Îsraîlê di sibeha 13ê Hezîranê, roja Înê de, li dijî Îranê êrişeke hewayî ya berfireh da destpêkirin. Di operasyonê de tesîsên nukleerî yên girîng ên li Natanz, Fordow û Îsfahanê, depoyên mûşekên balîstîk û sîstemên parastina hewayî hatin armanckirin. Di êrişan de Fermandarê Pasdarên Şoreşê Hossein Selamî, Serokerkanê Giştî Mohammad Bagherî, hin rayedarên payebilind ên din û 6 zanyarên nukleerî jiyana xwe ji dest dan.
Ev êrişên ku tesîsên nukleerî, navendên hilberîna mûşekan û rêberên leşkerî yên payebilind ên Îranê kirin armanc, pêvajoyek ji şerên vekîl ber bi pevçûnên leşkerî yên rasterast ve guherî. Medya, bi qurbaniyên sivîl û pêla aloziya herêmî re, ev bûyer bi awayekî berfireh didomîne.
DI ÇARÇOVEYA HERÊMÎ DE YEKITIYEKE NEVEQETANDÎ
Bê guman ev êriş ji bûyerên li Sûriye, Urdun, Lubnan û Filistînê serbixwe nayên nirxandin. Ev pêvajo ku bi kuştina Qasim Suleymanî di sala 2020an de dest pê kir, beşek ji stratejiya tengavkirina Îranê di nav sînorên wê de ye. Her çend hêzên vekîl ên Îranê li herêmê (Hizbullah, Hûsî, mîlîsên Şîî yên Iraqê) lawaz bûbin jî, ev êriş armanc dikin ku Îranê ber bi lihevkirinê an teslîmbûnê ve bikişînin. Pispor diyar dikin ku armanca dawî dibe ku guhertin an hilweşandina rejîmê be.
DAWÎYA SYKES-PICOT Û ROJHILATA NAVÎN A NÛ
Daxuyaniya Balyozê berê yê Amerîkayê li Tirkiyeyê Thomas J. Barrack ku got “Peymana Sykes-Picot êdî ne derbasdar e”, nîşan dide ku sînor û hevsengiyên hêzê yên li herêmê guherîne. Siyaseta Amerîkayê ya “mirinê nîşan bide û bi sitmayê razî bike”, Îranê dikişîne quncikekê û aktorên herêmî neçar dike ku di nîzamek nû de pozîsyonê bigirin. Ev rewş, nîşana veguherînek kûr li Rojhilata Navîn e.
ARMANC Û STRATEJIYA ÎSRAÎLÊ
Êrişên Îsraîlê armanc dikin ku bernameya nukleerî ya Îranê rawestînin, kapasîteya mûşekan lawaz bikin û bi armanckirina rêberiya leşkerî rejîmê bêîstiqrar bikin. Tesîsên nukleerî yên li Natanz û Îsfahanê, baregeha mûşekan a li Kirmanşahê û kuştina pênc zanyarên nukleerî ji Zanîngeha Şehîd Beheştî, parçeyên vê stratejiyê ne. Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû, bi banga “azadiyê” ji gelê Îranê re, armanca guhertin an hilweşandina rejîmê bi awayekî eşkere anî ziman. Operasyonên ku ji aliyê Mossadê ve hatin organîzekirin, parastina hewayî ya Îranê tepisandin û kapasîteya tolhildanê bi awayekî girîng sînordar kirin.
Îranê piştî 18 saetan, bi êrişên mûşekên balîstîk ên li ser Tel Avîv û Qudsê bersiv da. Tevî sîstema parastina hewayî ya Îsraîlê “Kubeya Hesinî”, hin xalên leşkerî û cihên niştecihbûnê hatin lêdan. Lê belê hevkarên “Tevna Berxwedanê” yên Îranê (Hizbullah, Hamas, mîlîsên Iraqê) lawaz bûne û tenê Hûsî çalakiyên xwe yên li dijî Îsraîlê didomînin. Rêberê Îranê Alî Xamaneyî hişyarî da ku “çarenûseke bi êş û dijwar” li benda wan e, lê guhertinên rêberiyê yên di nav rejîmê de dibe ku helwesteke tundtir nîşan bidin.
