• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Lêkolîn

Stratejiya Nû ya Rûsyayê ya Pragmatîst a li ser Sûriyê- DOSYA TAYBET

NAVENDA NÛÇEYAN - Hilweşîna rejîma Esed di Kanûna 2024an de, veguherîneke bingehîn di stratejiya Rûsyayê ya pragmatîst de li Sûriyê bi xwe re anî. Piştî ku şoka vê yekê derbas kir, Rûsyayê bi lez rêyeke pragmatîk hilbijart û dest bi avakirina têkiliyan bi hukûmeta demkî ya Sûriyê re kir. Di vê pêvajoyê de, hebûna leşkerî ya Rûsyayê, stratejiya dîplomatîk û têkiliyên wê yên tevlihev bi aktorên herêmî re ji nû ve teşe digirin.

Yayınlayan Militan Rêhat
12 October 2025
Kategori: Lêkolîn
257 3
A A
Stratejiya Nû ya Rûsyayê ya Pragmatîst a li ser Sûriyê- DOSYA TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Bingehên hebûna Rûsî li Sûriyê, ji têkiliyên dîplomatîk ên ku di sala 1944an de hatine avakirin û bingeha deryayî ya ku di sala 1971ê de di serdema Hafiz Esed de li Tartusê hatî damezrandin, tê. Destwerdana leşkerî ya ku di sala 2015an de dest pê kir, rê li ber zindîbûna rejîma Esed vekir û fersend da Rûsyayê ku di Rojhilata Navîn de weke hêzeke sereke cih bigire. Lêbelê, hilweşîna rejîmê ya ji nişka ve di Kanûna 2024an de, domdariya vê stratejiyê da ber pirsan.

Piştî hilweşîna rejîma Esed, helwesta hukûmeta Sûriyê ya bi serokatiya Colanî li hember Rûsan tenê di asta kanalên koordînasyonê de ma. Ev yek di daxuyaniyên rayedarên HTŞê de, ku diyar kirin Rûsan heta gihîştina Şamê alîkariya HTŞê kiriye, bi zelalî hate diyarkirin. Têkilî di vê astê de berdewam kirin, lê gavên eşkere nehatin avêtin.

JI DIJMINAHÎ BER BI HEVPARÎ: TÊKILIYÊN PRAGMATÎK BI HTŞê RE

Dibe ku pêşveçûna herî berbiçav, têkiliya pragmatîk e ku Rûsyayê bi hukûmeta demkî ya bi serokatiya Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) re ava kiriye. Moskowê, ku berê ji bo piştgirîkirina rejîma Esed bi van koman re şer kiribû, niha li ser maseyê bi wan re rûniştiye, ev jî nîşan dide ku ji hevalbendiya îdeolojîk bi temamî ber bi hevkariyeke transaksiyonel ve çûye.

Piştî ku hin hêmanên radîkal di nav HTŞê de û komên girêdayî Tirkiyeyê, li dijî hebûna hêzên Rûsî li Sûriyê zêde muxalefet kirin, gava yekem hate avêtin. Komîteya Karên Derve ya Rûsan li ser vê bingehê rêze çalakî û hevdîtin pêk anîn, ku ev in:

DîrokNîşeBeşdarên SerekeEncamên Sereke
Çile 2025Serdana yekem a Rûsan bo Şamê piştî hilweşîna rejîmê.Serokê hukûmeta demkî ya Sûriyê Colanî û cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov bi serokatiya heyeta Rûsî.Muzakereyên hevkariya leşkerî, dîplomatîk û aborî hatin kirin. Alîyê Sûriyê daxwaza tezmînatê ji bo zirarên berê kir ji bo ji nû ve avakirina baweriyê.
Sibat 2025Têkiliya têlefonîk di navbera serokan de.Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û serokê hukûmeta demkî ya Sûriyê Colanî.Yekem têkiliya rasterast a asta bilind, muzakereyên hevkariya Rûsî-Sûrî. Ev hevdîtin nîşana fermîbûna têkiliyê bû.
Tîrmeh 2025Serdana Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê bo Moskowê.Wezîrê Karên Derve Esad El-Şîbanî, Putin û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov.Yekem serdana fermî ya endamekî hukûmeta nû bo Moskowê. Muzakereyên ji nû ve avakirina têkiliyan û betalkirina peymanên berê yên bi rejîma Esed re.
Tîrmeh 2025Serdana Wezîrê Parastinê yê Sûriyê bo Moskowê.Wezîrê Parastinê Merhaf Ebu Kasra û rayedarên Rûsî.Muzakereyên girîng ên li ser hevkariya leşkerî.
Cotmeh 2025Serdana heyeta leşkerî ya Sûriyê bo Moskowê.Serokê Giştî yê Artêşa Sûriyê Ali El-Nesan û General Kornbinko bi serokatiya heyeta Rûsî.Muzakereyên li ser yekîneyên hewayî, top, wesayîtên zirxî û lojîstîkê. Heyet bi sîstemên parastina hewayî, balafirên bêpîlot û wesayîtên zirxî yên Rûsî hat nasandin. Giranî li ser xurtkirina hevkariya leşkerî û ewlehiyê hate danîn, bi taybetî li dijî zextên Îsraîlê.
Cotmeh 2025 (plankirî)Serdana serokê demkî yê Sûriyê bo Moskowê.Serokê demkî yê Sûriyê Colanî.Ji bo 15ê Cotmehê plankirî, muzakereyên li ser bingehên leşkerî yên Rûsî, deynên ji serdema Esed û peymanên aborî yên betalkirî.

PIŞTÎ HILWEŞÎNA REJÎMA SÛRIYÊ HEBÛNA RÛSÎ LI SÛRIYÊ

Beriya hilweşîna rejîma Sûriyê, hêzên Rûsî bi awayekî giran li herêmê bi cih bûbûn. Hejmara bingeh û xalên polîsên leşkerî yên Rûsî gihîştibû 114an. Belavbûna wan wiha bû: 21 bingehên sereke û 93 xal an cihên leşkerî yên alîkar. Belavbûna hêzên Rûsî li seranserê Sûriyê wiha bû: Hema 17, Lazqiye 15, Hesekê 14, Qunaytra 13, Heleb 12, gundewarên Şamê 8, Dêrazor 8, gundewarên Reqqayê 8, Idlib 6, Humus 4, Dera 3, paytext Şam 2, Suweyda 2, Tartus 2 cihan.

Piştî hilweşîna rejîma Sûriyê, hêzên Rûsî hebûna xwe li ser axa Sûriyê kêm kirin û tenê li bingehên diyarkirî bi cih bûn:

Baregeha Hewayî ya Himeymîm: Ev bingeh li herêma Lazqiyeyê ye û weke bingeha hewayî ya Bassel el-Esed a kevn tê naskirin. Ev bingeh bingeha sereke ya balafirên Rûsî ye û weke bingeha herî mezin a Rûsyayê ya li derveyî Yekîtiya Sovyetê ya berê tê qebûlkirin. Her wiha, balafirên bombardimanê yên Su-24M û Su-25SM û helîkopterên Mi-24PN û Mi-8AMTSh li vê bingehê hene, ku ev bingeh stûna bingehîn a projeksiyona hêza Rûsyayê ya herêmî ye.

Baregeha Qamişlo: Ev bingeh li herêma Hesekê ye û balafirgeh û qadên parastina hewayî dihewîne.

Bendergeha Deryayî ya Tartus: Li Bendergeha Deryayî ya Tartusê hejmareke sînordar a personelên leşkerî yên Rûsî hêj jî hene. Lêbelê, ev hebûn piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed di Kanûna 2024an de bi awayekî berbiçav kêm bûye. Bingeh, ji bo Rûsyayê weke xala lojîstîkî ya deryayî ya daîmî ya li Deryaya Spî ya herî stratejîk bû, lê hukûmeta demkî ya Sûriyê di 22yê Çileya 2025an de peymana kirê ya 49-salî ya bi Rûsyayê re betal kir û hebûna leşkerî ya Rûsî bidawî kir. Tevî vê yekê, valakirineke tam nehatiye temamkirin; personelên mayî bi giranî di karên lojîstîk û lênêrînê de ne. Di rojên dawî de, Rûsan ji bo bingeha deryayî ya Tartusê hêzên nû şandin.

SEDAMÊN BERDEWAMKIRINA HEBÛNA RÛSAN LI SÛRIYÊ

Destwerdana Rûsan li Sûriyê ji sala 2015an û vir ve û piştgiriya wan a ji bo rejîma Beşar Esed heta hilweşîna rejîmê di Kanûna 2024an de berdewam kir. Li gorî rayedarên aborî, deynên Rûsan ên li Sûriyê nêzî 20-23 milyar dolarî ne. Ev deyn di encama piştgiriya 15 salan a şerê navxweyî de çêbû. Her wiha, deynên Rûsan heta sala 2005an vedigerin; ji ber ku Rûsya ji bo Sûriyê çavkaniya sereke ya çek û piştgiriya aborî bû.

Di sala 2005an de, nirxê deynên Rûsan ên li Sûriyê nêzî 13 milyar dolar bû û Sûriye ne xwedî hêz bû ku vê mîqdarê bide Rûsyayê. Ji ber vê yekê, Rûsan ev deyn di berdêla dayîna îmtiyazên aborî yên stratejîk ji aliyê Sûriyê ve ji nû ve saz kirin.

Di dema krîza Sûriyê de û piştî ku Rûsan bi fermî destwerdana krîzê kir, Rûsan hin xalên girîng bi dest xistin. Di nav wan de Baregeha Hewayî ya Himeymîm û bendera deryayî ya Tartusê hene. Ev bi peymaneke ku destûr dida Rûsan 49 salan çalakiyên xwe yên leşkerî bidomînin, hate kirin.

DI SERDANA DAWÎ YA MOSKOWÊ DE HÛRGULİYÊN DERKETIN HOLÊ

Di 2yê Cotmeha 2025an de, heyeta fermî ya Wezareta Parastinê ya Sûriyê bi serokatiya Serokê Erkanê Giştî Tuggeneral Ali el-Nesan gihîşt Moskowê. Di pêşwaziyê de Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Yunus Bek Yefkirof amade bû. Li gorî agahiyên bidestketî, ev serdan di çarçoveya pêşxistina mekanîzmayên koordînasyonê di navbera Wezaretên Parastinê yên Rûsya û Sûriyê de pêk hat.

Yek ji gavên balkêş ên serdanê ew bû ku berpirsê têkiliyên Wezareta Parastinê ya Sûriyê Asim Gelyûn li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyek parve kir; li paş wî çeka S-300 xuya dikir û wî ev not li hesabê xwe zêde kir: (“Niha li Rûsyayê ye û zûde li Sûriyê be”).

Her wiha, xalek din jî ew bû ku Cîgirê Wezîrê Parastinê Fehîm Îsa û serokên koma çeteyan a Sultan Murad a girêdayî îstîxbarata Tirk dîsa li ber kamerayan derketin. Wekî tê zanîn, Fehîm Îsa yê girêdayî MÎTê û koma çeteyan a Sultan Murad bi taybetî di êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd li Efrîn û Serêkaniyê de bi xwe roleke rasterast lîstibûn û ji ber sûcên nemirovî yên ku piştî dagirkirinê kiribûn, ketibûn lîsteya cezayan.

DI 15 SALÊN KRÎZA SÛRIYÊ DE ROLA RÛSAN Û NAKOKIYÊN DI NAV HUKÛMETA ŞAMÊ DE

Di dirêjahiya 15 salên krîza Sûriyê de, bi taybetî ji bo gelê Sûriyê, Rûsya xetereya herî mezin bû. Piraniya gelê Sûriyê di wê baweriyê de ye ku Rûsan gel kuştine û welat wêran kirine; ev nêrîn bi taybetî di daxuyaniyên derbarê rola Rûsan de di peymanên ku komên şandî Idlibê kirine, derdikeve pêş.

Ev serdan û nêzîkbûn di demekê de pêk hatin ku hin şikestin di nav hukûmeta Şamê de derketine holê. Di nav hukûmetê de niha du pêlên cuda diyar bûne: Yek, pêla ku ji hêla Wezîrê Karên Derve Esad El-Şîbanî ve tê kontrolkirin, alîgirê dîplomasiya nerm e û nêzîkî Amerîka û Ewropayê ye; ya din jî, paradîgmayeke tund qebûl dike û ji hêla Wezîrê Parastinê Murhaf Ebu Kasra, Berpirsê Îstîxbarata Sûriyê Huseyn Selame û Wezîrê Karên Hundir Enas Hattap ve tê birêvebirin.

Bê guman, eşkerekirina hewldanên tasfiyekirina li dijî Colanî ji hêla îstîxbarata Iraqê ve, bi taybetî fêrbûna ku ev hewldan ji hêla kesên berê di nav HTŞê de bûn ve hatine kirin, nîşan dide ku hukûmeta Şamê ber bi dabeşbûnê ve diçe.Ji ber vê yekê, tê xwestin ku Tirk di van nakokiyên derketine holê de sûdê wernegirin. Ji ber ku her çend agahiyên li ser bandora Tirkên li ser biryarên Sûriyê hebin jî, heta niha di nav avahiya HTŞê de xalên veşartî hene ku Tirk negihîştine wan. Îhtîmala ku Tirk van gavên xwe ji bo lawazkirina pêla girêdayî Amerîka û Ewropayê bavêjin heye.

TIRKIYE Û HEVSENGIYÊN NÛ

Sûriye, navendeke hem alozî û hem jî hevkariyê di navbera têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê de ye. Di paşerojê de, dema ku Rûsya piştgirî dida rejîma Esed, dewleta Tirk bi gotinê opozîsyonê (HTŞ, Artêşa Neteweyî ya Sûriyê) piştgirî dikir. Bi Pêvajoya Astanayê (2017) herêmên bêşer (Idlib) hatin avakirin, lê balafirên Rûsî û operasyonên Tirkiyeyê alozî domandin.

Pêşveçûnên 2024-2025: Piştî hilweşîna Esed di Kanûna 2024an de, Rûsyayê bingehên xwe kêm kirin, Tirkiyeyê jî bi serokê HTŞê Colanî re nêzîkbûn pêk anî. Di sala 2025an de, hevdîtinên li Moskowê bi hukûmeta demkî ya Şamê re hevkariya leşkerî û aborî armanc kirin. Dewleta Tirk hewl dide ku serweriya xwe li Sûriyê xurt bike û mayînde bike, Rûsya jî bi rêbazeke pragmatîk di lêgerîna berdewamkirina têkiliyan de ye.

JI NAVGÎNKARIYÊ BER BI HEVBENDIYÊ: TÊKILIYÊN BI QSDê RE

Têkiliya Rûsyayê bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re, di serdema Esed de jî xwedî karaktereke pragmatîk bû. Di Adara 2025an de, peymana ku ji bo yekkirina QSDê bi saziyên ewlehiyê yên hukûmeta demkî ya Sûriyê re hate îmzekirin, bûyereke girîng bû ku dînamîkên herêmê guherand.Ev peyman armanc dike ku şer li seranserê axa Sûriyê rawestîne, mafên civaka Kurd bi destûrî bên parastin û avahiya leşkerî ya QSDê bibe parçeyek ji dewletê.

Di van demên dawî de, li hemberî nîqaş û alozîyên derbarê peymana Adara 2025an di navbera QSD û hukûmeta Şamê de, Rûsya bêdengiya xwe diparêze. Ji ber ku eger bi hukûmeta demkî ya Şamê re di çarçoveya berjewendiyên xwe de li hev neke, QSDê weke hêzeke bingehîn a leşkerî û siyasî ya herêmê dibîne û wê di pozîsyona hevbendiyê de dihesibîne.

Militan RÊHAT

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: Dewleta TirkEfrinhtşMITMoskovaQamisloQSDROJAVARusyaSamSURIYE
Önceki yazı

Hikûmeta Şamê Peymana 10ê Adarê Dicemidîne û Parçebûna Neteweyî Kûrtir Dike

Sonraki Haber

MÎT “Nifşên Xalîfe” Yên DAIŞ’ê Di Nav HTŞ’ê De Bicîh Dike! – NÛÇE TAYBET

Benzer Haberler

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET
Lêkolîn

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

31 May 2026
Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ
Lêkolîn

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

29 May 2026
HTŞ Cîhazên IMSI ku Ji MÎT’ê Girtiye Li Heremên Rojava Bi Cih Dike-NÛÇE TAYBET
Lêkolîn

HTŞ Cîhazên IMSI ku Ji MÎT’ê Girtiye Li Heremên Rojava Bi Cih Dike-NÛÇE TAYBET

14 May 2026
Sonraki Haber
MÎT “Nifşên Xalîfe” Yên DAIŞ’ê Di Nav HTŞ’ê De Bicîh Dike! – NÛÇE TAYBET

MÎT "Nifşên Xalîfe" Yên DAIŞ’ê Di Nav HTŞ’ê De Bicîh Dike! – NÛÇE TAYBET

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist