• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Analîz Siyasî

Dewleta Tirk Dixwaze Li Şirnex Çi Bike? -DOSYA TAYBET

ŞIRNEX- Ji salên 1990î heya îro Herêma Botanê ji aliyê dewletê ve rastî polîtîqayên cuda tê, dewlet di çarçoveyeke cuda de nêzî herêmê dibe. Dibe ku carna mirov hin tiştan nebîne an go pêkanînên dewletê li ber çavên mirov pêk bên lê hişê mirov dûrî van pêkanînan be.

Yayınlayan Lekolin
5 August 2025
Kategori: Analîz Siyasî, Lêkolîn
253 2
A A
Dewleta Tirk Dixwaze Li Şirnex Çi Bike? -DOSYA TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Ji salên 1990’î heya îro Herêma Botanê ji aliyê dewletê ve rastî polîtîqayên cuda tê, dewlet di çarçoveyeke cuda de nêzî herêmê dibe. Dibe ku carina mirov hin tiştan nebîne an go pêkanînên dewletê li ber çavên mirov pêk bên lê hişê mirov dûrî van pêkanînan be. Ev êrîş an jî polîtîqayên dewletê bi taybetî li ser Şirnex ji sala 2015an ve girantir bûne û ji ber qelsbûna saziyên Tevgera Azadiyê, dewlet û AKP’ê xwe di nava kolanên Şirnex de birêxistin kiriye. Ji ber ku di gelek aliyan de dewlet û AKP polîtîqayê li ser herêmê dimeşîne mirov dikare beş bi beş nirxandinan bike.

ZIMAN

Her mijara ku dewlet û AKP polîtîqayê li ser dimeşîne girîng e lê mijara herî girîng, çand û ziman e. Ji ber ku çand û ziman bi Kurdbûnê ve girêdayî ye û dewlet bi vê mijarê rast e rast zarok û ciwanan dike hedef. Li herêmê hema bêje di her taxê de û di gelek gundên serjimara wan zêde de qursên Quranê hatine vekirin. Dema dibistan dibin betlane jî qûrsên şev zarok lê dimînin, tên vekirin û mejiyek DAIŞwarî tê avakirin. Ji bilî dibistan û pêşdibistanên dewletê yên pişaftinê êdî li gelek deveran kreş hatine vekirin û zarokên 2-3 salî jî êdî digirin van kreşan û bi temamî ji xwedikirina çanda malbatî û zimanê dayîkê dûr dikevin. Her wiha cemaetên olî yên paşverû bi awayek kaçaxî kreşan vedikin û di bin navê kreşan de perwerdehiya Tirk-Osmanî-DAIŞî didin zarokên 3 salî heya 6 salî. Ji ber ku li hember vê polîtîqayê rêveberiyên xwecihî qels in, hin dê û bavên dixetibin neçar dimînin ku zarokên xwe rêkin kreşan û ev zarokên dê û bav Kurd, dema diçin kreşên vê pergalê ji 2-3 salî pêde dikevin nava çerxa bişaftinê.

ÇAND Û CIWAN

Ji aliyê çandê ve jî rewş wisa ye. Li navend û navçeyan dewlet û AKPê gelek saziyên çand û hunerê vekirine û di van saziyan de dîsa qursên Quranê hene. Her wiha ciwanên ku diçin van deran bi fikara Tirk-Osmanî tên gehandin. Her çiqas di bin navê qursên tembûr, erbane, şano û hwd. xebatên van saziyan hebin jî ev xebat li gor çanda Tirk-Osmanî pêk tên. Di aliyê çandê de şaredariyên di destê AKP’ê de ne gelek xebatên ji çanda kurdî dûr li dar dixin. Weke mînak li ser Çiyayê Cûdî, li ser Çiyayê Kato Marînûs mîhrîcan pêk tînin û dema dewlet û AKP van mîhrîcanan pêk tîne qedexe tuneye. Lê dema gel bi serê bixwaze biçe van herêman qedexe ye û qaşo ji ber ewlehiyê gelek herêm ji gel re qedexe ne. Di warê çandê de beriya 2015’an gelek navendên çand û hunerê li herêma Şirnex hebûn ku perwerdeyek kurdewarî dihat dayîn. Niha ev sazî kêmbûne û saziyên heyîn jî ji bo ciwanan nabin bersiv. Şaredariyên di destê gel de ne jî di aliyê xebatên çand û hunerê de ji ber dewlet ji bo van mijaran bûtçeyek pir kêm an jî qet naşîne hema bêje bê xebat û bê bername ne. Her wiha ciwanên Botanê ketine nava xefka tiryak û fihûşê. Tiryak di kontrola dewletê de tê belavkirin û gelek bekçî û polîs di nava şebekeya belavkirin û firotina tiryakê de ne. Çend mehan carekî weke sembolîk hin binçavkirin hebin jî piştre ev kes tên berdan û cardin karê firotina tiryakê dikin. Dîsa fihûş rast e rast bi destê bekçiyan tê kirin. Ji van kesan nav jî di destê me de hene lê ji ber ku em ê di demên pêş de ji bo deşifrekirina vê şebekeya wan were îfşakirin niha em nav nadin. Kesên ku ketine nava xeleka fihûşê piraniya wan ji bajarên weke Mêrsîn û Edene hatine herêmê û ji xwe re xanî girtine. Karê fihûşê li van xaniyan tê kirin û gelek polîs vê yekê dizanin lê ji ber ku ew jî pere distînin li hember vê yekê tiştekî nakin. Gelek ciwanên herêmê ketine nava çandek wisa de ku ji bilî tiştên pûç û vale tiştek din nafikirin.

ABORÎ

Bi salan e aboriya Şirnex û navçeyên wê li ser çend beşên aboriyê dimeşe û kesên dewlement piraniya wan nêzî dewletê ne an go bi rêyên dewletê ji wan re vekirine dewlemend bûne. Dewletê di salên 90‘î de hemû zozanên ku sewalkariya Şirnex li ser xwe xwedî dikir qedexe kir, piştre dest bi valekirina gundan kir û kesên gundên nebûne alîgir û cerdevan valakirin. Kesên bûne cerdevan jî (ji bilî hin cerdevanên weke tîma xençer) ev yek kirin weke pîşeyekî û ji aliyê aboriyê ve bi dewletê ve hatin girêdan, ev rewş heya îro jî berdewam dike. Li navenda Şirnex aborî piranî li ser madena komirê ye û destûra komir derxistinê tevahî di destê hin kesên endamên AKPê û cerdevanan de ye. Ev kes bi zora dewletê dikevin nava erdê gundiyan û bêyî ku destûra wan bistînin komirê derdixin. Dewlemendiya binerdî ya Şirnexê bi tevahî diçe ji van kesan re û tenê welatiyên van gundan weke karker û pereyek bêqîmet di qanên komirê de dikarin bixebitin. Kêm jî be gundiyên xwe firoş ku destebiratiyê ji van kesên AKPî û cerdevan re dikin hene. Her wiha kesên ji bilî saziyên fermî de dixebitin piranî nikarin debara mala xwe bikin, sedema vê yekê jî meaşê hindik e û dewlet li gel ku vê yekê dibîne jî mudaxaleyî vê pirsgirêkê nake. Ev pirsgirêk dibe sedem ku bi hezaran malbat berê xwe bidin metropolên Tirkiyeyê û ji ax û çanda xwe dûr bikevin. Her wiha cardin dibe sedem ku bi hezaran ciwan berê xwe bidin welatên Ewrûpa. Gelek caran ji Serokomar bigire heya rayedarên herêmê daxuyanî didin ku me li Şirnex ev qas pere xerç kirine an jî ev qas kargeh vekirine. Piraniya vekirina kargehan didin alîgirên xwe û gelek kesan jî ji derveyî Şirnex tînin ku aboriya Şirnex bêxin destê wan. Weke mînak destûra sedî heftê derxistina madena komirê di destê Suleyman Bolunmez ê AKPî de ye. Li Şirnex di alê aboriyê de tişta ku zerarê bide gelê welatparêz çi bibe bila bibe dewlet çavê xwe lê digire. Di salên dawî de bi dehan tefecî derketine holê û ev kes vê yekê aşkere dikin. Dewleta digot ‘em ew qas bi hêz in ku dizanin hejmara solên PKKiyan’ lê dema ji bo pêşîgirtina tefeciyan be tiştek nizane û bêhêz e. Her wiha di hemû saziyên ku destê dewlet û AKP‘ê de ne dizî heye. Ger lêkolînên baş werin kirin an jî rojekê AKP ji desthilatdariyê bikeve ev dizî hemû dê aşkere bibin, ji endamê AKPê yê bajarokekî bigire heya serokomar vê yekê dizane û ji ber vê yekê çi ji destê wan tê dikin ku desthilatdariyê bernedin.

XWEZA

Li Şirnex beriya 2015‘an gelê Şirnexê ji bo aboriyê ji çiyayên Cûdî û Heftanîn komir derdixist û zerara digehişt xwezayê di astek kêm de dima, piştî 2015an dewletê gelek rûxsetên lêgerîna cehwerên binerd dan kesên nêzî xwe û talana Herêma Botanê di bin kontrola dewletê de destpê kir. Bi dehan qanên komirê hatin vekirin. Ji bo vekirinên qanên komirê rê hatin çêkirin û piştre artêşa tirk ev rêyên hatine vekirin bikar anîn û berê xwe de lûtkeya çiyayên Cûdî û Heftenîn yên herî jor. Dema dewletê xwe gehand van deran qaşo ji bo ewlehiya xwe dest bi birîna daristanan kir. Ji gundiyên herêmê re hate ragihandin ku an gundî dê daristanan bibirin an jî bi destê cerdevanan dewlet ê bibire. Bi darê zorê dest bi talana daristanan kirin. Piştî ku cerdevanên herêmê pereyek baş ji êzingan wergirt, îja berê xwe dan her devera ku daristan lê hene. Ji naveda Şirnex bigire heya Herêma Bêtkar a sînorê Colemêrgê, ji Cizîrê bigire heya Herêma Mêrgûmarê ya Sînorê Sêrt, ji wir bigire heya Çiyayê Gabarê û Sînorê Kerborana Mêrdînê talana daristanan pêk hat. Her wiha ji bo ewlehiyê li Qilebanê 9 bendav hatin çêkirin û xwezaya wê herêmê bi bendavan xerab kirin. Bi biryara Serokomariya Tirkiyeyê ji bo hemû herêmên Şirnex, Sêrt û Colemêrgê lêgerîna cehwerên binerdî destpêkir û ev biryar dibe sedem ku war û zozanên gel bêne îstîmlaqkirin. Li Çiyayê Gabarê bi dîtina petrolê re her roj dînamît tên teqandin û êdî çiyayê Gabar bûye Deşta Gabarê. Bi kolana bîrên petrolê kaniyên bi sedan salan gundiyên herêmê xwedîkirine çik bûn û êdî ji ber kêmbûna avê gundiyên herêmê nikarin çandiniyê bikin. Li Silopya ji ber santrala termîk rêjeya kesên bi penceşêrê dikevin her sal zêdetir dibe û dîsa ji ber santrala termîkê deramet li herêmê hilberîn nadin. Li Cizîrê dest bi çêkirina bendavê kirine û bi vê çêkirinê Çiyayê Gabar û Çiyayê Cûdî dê ji hev werin qutkirin, her wiha bajaroka Qesirgê ya dîrokek kevnar di nava tixûbên xwe de dihewîne dê bimîne nava avê de. Bi giştî Şirnex ketiye nava cendereya polîtîqaya talankirina dewletê û ev talan ne bê sedem e. Sedema êrîşên xwezayî berxwedêriya gelê Botanê ye û dewlet bi van kirinan ji gel re dixwaze bêje: “ger hûn li ber xwe bidin em ê xwezaya we qir bikin, dema xweza kir bû, gel jî qir dibe.“ Dixwazin dêrguşa mirovahiyê bê mirov bihêlin.

JIN

Dibe ku li gor daneyên fermî yên dewleta Tirk rêjeya tundiya li ser jinê ya Herêma Botanê kêm be. Di rastiya xwe de ev dane şaş in û li hember jinê tundiyek derûnî û fizikî ya zêde heye. Li Şirnex piraniya civakê hev nas dike û ji ber ku hê jî bandora çanda babik û eşîrî li ser jiyanê heye, piraniya tundiya li ser jinê tê veşartin. Gelek kuştinên jinan hene ku ev kuştin di nava malbatê de tên nixumandin. Çawa ku serokeşîr di bin bandora dewletê de ne, dema buyerên kuştina jinê, an jî tundiya li hember jinê pêk tê, dewlet û saziyên dewletê jî gotin ango îfadeyên serokeşîran esas digirin. Dewlet bi polîs û leşkerên dişîne herêmê gelek jinên ciwan dixapîne û ev jinên ciwan di dawiyê de dikevin nava xefka tecawîz û fihûşê. Her wiha dewlet û AKP bi awayek kedxwar nêzî jinê dibe û di gelek saziyên fermî de jinên ji aliyê AKPê ve dikevin ser kar destheqê keda xwe nastînin. Bi taybetî jî dema dibistan vedibin gelek jin ji bo paqijkirina dibistanan digirin kar û heqê xwîdana wan nadin. Ji aliyê rêxistinkirina jinan ve jî, jinên ku bi rêya AKPê dikevin ser karên fermî bi zorî tevlî xebatên AKPê yên nava tax û kolanan dibin. Her wiha ev jin nexwazin jî, ji ber ku neçarin debara malbata xwe bikin dibin endamên AKPê yên fermî. Dema ev jin bi zîhniyeta AKP‘ê tevdigerin zarokên xwe jî dişibînin xwe û nifşeke ji zarokatî dibe AKPyî derdikeve holê. Ev pêkanînên dewlet û AKP‘ê êdî di nava gel de weke tiştek normal tê dîtin û gelek jinên malbatên wan welatparêz jî serî li van karên fermî didin ku bikevin kar. Rewşek wisa derketiye pêş êdî di hin malbatekî de kesek AKPyî, kesek MHPî û welatparêz dikarin bi hev re bijîn û ev yek normal tê dîtin. Bi sedan malbatên wisa derketîne holê. Jinên ku di nava saziyên Tevgera Azadiyê re cih digirin tu cudahiya xwe ji jinên derveyî xebatan nemaye. Sedema vê yekê jî qelsbûna perwerdehiya saziyên jinan û tevgera jinê ye. Jinên ku nû tevlî xebatan dibin çanda jiyana xwe ya malbatî tînin ba van saziyan û ji ber ku perwerde, hewldana guhertin ê hûrbûna bîrdoziyê qels e, di aliyê pêşveçûna bîrdozî de kêmasî zêde ne. Ev yek di xebat û xwegehandina jinên civakê de xwe dide der.

SIYASET

Qada siyasetê di nava her partiya pergale de qirêj e. Ev qirêjî herî zêde di nava AKPê de heye. Her gava diavêje qirêj e û bi hîle ye. Li Şirnex di hilbijartinên dawîn ên rêveberiyên xwecihî de AKPê navenda Şirnex, navçeyên Elkê û Qilebanê bi hîle ango hilbijêrên demkî bidest xistin. Li gor agahiyên fermî yên dewleta Tirk rêjeya serjimara navenda Şirnex, navçeyên Elkê û Qilebanê her sal zêde dibe. Lê sala 2024‘an ku hilbijartin pêk hat, serjimara van deran kêm bûye lê hilbijêr zêde bûne. Kesên Şirnex, Elkê û Qilebanê nezanin dibêjin, ‘gel çawa xwe difiroşe’ ya rastîn gel xwe nafiroşe AKP ji derveyî van bajaran cerdevan, leşker û polîsan dikire û tîne Şirnex ku şaredariyan bi dest bixe. Di vir de gotina aqilê sivik barê girane dibe para qada siyasî ya Tevgera Azadiyê, ji ber li ku hember van hîleyan hin tişt hene ku werin kirin lê ji bo kirine tevgerek hebe jî dereng dimîne û nabe çare. Gelek rexne hene ku li qada siyasî werin ku lê ev rexneyên navxweyî ne û bila di nava me de bimînin.

Bi gelemperî Şirnex di nava demên man û nemanê re derbas dibe. Ji ber ku dewlet ji hemû aliyan ve êrîş dike û dixwaze civakê têxe nava pergala xwe. Ger qelsiyên li hember polîtîqayên dewlet û AKPê berdewam bikin civak her roja diçe dê pêtir xerab bibe. Ger derfet û xwestek hebe, di nivîsên pêşdetir de, em ê yek û yek li ser van mijaran rawestin. Yanê em ê berfireh binivîsin ku li Botanê kîjan sazî, kîjan cemaet, kîjan rêxistin, di nava dewlet û gel de kîjan mirov çi dike, di kîjan astê de tevlî pişaftin, talan û wêrankirina Şirnex dibe.

Tîgrîs BOTAN

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: aboriAKPCudijinKatoşerê taybetŞirnextalanTevgera Azadiyêxweza
Önceki yazı

MIT bi Piştgiriya Tirkmenan Li Başurê Suriyê Dixwaze Çi Bike ?- NÛÇE ANALÎZ

Sonraki Haber

Projeya Rojhilata Navîn A Mezin Biser Dikeve An Bin Dikeve? DOSYA-1

Benzer Haberler

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk
Analîz Siyasî

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

4 June 2026
Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe
Analîz Siyasî

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

1 June 2026
Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET
Lêkolîn

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

31 May 2026
Sonraki Haber
Projeya Rojhilata Navîn A Mezin Biser Dikeve An Bin Dikeve? DOSYA-1

Projeya Rojhilata Navîn A Mezin Biser Dikeve An Bin Dikeve? DOSYA-1

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    525 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist