Serçeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Ehmed Ehsan Fîyad El Hiyas ku wek e Ebû Hatim El Şeqra ku li Serêkaniyê di bin navê îstîxbarata komên çete yên girêdayê dewleta Tirk fealiyetan dimeşand, piştî hikumeta demkî ya Şamê ya di bin rêbertiya Colanî de hat avakirin, bi talîmatê MÎT’ê wî wek e berpirsiyarê Feyleqa 86’emîn a girêdayê Wezareta Parastinê ya Hikumeta Şamê li herêma Dêrazorê hat erkdarkirin. Li ser vê esasî El Şeqra ku ji bo êrîşê civaka Durziyan a Sûwêda bike, hemû endamên çeteyên wek e DAIŞ, Seraya Ensar El Suna û hwd kom kiribû û di bin navê “Zarokên Eşîran” de dabû êrîşkirin. Niha jî heman şêwazî dixwazin êrîşê Dêrazorê bikin. Li ser vê esasî bi endamên çeteyên cur bi cur ên girêdayê HTŞ’ê û dewleta Tirk ên herêma Dêrazorê re civînan lidardixe û amadekariya di bin navê “Hêza Eşîran” de êrîşê herema Dêrazorê yên di bin hakimiyeta Rêveberiya Xweser de ye bike.
Li ser vê esasî li gor agahiyên ji çavkaniyên heremê hat ragihandin ku di 4’ê Tebaxê de bi serpereştiya El Şeqra de û bi amadebûna hin endamên MÎT’ê, bi endamên çete yên herêma Dêrazor û Deraa yê re li Taxa Tel’ayî ya Dêrazorê civîn lidarxistiye. Hat destnîşankirin ku nêzî 150 çete yên ku di êrîşên herêma Suweyda de cih girtibûn beşdarê civînê bûne.
CIHÊ DESTPÊKA AVAKIRINA ŞANEYA DAIŞ’Ê: TAXA TELA’YÎ
Taxa Tela’yî ya Dêrazorê ku di bin kontrola HTŞ’ê de ye, wek heremekî dêstpêka avakirina şaneya DAIŞ’ê ku nû derketibû holê tê naskirin. Li ser vê esasî hemû endamên komên girêdayên dewleta Tirk û HTŞ endamên DAIŞ’ê yên berê û niha ne, wek e hêlîna DAIŞ’ê jî tê pênasekirin.
MÎT’Ê ÇAWA YA SERÇETE EL ŞEQRA ANÎ HEYA ÎRO?
Dewleta Tirk ku bi aloziya Sûriyê ya 2011’an de di çarçoveya di bin navê ewlekariya sînor û berfirehkirina sînorên xwe de li bajarên bakurê Sûriye ketibû nav hewildana hilbijartina çeteyan ên ji bo paşerojê re amade bike. Yek ji wan jî Ehmed Ehsan Fîyad el Hiyas ku wek e Ebû Hatim Şeqra tê naskirin bû. Di pêvajoya xwendinê de MÎT tevgera wî çavdêrî dike û piştre têkilî pê re datîne û ew perwerdeyên taybet de derbas dike. El Şeqra ku niha 38 salî ye û li bajaroka Şihêl a Dêrazorê ji dayik bûye, piştî DAIŞ’ê, MÎT ew wek e faliyetên îstîxbaratî di bin navê Koma Ehrar El Şam de bicih dike. Di hemû şerên heremên dagirkirî de bi taybet ya Serêkaniyê û Girê Spî de El Şeqra di kordînasyona şer de cih girtiye.
El Şeqra ku piştî 2019’an û şûn ve ji ber kiryarên xwe yên terorîstî yên wek e; îstîsmara girtiyan, kuştina bêdaraz, darvekirin, bazirganiya mirovan û hwd de di belgeyên Saziya Dadê ya Navneteweyî ya Amerîka de derketin holê û ketiye lîsteya terrorist ên tên lêgerînê, di 5’ê gulan a 2025’an de bi talîmata MÎT’ê wek e berpirsiyarê Feyleqa 86’emîn a girêdayê Wezareta Parastinê ya Hikumeta Şamê hat erkdarkirin. Erka Feylaqa 86’emîn jî xeta Dêrazor, Reqa û Tebqa ye.




