• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Lêkolîn

MÎT û Parastîn Xetek Leşkerî ya “Yek Laş” Ava Dikin – ANALÎZA NÛÇEYAN

NAVENDA NÛÇEYAN - MÎT bi hevkariya Parastînê li Herêmên Parastina Medyayê xetek leşkerî ya bi navê "Yek Laş" ku ji cerdevan û çeteyên Tirkmen pêk tê, ava dike.

Yayınlayan Militan Rêhat
17 May 2025
Kategori: Lêkolîn, Nûçe
274 3
A A
MÎT û Parastîn Xetek Leşkerî ya “Yek Laş” Ava Dikin – ANALÎZA NÛÇEYAN
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Tevî ku PKK di 1ê Adarê de agirbest ragihand, dewleta Tirk a dagirker bê navber êrîşên xwe yên bejahî û hewayî li ser Herêmên Parastina Medyayê didomîne. Her wiha, tevî banga yekîtiya Kurdî û daxuyaniyên têkildar, PDK bi hêzên xwe yên taybet Parastin û Zerevanî re bi dewleta Tirk a dagirker re hevkariya xwe li dijî gerîlayên azadiyê didomîne.

Berî ku em derbasî hûrguliyên avakirina xeta leşkerî ya bi navê “Yêk Laş” bibin ku bi hevkariya MÎT û Parastînê tê avakirin û ka kî dê di van xetan de cih bigirin, girîng e ku em bibêjin ku malpera me Lekolin.org di Nûçe Analîza 21ê Nîsanê de bi belgeyan eşkere kiribû ku dewleta Tirk a dagirker li herêmên Mûsil û Kerkûkê ne tenê baregehên leşkerî ava dike, lê di heman demê de komên çekdar ên herêmî yên ku piraniya wan ji çeteyên Tirkmen pêk tên jî ava dike.

Her wiha, malpera me Lekolin.org di nûçeya xwe ya taybet a 5ê Gulanê de ragihandibû ku MÎT bi destê PDK-Tirkiyê li Amedê ji bo cerdevanan dewreyên perwerdehiyê vekiriye û 80 cerdevanên perwerdekirî di 28ê Nîsanê de ji aliyê MÎTê ve bi riya Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl ber bi baregeha leşkerî ya Bamernê ya li navçeya Amêdiyê ya Duhokê ve hatine veguhestin.

Em çima van tiştan dibêjin? Ji ber ku bingeha avakirina xeta leşkerî ya bi navê “Yek Laş” ku li jor behs kir, MÎTê ji zû ve li Tirkiyê û Başûrê Kurdistanê amade dikir. Dewleta Tirk a dagirker ku armanc dike bigihîje sînorên Mîsak-i Millî, di sala 2021ê de ji Deriyê Sînor ê Haburê bi wesayîtên tir alîkariya çekan ji Eniya Tirkmenên Iraqê (ITC) re şandibû.

LI QEYSERÎ Û AMEDÊ HATIN PERWERDEKIRIN

Dema ku di medyaya alîgir û muxalîf de gotinên “Pêvajoya Aşitiyê” ji bo veşartina zihniyeta faşîst û dagirker a dewleta Tirk têne bikaranîn, berevajî van gotinan, li qadê planên qirêj tên xebitandin. Heta ku daxuyanî û gotinên siyasî di qada pratîkê de neyên cîbicîkirin, tu qîmeteke wan nîne.

Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya PDK-Tirkiyê, li Amed û Qeyseriyê çeteyên Tirkmen û cerdevanên ku bi her cure çekan perwerde kirine, ber bi Herêmên Parastina Medyayê ve dişîne.

Ev çete ne tenê ji Tirkmenên Tirkiyê pêk tên, di heman demê de çeteyên Tirkmenên Iraqê yên ku MÎT bi rêya Eniya Tirkmenên Iraqê (ITC) tevlî komên çekdar kirine jî di nav de ne.

PLAN BI DESTÊ HÊZÊN ZÊREVANÎ Û PARASTINÊ TÊ BIRÊVEBIRIN

Hat zanîn ku rêvebirên plana bicihkirina cerdevan û çeteyên Tirkmen li Herêmên Parastina Medyayê, hêzên Zêrevanî û endamên Parastînê ne. Li gorî agahiyên ku me piştrast kirine, hûrguliyên vê plana qirêj wiha ne:

-Dewleta Tirk a dagirker armanc dike ku bi rêya çeteyên Tirkmen û cerdevanan li Herêmên Parastina Medyayê xetek leşkerî ya bi navê “Yek Laş” ava bike.

-Ev xeta “Yek Laş” di qada pratîkê de ji aliyê Artêşa Tirk û hêzên taybet ên Zêrevanî yên girêdayî PDKê ve tê koordînekirin.

-Li Herêmên Parastina Medyayê, bi taybetî li rêyên di navbera herêma Zapê û Çiyayê Garê de, ji aliyê çeteyên cerdevan û Tirkmenan ve mayîn û teqemenî têne danîn.

Li gorî agahiyên ku me bi dest xistin, belavkirin û bicihkirina van çeteyan rasterast ji aliyê hêzên Zêrevanî ve tê kontrolkirin û ev çete dê unîformayên leşkerî yên Artêşa Tirk li xwe bikin. Di navbera herêmên Zap û Garê de, ew ê li qereqol û mevziyên nûavakirî bên bicihkirin.

Li ser van agahiyan, çawa ku dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê bi rêya komên Tirkmen ên ku avakirine, herêma Helebê ji aliyê aborî, leşkerî û îstixbaratî ve kontrol kiriye, bi heman rengî li Başûrê Kurdistanê jî vê plana qirêj dixe meriyetê. Dewleta Tirk a dagirker ku hemû agirbest û pêvajoyên aşitiyê weke fersendek ji bo berfireya xwe ya leşkerî û dagirkirina çar parçeyên Kurdistanê bikar tîne, di sala 2025an de jî bi piştgiriya hevkarên herêmî zihniyeta xwe ya qirêj didomîne.

Milîtan RÊHAT

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: AgirbestCerdevanDagirkeriya TirkHêzên ZêrevanîITCMITParastinPDK-TQadên Parastina Medya
Önceki yazı

Divê Her Rojên Me Bi Hişyariya 15’ê Gulanê Derbas Bibin!

Sonraki Haber

Wêrekiya Di Navbera Kongreya Yekem û 12’an De Heman Wêrekî Ye

Benzer Haberler

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

3 June 2026
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be
Nûçe

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

2 June 2026
HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin
Nûçe

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

1 June 2026
Sonraki Haber
Wêrekiya Di Navbera Kongreya Yekem û 12’an De Heman Wêrekî Ye

Wêrekiya Di Navbera Kongreya Yekem û 12’an De Heman Wêrekî Ye

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist