“Dosyayeke taybet” a ku hatiye bidestxistin û tê fêmkirin ku dewleta Tirk ji bo Helebê amade kiriye, qonaxeke nû û xeternak a dagirkeriyê deşîfre dike. Plan, armanc dike ku bi girêdana tam a binesaziya îdarî, leşkerî, aborî û civakî ya Helebê bi MÎT’ê ve, bi awayekî fiîlî ‘wîlayeteke Tirk’ biafirîne. Ev stratejî, ne tenê talankirina bajêr, lê di heman demê de armancên jeopolîtîk ên kûrtir ên wekî dorpêçkirina Rêveberiya Xweser û şikandina nifûza Rûsyayê ya li peravê jî dihewîne.
Dewleta Tirk, valahiya hêzê ya ku bi lawazbûna rejîma Sûriyeyê û paşvekişîna bandora Îranê derket holê wekî “derfeteke dîrokî” dibîne û ji bo pêkanîna armancên xwe yên berfirehbûnê, pêngava xwe ya herî krîtîk bi navendkirina Helebê xistiye dewrê. Dosyayeke taybet a ku ji aliyê MÎT’ê ve hatiye amadekirin û kiryarên wê yên li qadê deşîfre dike, plana Enqereyê ya ji bo veguherandina Helebê bo “wîlayeteke Tirk” a fiîlî bi hemû tazîbûna xwe radixe ber çavan. Ev plan, ji dagirkeriyeke leşkerî ya klasîk wêdetir e; ew konsepteke “şerê taybet” a topyekûn e ku endezyariya civakî, destdanîna ser burokrasiyê, talana aborî û ji nû ve avakirina leşkerî dihewîne.
XALA HEVBIRÎNA JEOSTRATEJÎK: ÇIMA HELEB Û PERAV DI HEDEFÊ DE NE?
Heleb, di dirêjahiya dîrokê de wekî “dilê aboriyê” û navenda herî mezin a pîşesaziyê ya Sûriyeyê hatiye naskirin. Bajar ku li ser xala hevbirîna rêyên bazirganiyê yên ji Tirkiyeyê dirêjî Rojhilata Navîn dibin, dihêle ku yê wê kontrol bike, li seranserê Bakurê Sûriyeyê hem serweriyeke aborî hem jî stratejîk ava bike. Ji bo dewleta Tirk, Heleb kevirê kilît ê xeyalên “Mîsak-ı Mîllî” ye û amûra herî girîng a dorpêçkirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê rojava ve ye.
Peravê Sûriyeyê (Lazqiyê-Tertûs) jî ji ber ku mazûvaniya benderên yekane yên ava germ û baregehên leşkerî yên Rûsyayê yên li Deryaya Spî dike, “xeta sor” a Moskowê ye. Ji bo Îranê jî deriyê “Hîlala Şîe” yê ku heta Libnanê dirêj dibe û ber bi Deryaya Spî ve vedibe, ye. Pêngavên nepenî yên dewleta Tirk ên li ser Helebê ber bi peravê ve, armanc dikin ku tifaqa Rûs-Îran a li vê herêmê lawaz bikin û ji bo stratejiya xwe ya Deryaya Spî qadê vekin. Ji ber vê yekê, çalakiyên MÎT’ê yên li Helebê, di rastiyê de parçeyek ji setrenceke mezin a jeopolîtîk in ku dê paşeroja tevahiya Sûriyeyê şekil bide.
TORA ÎSTIXBARATÊ Û ENDEZYARIYA CIVAKÎ: ‘KARTA TIRKMENAN’ Û PLANA PARÇEKIRINA KURDAN
Li gorî dosyeyê, bingeha plana MÎT’ê “endezyariya civakî” pêk tîne. Amûra sereke ya vê endezyariyê jî Tirkmen in.
Bikaranîna Tirkmenan Wekî Hêza Pêşeng: MÎT, komên çete yên wekî Emşat, Hemzat û Sultan Murad ku piranî ji Tirkmenan pêk tên û wekî hêzên herî dilsozê xwe dibîne, di rêveberiya qadê de dike xwedî roleke kilîdî. Civînên Balyozê Tirk ê Helebê Hakan Cengiz bi serokên Tirkmen re, bi sozên aborî û projeyan, kontrola li ser vê beşê xurt dike.
Plana Parçekirin û Devşîrmekirina Kurdan: Lingê herî bi dek û dolab ê planê li dijî Kurdan e. MÎT, li Efrînê bi rêya hevkarên herêmî yên wekî Mesûd Betal, gund bi gund digere û çalakiyên “afirandina parçebûnê di nav Kurdan de” û devşîrmekirina ciwanan ji bo yekîneyên “Emin Am” (ewlekarî) yên girêdayî hikûmeta Colanî dimeşîne. Bi têkilîdanîna bi eşîrên Kurd ên wekî eşîra Dîdan re, tê armanckirin ku ciwan li dijî Rêveberiya Xweser bixin pozîsyona dijberiyê. Armanc ew e ku di pêşerojê de pêşî li kontrolkirina van herêman ji aliyê QSD’ê ve were girtin û bi destê hevkarên girêdayî MÎT’ê “bi navê rêveberiyeke Kurdî” were avakirin û dagirkerî were rewakirin. Ev di heman demê de armanc dike ku zexteke îstixbarî li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî were danîn.
ÎLHAQA BUROKRASIYÊ: DI NAV DEWLETÊ DE DEWLETA MÎT’Ê
Dewleta Tirk, Helebê ne tenê ji aliyê leşkerî ve, lê ji aliyê îdarî ve jî bi temamî bi xwe ve girê dide. MÎT, hemû saziyên hikûmeta Colanî ji nû ve ava dike û “dewleteke paralel” ava dike.
Kadroyîbûna Saziyî: Hemû saziyên îdarî, civakî û îstixbarî di bin çavdêriya MÎT’ê de ji nû ve tên damezrandin. Bajar, li ser beşên ku ji aliyê berpirsên tayînkirî yên MÎT’ê ve tên rêvebirin, tê dabeşkirin. Mînak, tayînkirina Hemud Elî El-Şêx ê girêdayî MÎT’ê bo serokatiya beşa ku Şêxmeqsûd jî di nav de ye, nîşan dide ku kontrol çiqas kûr bûye. Êdî her bûyereke ku li Helebê diqewime, berî Şamê ji MÎT’ê re tê ragihandin û biryar ji aliyê MÎT’ê ve tên dayîn. Hikûmeta Colanî jî tenê wek tabelayekê dimîne.
Kontrola Teknolojîk: MÎT’ê binesaziya ragihandinê ya li Helebê bi temamî xistiye bin kontrola xwe. MÎT, bi nûkirina alavên çavdêriyê yên li Daîreya Ragihandinê ya Leşkerî û bi cihkirina cîhazên guhdarîkirina telefonan li nuqteyên kilîdî yên bajêr, tevahiya bajêr vediguherîne “zindaneke sergirtî”.
TALANA ABORÎ: PÎŞESAZIYA HELEBÊ TÊ RANTKIRIN
Talankirina aborî ya Helebê, aliyê herî şênber ê plana dagirkeriyê pêk tîne. Di bin navê “pêşxistina aboriya Sûriyeyê” de, hemû dewlemendiya bajêr ber bi Tirkiyeyê ve tê herikandin.
Projeyên bi Tîpa Mêtingeriyê: Di civînên ku bi beşdariya Waliyê Hatayê û karbidestên Tirk tên lidarxistin de, peymanên bi tîpa mêtingeriyê yên wekî birêvebirina fabrîqeyên ku li Bajarê Pîşesaziyê yê Helebê bên avakirin ji bo 15 salan ji aliyê şîrketên Tirk ve, tên îmzekirin. Bi projeyên wekî anîna blokên mermer ji Tirkiyeyê û hilberandina wan li Sûriyeyê û herikandina qezencê bo Tirkiyeyê, çavkaniyên bajêr tên talankirin.
Faktora MUSİAD û Bîlal Erdogan: Bi rêya komeleyên wekî MUSİAD’ê, sermayeya Tirk li herêmê tê bi cih kirin. Bi projeyên xeta boriya gaza xwezayî, binesazî û bi taybetî projeyên elektrîkê yên ku tê gotin ji aliyê kurê Erdogan, Bîlal Erdogan ve tên meşandin, Heleb ji aliyê aborî ve bi temamî girêdayî Tirkiyeyê tê kirin.
HÊZA LI QADÊ: NE ‘ARTÊŞA NIŞTIMANÎ’, LÊ ‘LEJYONÊN DAGIRKERIYA TIRK’
Tûmenên (Feyleq-Firqe) leşkerî yên ku li qadê Helebê kontrol dikin, her çend li ser kaxezê girêdayî “Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê” xuya bikin jî, di rastiyê de wekî hêzên lejyoner ên dagirkeriya Tirk tevdigerin. Ev yekîneyên ku kademeya fermandariyê û mekanîzmaya biryardayînê bi temamî di destê MÎT’ê de ne, li gorî berjewendiyên dewleta Tirk tevdigerin. Giraniya endamên Tirkmen ên di nav wan de, vê girêdanê hîn zêdetir xurt dike.
ENCAM: PROJEYEKE ÎLHAQÊ
Bi kurtasî, çalakiyên ku li Helebê tên meşandin, ne operasyoneke leşkerî ya ji rêzê, lê projeyeke îlhaqê ya ku bi hûr û kûr hatiye honandin û paşeroja bajarekî û gelekî dike hedef e. Dewleta Tirk, di bin maskeya “alîkariya ji bo Sûriyeyê” de, bajarê herî girîng ê welêt didize û vediguherîne wîlayeta xwe. Heleb ku bi sazî, artêş, aborî û binesaziya xwe ya civakî ketiye bin kontrola MÎT’ê, ji parçeyek Sûriyeyê tê derxistin. Gotina Enqereyê ya domdar a “yekparçeyiya axa Sûriyeyê” bi vê planê careke din îsbat dibe ku çiqas sexte ye. “Yekîtiya” ku dewleta Tirk dixwaze, “yekîtiyeke” di bin dagirkerî û kontrola wê de ye. Eger li hemberî vê planê neyê sekinandin, ev modela ku li Helebê tê pêkanîn, xetera daqurtandina tevahiya Sûriyeyê dihewîne.
Firat ALÎ