DAXUYANIYA KCK’Ê Û BANGA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê êrişan şermezar kir û destnîşan kir ku şer pirsgirêkan çareser nake û zirarê dide gelan. Di daxuyaniyê de, pêşniyarên çareseriyê yên Rêber Apo yên li ser bingeha paradîgmaya “Neteweya Demokratîk” û “Modernîteya Demokratîk” hatin pêşxistin. Bîranîna hişyariya Rêber Apo ya “Piştî Îranê dê dor were Tirkiyeyê” hate kirin û hate gotin ku divê polîtîkayên şer bêyî tawîz bêne terikandin û riya diyalog û muzakereyê bê vekirin. KCK’ê diyar kir ku divê jin û hêzên demokratîk bibin yek û banga Rêber Apo ya di 27ê Sibata 2025an de ji bo “Aşîtî û Civaka Demokratîk” bihêz bikin.
Demokratîkbûna Îranê, bi tevlêbûna hemû pêkhateyên herêmî û gelên herêmê, wekî çareseriyek mimkin di vê pêvajoyê de bêtir derdikeve pêş. Berxwedana “Jin Jiyan Azadî” ya ku li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, di vê pêvajoyê de roleke girîng dilîze û divê bêtir bilind bibe.
RÎSKA ŞEREKÎ HERÊMÎ Û SENARYOYÊN MUHTEMEL
-Îran bawer dike ku Amerîka piştgiriya Îsraîlê dike û dibe ku baregehên Amerîkî li Iraqê an mîsyonên dîplomatîk bike armanc. Mirina welatiyekî Amerîkî dibe ku Trumpê bikişîne nav pevçûnê. Kapasîteya Amerîkayê ya lêdana tesîsên kûr ên Îranê bi bombeyên sîgortê, dibe ku tundiyê zûtir bike.
-Îran dibe ku altyapiya enerjîyê ya li Kendavê bike armanc. Êrişên li ser zeviyên petrolê yên Siûdî di sala 2019an de û êrişên Hûsî yên li ser Mîrnişînan di sala 2022an de vê metirsiyê bi bîr tîne. Welatên Kendavê dibe ku ji Amerîkayê parastinê bixwazin.
-Ger êrişên Îsraîlê tesîsên nukleerî yên Îranê bi temamî tune nekin, Îran dibe ku pêşbaziya çekên nukleerî bilez bike. Ev yek dibe ku herêmê têxe çerxeke pevçûnê ya domdar.
-Ger Îran Kendava Hormuzê bigire an Hûsî sevkiyata li Deryaya Sor asteng bikin, buhayên petrolê bilind dibin û ev yek dibe ku aboriya cîhanî têxe nav metirsiyê. Ev rewş dibe ku li gelek welatan krîza aborî kûr bike û ji Rûsyayê re avantajên aborî peyda bike.
-Hilweşîna rejîma Îranê, mîna Iraq û Lîbyayê, dibe ku valahiyeke hêzê çêbike. Pevçûnên navxweyî dibe ku herêmê bêtir bêîstiqrar bike.
BERSIVÊN CÎHANÎ Û HERÊMÎ
NY: Banga sînordarkirina pevçûnê dike, lê bandora wê sînordar e.
Amerîka: Trump, Îranê bi cezayên “tundtir” tehdît kir ger ji muzakereyên nukleerî vekişe. Îranê îro ragihand ku dê neçe muzakereyan. Şandina USS Thomas Hudner nîşan dide piştgiriya nerasterast a Amerîkayê ji Îsraîlê re.
Rûsya û Çîn: Zêdebûna buhayên petrolê ji Rûsyayê re sûdê digihîne, lê Çîn hewl dide bandora xwe ya li herêmê biparêze.
HEVSENGIYEKE QIRÎTÎK Û RÊYA SÊYEM
Pevçûna Îsraîl-Îranê, ji şerên vekîl ber bi pevçûnên rasterast ve çû û metirsiya şerekî herêmî li Rojhilata Navîn zêde kir. Kapasîteya tolhildanê ya Îranê, rewşa hêzên wê yên vekîl û destwerdana aktorên global dê di rojên bê de rêça bûyeran diyar bike. Lê belê, eşkere ye ku şer pirsgirêkan çareser nake û zirarê dide gelan.
Paradîkma Neteweya Demokratîk û Civakaşî ya Rêber Apo, di vê denka kaotîk de wekî rêya sêyem derdikeve pêş. Demokratîkbûna Îranê û bihêzbûna berxwedana “Jin Jiyan Azadî”, dibe ku ji bo çareseriyeke aştîxwaz li herêmê bibe mîkrok. Terkirina polîtîkayên şer û vekirina riya diyalog û muzakereyan, riya yekane ye ji bo derketina ji qeyrana dîrokî ya Rojhilata Navîn.
Aras ŞAHO
Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê