Piştî bangawaziya dîrokî ya Rêber Apo, PKK di 1’e Adarê de agirbest ilan kir. Ruxmê agirbestê erîşên dewleta Tirk a dagirker bê navber berdewam dike. Dewleta Tirk a dagirker ku bi hevkariya PDK’ê û bi destê çeteyên DAIŞ’ê nekarî encamek bidest bixe cerdewanên ku li Şirnex, Colemerg û Amedê perwerdekirine derbasî heremên Parastina Medya dike.
Li gor agahiyên ku me bidestxistine MÎT ê perwerdeya komek cerdevanan a li herêma Amedê bi dawî kir. Ev koma cerdevan 2 mehan ji perwerdeyek taybet hatiye derbas kirin. Perwerdeyên wan ji aliyê pisporên di nav Artêşa Tirk û MİTê ve hatiye dayîn.
Her wiha hat zanîn ku di nava vê komê de 80 cerdevan cihê xwe girtine. Piştî perwerdeya çeteyên cerdevan bi dawî bu di 28’ê Nîsanê de ji aliyê MİT’ê ve di deriyê İbrahîm Xelil re derbasî Baregeha Bamernê ya li navçeya Amediyê ya Duhokê hatin kirin. Beşek ji van cerdevanan piştî hefteyêkê derbasî Baregeha Başîqa hatine kirin.
PERWERDEYA LEŞKERÎ JI TSK’Ê YA ÎSTÎXBARATÎ JÎ MÎT Û PDK-T TÊ DAYÎN
Li kêleka şandina çeteyên cerdevan MÎT, li Amedê bi hevkariya PDK-Tirkiyê dewreyên perwerdehiyê yên nu jî vekirine. Hat zanîn ku perwerdeya leşkerî ji aliyê sûbayên Artêşa Tirk ve tê dayîn, di hêla îstîxbaratî û siyasî jî ji aliyê berpirsiyarên MÎT’ê û Serokê Giştî ya PDK-T Mehmet Emîn Kardaş, rêveberê partiyê Ozan Kardaş û kesê bi navê Ertan Cerebanli jî heyî tê dayîn.
Li gor agahiyan di 9’ê Nîsanê 2025’an de serdana Serokê Giştî ya PDK-T Kardaş û Ozan Kardaş a Hewlerê û Ertan Recanli li ser vê mijarî bûye û hat destnîşankirin ku dê ji niha û şûnde ji aliyê MÎT’ê ve perwerdeyên bi vê awayî berdewam bikin.