• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Analîz Siyasî

Berpirsiyarên Komkujiya Elewiyan a li Herêma Perava Suriyê – NÛÇE ANALÎZ

NAVENDA NÛÇEYAN – Em kiryarên êrîşên komkujiyê yên li dijî civaka Elewî yên li bajarên peravên Sûriyeyê bi taybetî Lazqiye û Tertûsê her ku diçe zêde dibin, çawa û ji aliyê kijan koman ve tên kirin aşkere dikin.

Yayınlayan Militan Rêhat
12 March 2025
Kategori: Analîz Siyasî, Nûçe
244 15
A A
Berpirsiyarên Komkujiya Elewiyan a li Herêma Perava Suriyê – NÛÇE ANALÎZ
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Çeteyên cîhadî yên radîkal ên di nava Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) de ku piştî rûxandina rejîma Esad a Sûriyeyê di şeva 8’ê Cotmehê de hatin ser desthilatdariyê û çeteyên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SNA) yên girêdayî dewleta Tirk êrîşên xwe yên qirkirinê yên li dijî Durzî û Elewiyan didomînin. Em ê berpirsyarên van êrîşên qirkirinê yên ku MÎT’ê bi xwe bi çeteyên cîhadî yên radîkal ên di nava HTŞ’ê de li hev kirine yek bi yek eşkere bikin.

Di dema ku operasyona hêzên HTŞ’ê yên di 4’ê Adarê de li taxa Datur a Laziqiyê û operasyonên piştî wê yên li dijî Ceble di 6’ê Adarê de veguherî şerê çekdarî, çeteyên cîhadî yên ku li herêmê xurt bûne di bin navê “Em bermahiyên alîgirên Esed paqij dikin” li dijî Elewiyan komkujî pêk anîn. Li gorî daneyên dawî yên fermî, hejmara sivîlên hatin qetilkirin derket hezar û 331 kesî. Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku zêdeyî 2 hezar Elewî hatine qetilkirin. Li Laziqiye, Tertûs, Hama û Humsê nêzî 50 kuştinên komî hatin kirin. Malbatên Elewî yên ku ji komkujiyê rizgar bûne koçî baregeha Himeymimê kirin, hat hînbûn ku Rûsan tiştek ji wan re nekiriye, tenê li ber baregehê çend kon dane wan ku tê de bimînin û hinek xwarin belav kirine.

Malpera me Lekolin.org di Nûçeya Taybet a 7’ê Adarê de eşkere kir ku plana van êrîşan di hefteya dawî ya meha Sibatê de di hevdîtina rayedarên MÎT’ê û fermandarên HTŞ’ê yên li Sefaretxaneya Tirk a li Şamê de hatiye çêkirin.

Hêzên operasyona leşkerî ya girêdayî hikûmeta Colanî nekarîn bi temamî li Laziqiyê û derdora wê serwer bibin. Dîsa hin tax, gund û hin bajarokên Cebleyê hê jî di bin kontrolê de ne. Piraniya kesên ku di êrîşên heta niha berdewam dikin de ji komên çete pêk tên di Wezareta Parastinê û Rêxistina Ewlekariya Giştî de ku qaşo ji aliyê hikumeta Colanî ve hatine avakirin de nînin.

Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên pêbawer bi dest xistine, qetlîamên li dijî gelê Elewî yên li bajarên peravê yên Sûriyeyê ji aliyê Halîl Paşa bi nasnav General Aslan ê bi eslê xwe Rihayê û yek ji rayedarên MÎT’ê yên li qadê ye, pêk tîne. Hat diyarkirin ku Aslan, zêdetirî hezar çeteyên ku ji wan 600 ji koma bi navê “Gurên Boz” û 70 jî ji çeteyên DAIŞ’ê yên bi navê “Tenatî” li Banyas, El Hifê, bejahiya Ceble, Ceble û Akademiya Leşkerî bi cih kiriye.

Li gorî agahiyên hatin girtin, hate hînbûn ku MÎT’ê di şeva 7’ê Adarê de piştî ku hêzên çekdar ên herêmê bersiva çeteyên ku komkujî kirin û zêdeyî 321 çete hatin kuştin, MÎT’ê li avahiya Wezareta Parastinê bi pêşengên çeteyan re civîneke 2 saetan pêk anî. Di civînê de biryar hat dayîn ku hêzan zêdetir bişînin bajarên peravê. Roja din bi hezaran çeteyên ji Tûgaya 62, Silêman Şah, Tûgaya El Vakkas (ku piraniya wan ji çeteyên DAIŞ’ê pêk tê), komên çete El Esaib El Hamra, Sultan Murad û El Emşat, teqwiyeyê bajarên peravê kirine.

JI BO ŞEWTANDINA MALAN DU KOMÊN ÇETE HATIN ERKDARKIRIN

Çeteyên ku bi perspektîfên MÎT’ê tevdigerin, bi awayekî organîze qetlîamên Elewiyan pêk anîn. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, MÎT’ê ji bo şewitandina malên Elewî 2 komên çete erkdar kiriye. Yek ji wan jî koma Ensar El Sunne ya bi serokatiya Mihemed El Xalidî ye ku nasnavên Ebû Zir El Hak û Ebû Mutasim El Turkî bi kar tîne; Yê din komeke girêdayî fermandarê HTŞ Ebû Kemal El Deyrî (li Dêrezorê-Meyadîn ji dayik bûye). Hate hînbûn ku ev her du komên girêdayî MÎT’a Tirk ji ofîsa MÎT’ê ya Dîlokê (Antep) dihatin birêvebirin. MÎT’ê bi şewatan haydar bû, di gelek dîmenan de mal û zevî hatin şewitandin. Çeteyên girêdayî van koman ji bejahiya Laziqiyê heta Qirdaha û herêmên peravê ku piraniya wan Elewî û Xiristiyan in, li herêmên berfireh bi cih bûne. Bi vî awayî destpêkirina guhertina demografîk bi awayekî ku tu gumanan çênebe hat dayîn.

PÊŞÎ ŞEWITANDIN Û NIHA Jİ BICIH DIBIN

Polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk ên ku em jê re ne xerîb in, li bajarên peravên Sûriyeyê jî xistin meriyetê. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, MÎT’ê ji bo kirîna zeviyên şewitî yên Elewî û Xiristiyanan bi bihayekî erzan, wezîfe daye bazirganên Sûriyeyê yên girêdayî xwe û hikûmeta HTŞ’ê.

Ev bazirgan xwedî sermiyanên mezin in û li Dêraz, Sermeda, Cerablus û Ezazê buroyên wan ên pevguherînê (dovîz) hene, li Reyhanli, Antakya, Bursa û Îzmîrê jî buro û şîrket hene. Hate hînbûn ku van şîrketan çeteyên bi pasaportên sexte û navên cuda derbasî Sûriyeyê kirine.

Her wiha li gorî plansaziya MÎT’ê li ser erdên ku hatine kirîn xalên ewlehiyê yên hevpar ên Tirkiye-Şamê dê bên avakirin û ji bo artêşa Tirk li bajar û bajarokên peravê serwer bibe dê baregehên Tirkiyeyê bên avakirin. Ev jî li ser perspektîfa Serokatiya MÎT’ê ya “Divê zêdetir baregehên Tirkiyeyê li peravê bên avakirin” pêk tê.

Planeke din a MÎT’ê, weke ku me li jor jî anî ziman, ew e ku çeteyên biyanî û ereb (wekî El Hizbî El Îslamî û Ensar El Sunna) ku komkujiyên Elewiyan pêk anîne, ji herêmên sînor derbasî herêmên elewiyan bibin. MÎT bi vê armancê dixwaze şêniyên gund koçber bikin û li şûna wan komên çete yên sunî yên radîkal bi cih bike. Bi vî rengî wê Elewî di qadeke teng de asê bikin. Her wiha wê sînorên Behra Spî ku xeteke stratejîk e jî bixe bin kontrola xwe.

Mîlîtan RÊHAT

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: AlewîDAISHamahtşHumusLatiqiyeMITSam
Önceki yazı

Dewleta Tirk Wê Kengê Ji 80 Baregehên Başûrê Kurdistanê Vekişe?

Sonraki Haber

Li Ser Durziyan Plana ‘Parçe Bike û Birêve Bibe’

Benzer Haberler

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk
Analîz Siyasî

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

4 June 2026
Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

3 June 2026
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be
Nûçe

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

2 June 2026
Sonraki Haber
Li Ser Durziyan Plana ‘Parçe Bike û Birêve Bibe’

Li Ser Durziyan Plana ‘Parçe Bike û Birêve Bibe’

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    525 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    748 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist