• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

Plana Nû ya Dewleta Tirk a Li Ser Sûwêdayê- NÛÇE TAYBET

NAVENDA NÛÇEYAN – MÎT ji bo herêma Sûwêdayê planeke nû amade kiriye û armanc dike ku bandora Îsraîlê li herêmê bişkîne û plan dike ku ji civakên Durzî yên li herêmên cuda hêzeke leşkerî ava bike.

Yayınlayan Lekolin
13 September 2025
Kategori: Nûçe
239 18
A A
Plana Nû ya Dewleta Tirk a Li Ser Sûwêdayê- NÛÇE TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Sûwêda herêmeke stratejîk a li başûrê Sûriyê ye, ku piraniya wê Durzî lê jiyan dikin. Di van salên dawî de ev herêm ne tenê bûye qada pevçûnên herêmî, di heman demê de bûye qada pêşbaziya îstîxbaratê ya hêzên herêmî û navneteweyî. MÎT, li ser herêma Sûwêda planek amade kir. Armanca planê şikandina bandora Îsraîlê li herêmê û hilweşandina avahiya leşkerî ya bi navê Heres El-Watanî ye. Hat zanîn ku MÎT ji bo vê stratejiyê pêşkêşî Amerîkiyan bike ev plan bi îstîxbarata Sûriye’yê re parve kiriye.

Siteya me Lekolin.org di nûçe analîza xwe ya 29 Tîrmehê de diyar kir ku planên leşkerî û îstixbaratê yên li dijî Sûwêda berê hatine deşîfrekirin. Di vê analîzê de me gav bi gav eşkere kir ku, piştî HTŞ rêveberiya Şamê bi dest xist êrîşên li dijî Siwêdayê, bi hevkariya dewleta Tirk re, bi komên çete yên ku di bin navê eşîran de tevdigerin, çawa hatine organîzekirin.

BI HÊZÊN DURZÎ RE PÊKHATEYEK NÛ

Di bingeha planê de avakirina hêzeke leşkerî ji civakên Durzî li herêmên Ceremana, Sehnaya û Eşrefiyê cih digre. Tê zanîn ku ev avahiya ku wê jê re “Hêzên Welatparêzên Sûwêda” were gotin, fermandariya vê avahiyê wê Silêman Abid El-Bekî û Leys El-Balus bin. Lê belê ji ber ku Leys El-Balus bi taybetî ji aliyê alîgirên Hikmet El-Hacarî û Durziyan ve weke xayîn tê dîtin, ev plan li qadê lawaz dibe, ji ber ku Durzî Leys El-Balus di nav xwe de qebûl nakin.

Tê çaverêkirin ku, ev hêza nû ya Durzî derbasî parêzgeha Sûwêdayê bibe û bi hêzên Hikmet El-Hacarî re berevaniyê bike. Ev înîsiyatîf ku qaşo bi awayekî armanca parastina herêmê dihilgire, armanc dike ku di pêşerojê de serweriya siyasî û leşkerî li ser Sûwêdayê ava bike.

Bİ ÇEKKİRİNA STRATEJÎK

Hat zanîn ku Wezareta Parastinê ya Sûriye’yê dê fonên vê hêzê bide, bi çekên navîn dê derbasî herêmê bibin û piştre çekên giran radest bikin. Armanca vê gavê ew e ku bandora avahîyên ku Îsraîl piştgirîya wan dike li Sûwêda bişkîne û herêmê nêzîkî hikûmeta Şamê bike.

Malpera me, di bin navê peymanek nû ya di navbera hikûmeta Şamê û Durziyan de Plana ‘Parçe Bike û Birêve Bibe ketibû meriyetê, nivîsandibû. Me diyar kir piştî ku MÎT û HTŞ’ê tevî van planên qirêj nekarîn ti encamekê bi dest bixin, bi rêxistina bi navê Mîxferên Spî (El Xuez El Beydaa) weke hespê Troyayê di bin navê alîkariyê de derbasî herêmê bûne. Di heman nûçe-analîzê de, me ragihand ku da ku hincetek ji bo êrîşa li ser Sûwêda were çêkirin, çek û mirov bi qaçaxî di navbera Deraa û Sûwêda de têne kirin û xalên barkirin û leşkerî têne avakirin.

STRATEJIYA HERÊMÎ YA MÎT’Ê

Stratejiya nû ya Tirkiye’yê ya li Sûriye’yê bi hevdîtinên bi HTŞ’ê re şêwe digre. Enqere ku dixwaze ji valahiyên ku piştî rûxandina rejîma Esed derketî sûd bigire, bi hevkariya hikûmeta demkî ya bi serokatiya HTŞ’ê planên nû li dijî Rêveberiya Xweser pêşdixe. Di vê çarçoveyê de MİT dixwaze Durziyan nêzî Şamê bike û piştgiriya wan bike da ku muxalefeta pêşerojê asteng nekin û li dijî wan dernekevin.

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

 

Etiketler: Dewleta TirkDurzîhtşMITSamSURIYESuweda
Önceki yazı

Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Ji Kêlekê Heya Navendê

Sonraki Haber

Sê Têgînên Sereke yê Pêvajoyê: Civaka Demokratîk, Aşîtî û Entegrasyona Demokratîk-2

Benzer Haberler

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

3 June 2026
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be
Nûçe

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

2 June 2026
HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin
Nûçe

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

1 June 2026
Sonraki Haber
Sê Têgînên Sereke yê Pêvajoyê: Civaka Demokratîk, Aşîtî û Entegrasyona Demokratîk-2

Sê Têgînên Sereke yê Pêvajoyê: Civaka Demokratîk, Aşîtî û Entegrasyona Demokratîk-2

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    525 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    748 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist