Di atmosfera kaotîk a Şerê Navxweyî yê Sûriyeyê de, têkiliya di navbera HTŞ û DAIŞ’ê de carna aloz, carna îtîfaqên veşartî rewşeke tevlîhev derdixîne holê. Dewleta Tirkiyeyê, ji bo xurtkirina serdestiya xwe, vê rewşa aloz bikar tîne û tê gotin ku “Nifşên Xelîfeyê” yên DAIŞ’ê bi rêya Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) perwerde kiriye û wan di Hêzên Ewlekariya Giştî yên HTŞ de bi cih kiriye.
Li gorî agahiyên ku Lekolin.org bi dest xistiye, derketiye holê ku HTŞ çeteyên girêdayî DAIŞ’ê di nav refên xwe de entegre dike, bi taybetî zarokên ku wekî “Nifşên Xelîfeyê” yên DAIŞ’ê (Eşbal el-Xilafa) bi rêya MÎT’ê têne zanîn perwerde dike û wan dixe nav Hêzên Ewlekariya Giştî yên HTŞ. MÎT, ku plansaz û cîbicîkarê vê pêvajoyê ye, planeke stratejîk ji bo entegrekirina çeteyên DAIŞ’ê di nav HTŞ de pêk tîne.
STRATEJIYA DAIŞ’Ê YA BI DIZÎ KETINA NAVA HTŞ’Ê
Di raporek taybet de ku ji hêla malpera me Lekolin.org ve di 20’ê Mijdara 2023’an de hatiye weşandin, hatiye eşkerekirin ku HTŞ, bi piştgiriya dewleta Tirkiyeyê, li kampeke taybet a li gundê Dewa, li navçeya Cindirêse ya Efrîn, perwerdehiya leşkerî daye 20 zarokên DAIŞ’ê. Zarokên DAIŞ’ê, ku hemû di bin 17 salî de ne, li gorî agahiyan, beşek ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê bûn ku ji bajarokê Bahoz ê Dêra Zorê reviyabûn û li Îdlibê bi cih bibûn.
Li gorî agahiyên herî dawî yên ku me wergirtine, DAIŞ, bi piştgiriya MÎT’ê stratejiyek nû daye pêşiya xwe da ku van zarokan perwerde bike û wan bixe nav Yekîneya Ewlekariya Giştî ya HTŞ’ê. Ev sizme ku di tîmên piçûk de têne kirin, bi entegrekirina zarokên DAIŞ’ê yên ji Kampa Holê hatine revandin nav çeteyên HTŞ’ê têne piştgirîkirin.
PERWERDEYA WAN JI MÎT’Ê
MÎT di operasyonên entegrekirina Zarokên Xalîfe yên DAIŞ’ê di nav HTŞ’ê de aktorekî sereke ye. Ev zarokên DAIŞê ku ji Kampa Holê hatine revandin, bi piştgiriya MÎT’ê têne perwerdekirin û di Yekîneya Ewlekariya Giştî ya HTŞ’ê de têne entegrekirin. Akademiyên ku Zarokên Xalîfe lê têne perwerdekirin, li nêzîkî Hawar Kilisê li gundewarê Helebê, li herêma di bin kontrola MÎT’ê de ne. MÎT di vê pêvajoya perwerdeyê de roleke pêşeng dilîze û çavdêriya van kampan dike.

Armanca vê stratejiyê ew e ku hevsengiya hêza HTŞ’ê li Sûriyeyê kontrol bike û piştgiriyê bide berjewendiyên herêmî yên dewleta Tirkiyeyê. Lêbelê, êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî HTŞ’ê û nakokiyên navxweyî qelsiya vê hevpeymaniyê eşkere dikin.
PEYMANA HTŞ-DAIŞ’Ê Û ÊRÎŞ
Hat hînbûn ku HTŞ û DAIŞ’ê li hember rawestandina çalakiyên xwe yên leşkerî li herêmê peymanek çêkirine. Lêbelê, xuya ye ku DAIŞ’ê ev peyman paşguh kiriye û çalakî û êrîşên xwe hem li Sûriyeyê û hem jî li welatên din ên Erebî didomîne. Mînak, di sala 2025’an de, li Dêra Zorê li ser xalên kontrolê yên HTŞ’ê êrîşên xwekujî hatin kirin, DAIŞ’ê li Îdlibê “Dewleta Îslamî ya serbixwe” ragihand û avahiyên dişibin termînolojiya DAIŞ’ê, wekî “Polîsê Îslamî yê Xîlafetê”, li Humsê derketin holê. Ev êrîş nîşan didin ku hebûna DAIŞê di nav HTŞê de ne tenê bi sizmayan ve sînordar e, lê di heman demê de bûye pevçûnek vekirî jî. Lê ev êrîşên li ser HTŞ’ê piştre derketibû holê ku dewleta Tirk a dagirker ji bo peyamekê bide Koalisyona Navneteweyî ya Têkoşîna Dijî çeteyên DAIŞ’ê ku bidin nîşandan “DAIŞ li dijî dewleta Tirk û HTŞ’ê jî şer dike, êrîşan tenê li dijî QSD’ê nake”.




