• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

MÎT Û HTŞ Ji Bo Êrîşê Durziyan Bike Bingeh Amade Dike – NÛÇE TAYBET

ŞAM - HTŞ û MÎT’ê ji bo hincet ji êrîşên ser civaka Durziyan a li Suwêda bike şaneyên razayî yên DAIŞ’ê xiste tevgerê.

Yayınlayan Lekolin
7 March 2025
Kategori: Nûçe
249 16
A A
MÎT Û HTŞ Ji Bo Êrîşê Durziyan Bike Bingeh Amade Dike – NÛÇE TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Piştî ku HTŞ’ê Şam bi dest xist, li ser esasê ku rêveberiyek nenavendî naxwazin û daxwaza rêveberiyek xweser kirin zext û êrîş birin ser civaka Durziyan a li Suweda, Quneytra û Cerema kirin. Li ser vê esasî ku Durziyan dev ji vê daxwaza xwe bernedan bi avakirina Meclîsa Leşkerî ya Suwêda re xweseriya xwe îlan kirin. Piştî rejîma Esad desthiladariya Şamê ya HTŞ’ê jî ku zextan li ser Durziyan kêm nekirin, piştî Suwêda, Quneytra herî dawî jî li Ceremayê Durziyan li dijî êrîş û zextên desthiladariya Şamê derketin serhildanan. Li ser vê esasî îstîxbarata HTŞ’ê bi perspektîfa MÎT’ê ji bo mudaxeleyê tund li ser Durziyan bike bi riya şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ’ê amadekarî hatine kirin.

Xwepêşandanên li dijî desthilatdariya niha ya HTŞ ya Şamê ji roja yekem ve li Suweda, Cerema, Latkiye, Tertûs, Cebalî, Hums, Hema û Deraayê berdewam in, ji şeva borî ve veguherî pevçûnên bi xwîn. Di pevçûnan de zêdeyî 138 sivîl hatin qetilkirin. Malên sivîlan hatin talankirin û şewitandin.

Dema gelê herêmê li dijî êrîşên hovane yên HTŞ û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk parastina xwe çekdarî kirin, MÎT û HTŞ’ê jî bi kordîne şaneyên DAIŞ’ê aktîf kirin. Her ku pevçûn dijwar bûn, HTŞ’ê ji Şam, Hama, Idlib, Heleb û Dêrezorê, li ser bajarên peravê yên ku pevçûn lê jiyan dikirin, êrîş kirin. Çeteyên artêşa Surî yên girêdayî dewleta Tirk ji Efrîn, Bab, Ezaz û Cerabulusê jî hêzên xwe seferber kirin.

Ji aliyê din ve jî agahî hene ku Wezareta Berevaniya Netewî ya Tirkiyê di ser Deriyê Sînor ê Bab El Hewa re hêzên leşkerî şandine Sûriyê.

PLANA ÊRÎŞÊ JI MÎT Û HTŞ

Êrîşên çekdarî yên hovane li bajarên peravê yên li dijî gelê Durzî û Elewî hedef tên girtin her ku diçe mezintir dibe, hate piştrast kirin ku planên êrîşê ji aliyê MÎT û HTŞ’ê ve bi hev re hatine amadekirin.

Li gorî agahiyên ku me wek Lekolin.org bi dest xistine, di hefteya derbasbuyî de ya Sibatê de li Konsolosxaneya Tirkiyê a Şamê di navbera rayedarên MÎT’ê û fermandarên HTŞ’ê de hevdîtinek pêk hat. Navê rayedarên MÎT’ê yên beşdarî civînê bûn Kurt Ergen ê 45 salî û Mihemmed Heyuz e. Hat piştrast kirin ku her du kesayet ji dosyayên DAIŞ, Suweda û Deraa berpirsyar in.

Di heman demê de ji nava HTŞ’ê Xeldûn El Daxir, Ebû Hefîs El Qelemoni, Miyeser El Deraawî, Ebû Mihmmed El Dereewî, Mecîd El Dilêmî û Ebû Hesen El Iraqî jî beşdarî civînê ( hevdîtin ) bûn.

Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, rayedarên MÎT’ê di civînê de ev ferman dane fermandarên HTŞ’ê:

HTŞ divê serweriya xwe li ser herêma Suweydayê û bejahiya wê pêk bîne û rê li ber belavbûna Durziyan li herêmên din bigire û di heman demê de alozî çêbike ku pêwîstî bi destwerdana hêzên Ewlekariya Giştî ya girêdayî HTŞ’ê li herêmê hebe. Ev yek divê bi destê şaneyên DAIŞê bên aktîfkirin.

Piştî civînê MÎT’ê şaneyên DAIŞ’ê yên li herêmê seferber kir. MIT ê çiraya kesk ji êrîşî herêmên ku Durzî û Elewî lê dijîn bike pêxist. Bi vî rengî bingeh hat amadekirin ku hêzên HTŞ’ê destwerdan û êrîşê herêmên bikin û hebûna DAIŞ’ê ji xwe re bikin hincet.

Li gorî plana ku ji aliyê MÎT û HTŞ’ê ve hatiye amadekirin, hat zanîn ku şaneyên DAIŞ’ê li bejahiya Celxim, li rojhilatê çola Suwêda û li deşta beramberî gundên bejahiya rojhilatê Suwêda, li gundên herêma El Deyase, li derdora El Keraa, Tilul El Sefa û li herêma Ebû Şaristanê ku 7 kîlometre dûrî sînorê Urdunê ne, hatine bicihkirin.

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: DAISDurzîhtşHumsMITSamSuwedaTartus
Önceki yazı

Banga Aşitî û Civaka Demokratîk: Bandora Pinpinîkê

Sonraki Haber

Dewleta Tirk Wê Kengê Ji 80 Baregehên Başûrê Kurdistanê Vekişe?

Benzer Haberler

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

3 June 2026
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be
Nûçe

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

2 June 2026
HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin
Nûçe

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

1 June 2026
Sonraki Haber
Dewleta Tirk Wê Kengê Ji 80 Baregehên Başûrê Kurdistanê Vekişe?

Dewleta Tirk Wê Kengê Ji 80 Baregehên Başûrê Kurdistanê Vekişe?

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist