bajarê mezin a Sûriyê Helebê hate girtin, hevdem dewleta Tirk a dagirker ku di serî de leşkerî û piştre jî di warê siyasî, aborî û dîplomatîk de ketiye tevgeriyê, hewil dide di nava hikûmeta demkî ya ku li Sûriyeyê hatiye avakirin de pozîsyona xwe xurtir bike. Di heman demê de bi alîkariya MÎT’ê planên xwe yên qirêj ên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê xistiye meriyetê.

Eşkere tê dîtin ku MÎT’ê ji bo kontrolkirina hemû sazî û nuqteyên stratejîk ên Sûriyeyê hem di aliyê teknîkî, hem jî di warê leşkerî û hem jî di aliyê binesaziyê de dest bi plansaziyê kiriye. Hefteyek piştî ku Heleb ji aliyê çeteyên HTŞ’ê ve hat girtin, komek endamên yekîneya îstîxbarata MÎT’ê ku bi taybetî dişopînin, guhdarî dikin, ketin Helebê û xwe di nava şîrketên Sûriyetel, MTN û telefonê de bi cih kirin. Hate hînbûn ku ev koma girêdayî MÎT’ê ji bo şopandina giştî ya telefonê li Helebê bi cih bûne.

BINGEHA ÊRÎŞÊ TÊ AMADEKIRIN!

Heya niha hêzên HTŞ’ê êrîşeke berfireh li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê ku Kurd lê dijîn, nekiriye û hewl nedaye Kurdan ji van herêman derxîne, lê komên çete yên El Emşat û Silêman Şah ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker gelek caran hewl dane bikevin hundir û êrîş bikin. Hemû êrîş ji aliyê hêzên xweparastinê yên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ve hatin şikandin.

Dewleta Tirk a dagirker ku bi van êrîşan negihîşt armanca xwe, bi aktîfkirina MÎT’ê careke din hewl dide encamê bigire. Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên pêbawer bi dest xistine, MÎT’ê  serçeteyê bi navê Ebû Malik ê ku di nava HTŞ’ê de li bajarê Helebê bi cih kiriye û çeteyên di bin kontrola wî de li herêmên ku piraniya sivîlan li Helebê ne, teqandinên mezin erkdar kiriye.

Di heman demê de bi teqînên plankirî re, bi afirandina feraseta ku teqemenî ji taxên Şex Meqsud û Eşrefiye hatine û bi malperên tora civakî û ragihandina şerê taybet û çeteyên MÎT’ê bidin nîşandan ku kesên teqînan an jî bûyeran dikin ji van taxan êrîş pêk anîne. Bi van teqînên ku bi hemdem pêk bînin re armanc dikin ku hêzên xweparastinê yên li herêmê sûcdar bike. Bi vî awayî wê zemîna êrîşên komên çete yên di nava HTŞ’ê de li ser taxên Şex Meqsûd û Eşrefiye yên ku Kurd lê dijîn, were amadekirin.

Beriya niha jî heman kes erka teqandina wesayîtekê di nav sivîlan de li bajarê Tertûs ê li peravên Sûriyê dabû. Ev êrîş bi armanca tawanbarkirina bermahiyên rejîma kevin û rewakirina ketina Heyet Tehrîr El-Şam bo vê herêmê pêk hat.

Her wiha hat hînbûn ku çeteyên MÎT’ê yên pispor ên kujer hatine erkdarkirin ku sivîlên li derdora girê Elirmon, Şex Meqsûd û Eşrefiye hedef bigirin. Bi vî rengî wê bi bersivdayîna Hêzên Erka Xweparastinê re bingeha pevçûnan ava bibe.

MÎT RAPORA KOMPLOYÊ PÊŞKEŞÊ KONSOLOSXANEYA AMERÎKA YA ENQERÊ KIRIYE

Hate hînbûn ku rayedarên MÎT’ê di 5’ê Sibatê de li Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê bi heyeta Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA) yê re hevdîtineke veşartî pêk anîne. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de rayedarên MÎT’ê têkildarî herêmên Kurdan ên li Helebê raporek pêşkêşî heyeta DYA’yê kirine. Di raporê de hat îdiakirin ku “Hêzên Kurd bi hevkariya pêkhateyên Îranê yên ku berê li Heleb û gundewarê wê bi cih bûne, xwe amade dikin ku êrîşî taxên din bikin û serweriyê bikin. Ji şandeyê re hat gotin ku divê hêzên kurdî ji van taxan vekişin da ku li Heleb û gundewarên wê alozî çênebe û pêwîst e hikûmeta nû ya Sûriyê ji bo ewlehiya giştî derbasî van taxan bibe”.

HEMÛ HEWLÊDÊN HETA NÎHA HATIN KIRIN VALA HATINE DERXISTIN

Dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze mudaxeleyê danûstandinên di navbera Şam û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava de diqewimin an jî wê biqewimin dike, gelek hewl da ku Rêveberiya Xweser a Rojava û hêzên QSD’ê reş bike.

Weke ku tê zanîn di 10ê Çileya 2025an de Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) ragihandibû ku li Helebê wesayîteke bombebarkirî hatiye desteserkirin û ew ji herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê yên di bin kontrola QSDê de ye. Bi lez û bez derket holê ku rasterast sûcdarkirina hêzên QSD’ê bêyî lêkolînkirina wesayîta ku hatiye desteserkirin, senaryoyek ji aliyê komên çete yên girêdayî MÎT’ê ve hatiye amadekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê têkildarî bûyerê wiha got: “Em piştrast dikin ku ev tohmet derew in, zû ne û delîlên rastî û lêkolînên zelal nînin. Tê zanîn ku herêmên Helebê ji herêmên di bin kontrola me de vediqetînin, tijî komên çete yên girêdayî Tirkiyê ne. Ev kom hewl didin ewlehî û aramiyê têk bidin û atmosfera erênî ya ku ji ber diyaloga berdewam di navbera hêzên me û Rêveberiya Operasyonên Leşkerî de li Şamê çêdibe sabote bikin.” Daxuyaniya wî komploya ku MÎT’ê amade kiribû pûç kir.

Militan RÊHAT

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: EşrefiyeHELEBKurdMITPlanên QirêjQSDROJAVASEXMEQSUD
Önceki yazı

Em Sucdarên Teqînên Li Minbic’ê Eşkere Dikin- NUÇA TAYBET

Sonraki Haber

Emîrê DAIŞê ji bo peywendiyên di navbera MÎT û Şamê de hat erkdarkirin – NÛÇEYA TAYBET

Benzer Haberler

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk
Analîz Siyasî

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

4 June 2026
Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

3 June 2026
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be
Nûçe

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

2 June 2026
Sonraki Haber
Emîrê DAIŞê ji bo peywendiyên di navbera MÎT û Şamê de hat erkdarkirin – NÛÇEYA TAYBET

Emîrê DAIŞê ji bo peywendiyên di navbera MÎT û Şamê de hat erkdarkirin – NÛÇEYA TAYBET

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    525 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    748 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist