Li bakurê Sûriyê, li Serêkaniyê û Hawar Kilîsê di navbera 16-17ê Tebaxa 2025an de du civînên cuda hatin lidarxistin, ku detayên koordînasyona veşartî di navbera dewleta Tirk û komên çeteyên girêdayî wê de derketin holê. Planên ku eşîrên li rojhilatê Firatê armanc dikin û amadekariyên ji bo şerekî muhtemel, mijarên sereke yên van civînan bûn.
JIMARTINA EŞÎRAN Û DAWÎKIRINA OPERASYONÊN LEŞKERÎ
Li gorî agahiyên ku me wekî Lekolin.org bidest xistine, di şeva 16ê Tebaxê de li deriyê rojhilatê Serêkaniyê, li nuqteyeke Tirk a ku ji hêla koma çeteyan a Sultan Murad ve tê parastin, civînek bi beşdariya 3 leşkerên Tirk û nêzî 25 serokên çeteyan hat lidarxistin. Mijara sereke ya civînê eşîrên Ereb ên li rojhilatê Firatê bû.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, MÎTê ji serokên çeteyan ev gavên jêrîn xwestine:
-Amadekirina bernameyan bi hevkariya kesên ku bi eşîran re têkildar in.
-Jimartina eşîrên mezin û bi bandor ên li rojhilatê Firatê, tespîtkirina şêx û pêşengên wan.
-Derxistina jimareya giştî ya gelê herêmê.
-Eşîran li ser raya giştî û çapemeniyê daxwaza operasyoneke leşkerî li dijî QSDê (Hêzên Sûriya Demokratîk) bikin an jî rê li ber vê operasyonê vekin.
-Pêşniyara MÎTê ya avakirina komeke çeteyan a taybet ji bo kesên ji rojhilatê Firatê, ji hêla hemû serokên çeteyan ve hate qebûlkirin.
-Hat ragihandin ku heyeta Tirk soza piştgiriya maddî daye çeteyan.
AMADEKARIYA ŞER Û PIŞTGIRIYA EŞÎRAN
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên bawerbar hatine bidestxistin, di heman rojê de sibehê MÎTê li Hawar Kilîsê civînek din lidarxist. Tê zanîn ku Beşîr El Hecî, Muder Nicar, Ehmed Dûxan, şêxê eşîra Îcêl Ebu Elî Sîco û berpirsyarên din ên çeteyan beşdarî civînê bûne. Di civînê de pevçûnên di navbera desthilata Colanî û Rêveberiya Xweser a Rojava de û rewşa dawî ya li Dêrhafirê hatin nîqaşkirin. Tê zanîn ku MÎTê di civînê de ji serokên çeteyan re talîmat daye ku ji bo şerekî muhtemel çek û endamên xwe amade bikin. Ebu Elî Sîco ji serokên eşîrên li bakur daxwaz kir ku ji bo şerekî mîna yê li Swêydayê amadekarî bikin û diyar kir ku rejîma nû dê giraniyê bide eşîran, û Tirkiyê jî dê piştgirî bide.
CIVÎNA PÊŞÎN A LI KILÎSÊ: GAVA YEKEM A KOORDÎNASYONÊ
Berî civîna Hawar Kilîsê, di 11.08.2025an de li Kilîsê civînek din hat lidarxistin. Tê zanîn ku Muder Nicar, Ebu Elî Sîco, Ehmed Dûxan û berpirsyarên MÎTê yên ji herêma bakurê Sûriyê berpirsyar in beşdarî vê civînê bûne, û zêmîna civînên paşerojê hat amadekirin.
MÎT, bi taybetî li Serêkaniyê, li herêmên dagirkirî bi civînên birêkûpêk serokên çeteyan ên herêmî û pêşengên eşîran rêve dibe. Armanc, dûrxistina gelê herêmên Rêveberiya Xweser ji QSDê û astengkirina beşdariya şêxên eşîran di çalakiyên siyasî de ye. Ev civîn, hewldanên dewleta Tirk ên ji bo zêdekirina bandora xwe li ser herêmê û amadekirina zêmînê ji bo operasyonên li dijî QSDê eşkere dikin. Di hefteya dawî de, êrîşên dewleta Tirk bi SÎHA û ÎHAyan li ser herêma Tişrînê û hewldanên çeteyên girêdayî wê yên ji bo ketina xetên eniyê, nîşan didin ku ev civîn di qadê de dest bi pratîkê kirine. Herwiha ev civînên veşartî, wekî beşek ji stratejiya dewleta Tirk a ji bo bihêzkirina bandora xwe ya leşkerî û civakî li bakurê Sûriyê, balê dikişînin.




