• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên GOTAR

Xwebûn Azadiye Zimanê Kurdî Rihê Gelê Kurd e!

Dagirkerên Kurdistanê wisa hesab dikirin ku eger bikaribin zimanê Kurdî bidin ji bîrkirin wê gelê Kurdistanê bişibin wan û nifûsa wan di aliyê hejmarî de zêde bibe

Yayınlayan Lekolin
15 May 2025
Kategori: GOTAR
254 2
A A
Xwebûn Azadiye Zimanê Kurdî Rihê Gelê Kurd e!
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Kovara Hawarê ku di 15ê Gulana 1932’an de ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve hate weşandin bû despêkeke nû ji bo zîmanê Kurdî û roleke mezin di pêşdebirina zimanê kurdî de lîst. Ji ber vê yekê 15’ê Gulanê wek cejna zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Di bingeha hemû cejnan de pîrozî heye. Çi cejnên olî dibin, çi jî cejnên netewî bi giştî cejn, ji bo xurtkirina girêdanên civakî, diyarkirinên bûyerên giring û parastina nasnameyên çandî derketine holê. Di civakên kevnar de merasîmên pîroz gelek caran ji bo yekkirina civakê li hember tirsên xwezayî an civakî dihatin lidarxistin.  

Cejn û pîrozî di dîroka mirovahiyê de rolên pir girîng lîstine. Civak tiştên ku ji bo xwe baş û pîroz dibînin wateyeyeke taybet didinê û wî dikin hîmê esasî yê jiyana xwe û xwe li ser wî ava dikin. Tiştên ji bo jiyana civakê kêrhatî be, civakê bîne ba hev, bi hêz bike û bandora erênî li ser civakê bike civak nirx didiyê û wî bilind dike.

Ziman û hafiza civakî bi hevduve girêdayine, hevdu xwedî dikin, dewlemend dikin û hevdu pêş dixin.

ZIMANÊ PÊŞKETÎ JIYAN Û HAFIZAYA PÊŞKETÎ YE!

Civak tiştên ku pêre di nava pêwendiyê de ye li gor wateya ku didiyê navan lê dike. Nav lêkirin û pênasekirinên tiştên madî û manewî  bi demê re dibin çand, dibin kevneşopî, dibin huner, başî û xirabiyan ji hev derdixe, pîvanên axlaqê diyar dike. Ev hemû bi asta pêşketin û watedayina jiyanê ve girêdayiye. Ziman çiqas pêşketî be civak di aliyê zanînê de ewqas pêşketî dibe. Sedî sed pêşketina ziman bi pêşketina parastinê ve girêdayiye. Di ziman de lawazî di hişmendiyê de lawaziyê çêdike, di jiyan û parastina nirxên civakî de jî lawaziyan bixwe re tîne. Ji ber van taybetmendiyan gelek caran pîroziyên civakê bi demê re dibin nasnameya civakê.  

Qedexe û astengiyên li ser zimanê Kurdî wisa lê kiriye ku gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê rûbirûyê zilm û zordariyê bibin. Dagirkerên Kurdistanê wisa hesab dikirin ku eger bikaribin zimanê Kurdî bidin jibîrkirin wê gelê Kurdistanê bişibin wan û nifûsa wan di aliyê hejmarî de zêde bibe.

Bêgûman siyaseta bişaftina dijwar bandor li ser neteweya Kurd kir, mirov dikare bibêje heta astekî lawazî jî di axaftina zimanê kurdî de çêkir, lê ew di siyaseta tinekirinê de bi ser neketin. Ruxmê van zilm û zordariyan gelê Kurd dev ji zimanê xwe berneda û bi berxwedaneke bê hempa zimanê xwe parast.

Di sedsala dawiyê de bi pêşketina netew-dewletên li heremê gelê Kurd hem ji aliyê fizîkî, hem jî di aliyê ziman û çandî di qirkirinên pir mezin re hatin derbaskirin. Sed salan zêdetir ji ber ku tenê nasnameya wan Kurd bûn gelê Kurd hat qetilkirin.

Netew-dewletên ku li Rojhilata Navîn li ser hîmê nijadperestî û yekperestiyê hatin avakirin hebûna gelê Kurd ji bo hebûna xwe xeter dîtin û ji bo vê “xeteriyê” ji holê rakin polîtîkaya qirkirin, helandin û bişaftinê li dijî gelê kurd û zimanê kurdî meşandin. Erdnîgariya Kurdistanê di navbera çar dewletan de hat dabeşkirin, her dewletekî dixwest gelê Kurd di nav neteweya xwe de bihelîne, kurdan bikin Tirk, Ereb, yan jî Fars. Bi vî zihnîyetên faşîst û qirker li çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd di nav çerxa qirkirinê de hat hiştin.

Netew-dewletên Kurdistan di bin mêtingeriyê de digirtin dixwestin gelê qedîm yê  Mezepotamyayê û kevintirîn zimanê cîhanê di bin navê “yek al, yek ziman, yek milet, yek dewletî” de ji holê rakin.

Li hember siyasetên qirkirin û tunekirinê li çar parçeyên Kurdistanê gelê kurd ji bo hebûna xwe biparêze têkoşînên bê hempa dan meşandin û berdelên pir giran dan.

Li çar parçeyên Kurdistanê gelê ku înkar, îmha û tunebûn li ser dihat ferzkirin bi hêza ku ji çanda xwe ya qedîm digire rabûn serhildanê û çarenûsa reş ya ku tunebûn li ser ferz dikir çirand.

Li Bakurê Kurdistanê gelê Kurd di pêşengtiya Rêber Apo de careke din rabû ser piyê xwe û kefenê mirinê ji ser xwe avêt. Bi keda hezaran şehîdên azadiya Kurdistanê PKK’ê hebûna gelê Kurd hat parastin kurdbûyin û kurdmayin hat misogerkirin. Hereketa Azadiya Kurdistanê di parastina hebûn, çand, nasname û zimanê kurdî de erk û perpirsiyariya xwe ya dîrokî bi şêweyekî serkeftî pêk anî û têkoşîna hebûn û azadiya Kurdistanê derbasî qonaxeke nû kir!

Wekî ku Rêber Apo di helbesta Derwêşe Evdî de ji bo Derwêşê Evdî de dibêje:

“… Rihet û aram razê

Min jêre bigota

Mirin…

Ji ku tê û çawa tê bila bê

Êdî xeman nexwe!

Ya ku hatiye erêkirin, Kurdbûn û jiyana azad e

Êdî ev rastiya ebediye …”

Bi dehan sal ji ber tunehesibandina neteweya kurd, bi awayekî hovane hewl hat dayîn ku çand û zimanê kurdî jî ji holê were rakirin. Di encama têkoşîna azadiya Kurdistanê de ev hewldan têk çûn.

TUNEKIRIN Û JI HOLÊRAKIRINA ZIMANAN SÛCEKÎ DIJ MIROVAHIYÊ YE

Hîn zimanê Kurdî di fermiyetê de nayê qebûlkirin; bi rê û rêbazên cûda tunehesibandin, qedexekirin, dorpêçkirin û pişaftina li ser zimanê kurdî berdewam dikin. Li ser gelê Kurd ferzkirina zimanê netew-dewletê li her derê Kurdistanê û li her derê ku Kurd lê dijîn berdewam dikin. Bi siyaseta yekperestiyê dixwazin Kurd werin bişaftin, zimanê Kurdî bihele û bi demê re ji holê rabe.

Zimanê Kurdî yek ji zimanên herî kevnar û dewlemend ên cîhanê ye, bi sedan sal li hember zext û astengiyan li berxwe daye. Zimanê Ahmedê Xanê, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Celadet Elî Bedirxan û gelek dengbêj, helbestvan, nivîskar û rewşenbîrên din ên mezin ku bi berhemên xwe yên hêja mîrateyeke devkî, nivîskî, wêjeyî ya bê hempa ji gelê kurd re hiştine.

ZIMANÊ KURDÎ RIHÊ GELÊ KURD E EW NEMÎNE KURD NAMÎNIN

Ziman nîşaneya hebûn û nirxê me yê herî pîroz e. Di nava xwe de çand û dîroka me ji windabûnê parastîye, zimanê me şertê hebûnê yê pêşîn e, keleha xwebûnê ya herî mezine ku civaka me pê hatîye parastin. Lewma di dîrokê de dijminên kurdan dema ku xwestine kurdan tune bikin, berê xwe dane zimanê kurdî, zimanê kurdî qedexe kirine, hemû rê li pêşîya zimanê kurdî girtine û xwestine di nav zimanên xwe de zimanê kurdî bihelînin û civaka kurd tune bikin. Hîn jî li Kurdistanê ev sîyaseta helandin û bişaftinê li dij zimanê me berdewam dike. Qedexeyên li ser zimanê kurdî nehatine rakirin. Zimanê kurdî hîn jî nebûye zimanê fermî yê perwerdeyê.

Rêber Apo, asta pêşketina ziman wek asta pêşketina jiyanê digire dest û dibêje; “Civakekê zimanê xwe yê dayikê çiqasî pêşde biribe, ew tê wê wateyê ku asta xwe ya jiyanê jî pêşde biriye. Dîsa çiqasî zimanê xwe ji dest dabe û ketibe bin hegemonya zimanên din, ev jî tê wê wateyê ewqasî hatiye mêtin, qirkirin û pişaftin. Civakên xwediyê vê rastiyê jiyaneke wan a watedar a hişmendî, exlaq û estetîk nabe û eşkereye ku heta ji holê rabin dê weke civakeke nexweş mahkûmê jiyaneke trajik bimînin.”

Em xeyala encama têkoşîna bêhempa ya ku Rêber Apo pêş me hemûyan rave kiriye danin vir.

Ji bo Derwêşê Evdî;

Xwezî li çiyayê Şengalê li ba Derwêşê Evdî bûma

Li ser pişta hespê boz li deşta Mûsilê bûma

Dema Derwêş birîndar dibû, biketama bin çengê wî

Û ber bi çiyayê Kurdistanê ve berjor çûma

Min jê re bigota, binêre, va ye bi hezaran Edûlê û Diwanzdeh Hewarî hene

Min jê re bigota

Li van çiyayê ku Xwedavendan lê textê xwe daniye

Rihet û aram razê

Min jê re bigota; Mirin…

Ji ku tê û çawa tê bila bê

Êdî xeman nexwe!

Ya ku hatiye erêkirin, Kurdbûn û jiyana azad e

Êdî ev rastiya ebedî ye…“

Hîwa AZAD

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

 

Etiketler: 15gulanKovara HawarêKurdkurdistanZimanê Kurdî
Önceki yazı

Vegera Efrînê: Çeteyên Girêdayê Dewleta Tirk Li Pey Provokasyonên Mezinin-NÛÇE ANALÎZ

Sonraki Haber

Divê Her Rojên Me Bi Hişyariya 15’ê Gulanê Derbas Bibin!

Benzer Haberler

Ji Baba Îshaq heta Sirri Sureya: Kevneşopiya Berxwedana Semsûrê
GOTAR

Ji Baba Îshaq heta Sirri Sureya: Kevneşopiya Berxwedana Semsûrê

23 May 2026
Qada Şerê Nû ya Rojhilata Navîn: Paşeroja Dijwar a Sûriyeyê
GOTAR

Qada Şerê Nû ya Rojhilata Navîn: Paşeroja Dijwar a Sûriyeyê

21 May 2026
Gelo Hunermend Mem Ararat Dixwaze Çi Bike?
GOTAR

Gelo Hunermend Mem Ararat Dixwaze Çi Bike?

17 May 2026
Sonraki Haber
Divê Her Rojên Me Bi Hişyariya 15’ê Gulanê Derbas Bibin!

Divê Her Rojên Me Bi Hişyariya 15’ê Gulanê Derbas Bibin!

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist