PÊVAJOYA ÇARESERİYÊ, 3 JİNÊN ŞOREŞGER ÊN Lİ PARÎSÊ HATİN QETİLKİRİN Û PAŞVEKİŞÎN: 2013
Di beşa duyemîn a dosyaya xwe de; em ê pêvajoya vekişînê ya di navbera salên 2013-2015’an de ku wekî pêvajoya çareseriyê tê zanîn, qetilkirina 3 Jinên Şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez a li Parîsê, tinehesibandina Mutabakata Dolmabahçeyê û pêvajoya têkoşînê ya ku piştre dijwar bûye, dest bigirin.
Dewleta Tirk, bersiva agirbesta 1’ê Îlona 1998’an bi komployê da û di encamê de di 15’ê Sibata 1999’an de Rêber Ocalan bi komployeke navneteweyî dîl hat girtin. Lê belê tevî vê yekê jî, her tim di polîtîkayên agirbest, aştî û çareseriyê de israr kir. Hevdîtinên Osloyê yên ji bo çareseriyê domiyan, hem bi beşdariya rayedarên payebilind ên dewletê hem jî yên PKK’ê, di hakemtiya hêzeke sêyemîn de hatin meşandin. Dewleta Tirk, dîsa ev pêvajo hem ji bo siyaseta navxweyî hem jî ya derve veguherand stratejiyeke tasfiyeyê û li Bakurê Kurdistanê bi operasyona herî mezin a siyasî ya dîrokê, esasê tasfiyeyê girt.
Li gel van lêgerînên çareserî û aştiyê, di sala 2009’an de ku pirsgirêka Kurd bi perspektîfa aştiyê kete rojevê, berxwedan û lêgerînên çareseriyê yên Rêber Ocalan, hikumeta AKP’ê neçarî diyalogê kir. Piştî hilbijartinên herêmî yên 29’ê Adara 2009’an, KCK’ê ji 13’ê Nîsanê û şûnde biryara bêçalakîtiyê da.
OPERASYONÊN KCK’Ê…
Dema demjimêran 14’ê Nîsana 2009’an nîşan dida, Kurdan sibeha xwe bi pêleke nû ya êrîşê vekirin. Desthilatdariya AKP’ê ku bi FETO re tevdigeriya, di bin navê Operasyona KCK’ê de xwest Bakur adeta teslîm bigire. Di hilbijartinên şaredariyan ên Adara 2009’an de DTP’ê serkeftineke dîrokî bi dest xistibû û nêzî 100 şaredarî qezenc kiribûn ku ev yek bûbû destpêka serdemeke nû. Lê belê desthilatdariya siyasî ya ku ev yek hezm nekir, li dijî Tevgera Siyasî ya Kurd dest bi operasyonên binçavkirinê yên girseyî kir ku di dîroka Komara Tirkiyeyê de yên herî berfireh bûn. Navê vê operasyonê kiribûn “Operasyonên KCK’ê”. Li gorî daraza Tirk KCK, rêxistiniya bajar a PKK’ê bû. Hedefa operasyonê, destpêkê tevgera siyasî ya Kurd, piştre jî her kesê piştgirî dida daxwazên azadiyê yên Kurdan û hemû muxalîf bûn. Her hefte binçavkirinên girseyî çêdibûn. Her kes di hedefê de bû: hilbijartî, wekîl, xwendekar, parêzer, rojnameger, rewşenbîr, parêzvanên mafên mirovan, sendîkavan, aktîvîstên jin û zarok dihatin binçavkirin û girtin. Di operasyonên salên 2009-2010’an de di çarçoveya operasyonên KCK’ê de herî kêm 1.168 kes hatin binçavkirin û 603 kes hatin girtin. Parêzvanên mafên mirovan ev sal wekî “sala ku dewleta polîsî sazîbûye” qeyd kirin.
Di heman demê de hem hevdîtinên Osloyê didomiyan hem jî biryara agirbesta yekalî heta 15’ê Tîrmehê û 1’ê Îlonê, piştre jî heta piştî Cejna Remazanê hat dirêjkirin. Rêber Apo, “Pêşnûmeya Çareseriya Demokratîk” amade kir; daxwazên wekî misogerkirina mafên çandî di destûra bingehîn de, bihêzkirina rêveberiyên herêmî, di temsîliyeta siyasî de wekhevî û perwerdehiya bi zimanê dayikê tê de cih girtin.
GOTINEKE JORPERESET: PROJEYA YEKÎTIYA MILLÎ Û BIRATIYÊ
Dema dîrok hat 19’ê Cotmeha 2009’an, “Koma Aştiyê” ya ji Deriyê Sînor ê Xabûrê hat, îradeya çareseriyê sembolîze dikir. Lê belê dewletê, ev pêngav bi rê ve nebir. Li ser medyayê kampanyayên lînçê hatin destpêkirin, der barê endamên koma aştiyê de doz hatin vekirin, hinek ji wan hatin girtin. Ev yek veguherî gotineke jorperest a wekî “Projeya Yekîtiya Millî û Biratiyê”. Hişyariya Rêber Apo ya “Heke dîwarê bêbaweriyê neyê derbaskirin, dê fersendeke dîrokî heba bibe” pêk hat; diyalog veneuguherî muzakereyê.
HIKUMETA AKP’Ê DAWÎ LI HEVDÎTINÊN OSLOYÊ ANÎ
Tevî hevdîtinan jî rejîma AKP’ê operasyonên qirkirina leşkerî û siyasî nedida sekinandin. Ev hevdîtinên di navbera Dewlet, KCK û Rêber Ocalan de heta hilbijartinên giştî yên Hezîrana 2011’an domiyan. AKP piştî ku ji van hilbijartinan bi serkeftî derket, dawî li hevdîtinên Osloyê anî. Ev helwest di heman demê de, bû destpêka tecrîda tam a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Çûyîna parêzeran a Îmraliyê û hevdîtina bi Rêber Apo re hat qedexekirin. Têkiliya Rêber Apo a bi cîhana derve re bi temamî hat qutkirin. Rejîma AKP’ê hîn bêhtir hişk bû û operasyonên xwe yên ku Kurd êdî wekî “qirkirina siyasî” pênase dikin, berfireh kir.
KOMKUJIYA ROBOSKÎ…
Dema ketin mehên zivistanê, paralelî operasyonên qirkirina siyasî yên li bajaran, vê carê li dijî tevgera gerîla jî plana îmhayê xistin dewrê. Artêşa Tirk mîna şervanên Pilingên Tamîl ên ku dewleta Srî Lankayê bi komkujiyan ew perçiqandin, plan dikir ku di zivistana 2011-2012’an de tevgera Kurd tune bike. Hemû hesab li gorî vê yekê hatibûn kirin. Rayedar difikirîn ku PKK nikare vê zivistanê derbas bike. Her roj di medyaya Tirk de nûçeyên bi şêwazê “PKK şikiya” derdiketin, gelek senaryo dihatin hilberandin. Şeva 28’ê Kanûna 2011’an balafirên şer ên Tirk li Roboskî gundî kirin hedef û piraniya wan zarok 34 kes qetil kirin. Li hemberî van polîtîkayên qirkirinê, Kurdên li Tirkiye û herêmên Kurdistanê dijiyan, hêrs û nefreta xwe ya li dijî Dewleta Tirk zêde dikirin.
BI RÊBER APO RE HEVDÎTIN PÊK HAT, ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ BI DAWÎ BÛN
Piştî têkçûna hevdîtinên Osloyê û operasyonên KCK’ê yên di navbera 2009-2011’an de ku bi deh hezaran kes hatin binçavkirin, sala 2012’an ji aliyê siyasî ve bû yek ji salên herî germ. Berdewamkirina pergala tecrîd û îşkenceyê ya li ser Rêber Ocalan, çalakiyên Gerîla û gel gihandibû asteke nû. Kolanên Bakurê Kurdistanê bi rageşî û gelekî bi tevger bûn. Li hemû bajarên Ewropa, Tirkiye û Kurdistanê çalakî zêde bûbûn.
Pergala tecrîd û îşkenceyê ya li ser Rêber Ocalan bi hemû dijwariya xwe didomiya. Dema çalakiyên gerîla, çalakiyên Kurdên li Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê didomiyan, qadeke ku di nava amadekariya çalakiyê de bû mabû. Ew jî Girtiyên Siyasî yên li Girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê bûn. Dema dîrok hat 12’ê Îlona 2012’an, girtiyên PKK û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Ji derve jî piştgirî ji vê grevê re hat. Li her bajêrî grevên birçîbûnê yên dorveger hebûn. Di roja 68’emîn a Greva Birçîbûnê de piştî serdana Mehmet Ocalan a Îmraliyê, Rêber Apo bi peyama “serdemeke nû” xwest çalakiya rojiya mirinê were bidawîkirin. Girtiyên siyasî, bi daxuyaniyeke ku bawerî û girêdana xwe ya bi Rêber Ocalan re tînin ziman, çalakiya greva birçîbûnê di roja 68’emîn de bi dawî kirin.
Di pêvajoya çareseriyê de ku bi însiyatîfa Rêber Ocalan dest pê kir, Berxwedana Gezî û Şoreşa Rojava mohra xwe li serdemê xistibûn. Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di 28’ê Kanûna 2012’an de daxuyaniyek da û cara yekem qebûl kir ku bi Rêber Ocalan re hevdîtinan dikin.
“EZ Ê HESABÊ SAKÎNEYÊ BIPIRSIM Û DERXÎNIM RONAHIYÊ”
Dema sal bû 2013, di navbera Rêber Ocalan û dewletê de temasa yekem pêk hat. Serdanên zêde yên parlamenterên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yên ji bo Îmraliyê dest pê kirin. Di heyeta yekem a ku di 3’yê Çileyê 2013’an de çû giravê de Ayla Akat Ata, Altan Tan û Ahmet Turk hebûn. 6 roj piştî vê hevdîtinê komkujiyeke ku gelê Kurd kûr bandor kir pêk hat. Sibeha 9’ê Çileyê 3 Jinên Şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê li avahiya Enformasyonê ji aliyê tetikçiyekî bi navê Omer Guney ve hatin qetilkirin. Tetikçî Omer Guney, bêguman ji aliyê MÎT’a Tirk ve hatibû wezîfedarkirin û bi biryara Hikumetê li navenda Ewropayê, li Parîsê 3 jinên şoreşger şehîd xistin. Di qetilkirina Sakîne Cansiz a ji bo tolhildana ji PKK û Rêber Apo de, du sedemên bingehîn ên Dewleta Tirk hebûn. Ya yekem; Sakîne Cansiz milîtaneke pêşeng a jin bû ku bi Rêber Ocalan re meşiyaye, bawerî pê aniye û tevlî bûye. Ya duyemîn; yek ji damezrînerên PKK’ê bû. Dewletê, tola damezrandina PKK’ê jî ji Sakîne Cansiz hilda. Çimkî Dewleta Tirk tolhildêr bû. Rêber Ocalan dema şehadeta Sakîne Cansiz (Sara) bihîst, gotibû; “Jiyana Sakîneyê dîroka Tevgera Azadiya Jinê ye. Ez ê hesabê Sakîneyê bipirsim û derxînim ronahiyê.”
RÊBER OCALAN: “ÊDÎ BILA ÇEK BÊDENG BIBIN, RAMAN BIAXIVIN”
Vê êrîşê pêvajo qut nekir û di merasîma cenaze ya li Amedê hat lidarxistin de bangewaziyên aştiyê hatin kirin. Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş got, “Em li pêşberî cenazeyên xwe dibêjin êdî dema aştiyê ye” û Amed hem li reş hem jî li spî pêça. Li aliyekî şîn li aliyê din daxwaza aştiyê derketibû pêş. Ev êrîş wekî “li dijî pêvajoya aştiyê hatiye kirin” hat nirxandin. Lewra Rêber Ocalan di meha Adarê de amadekarî dikir ku pêvajoyeke dîrokî bide destpêkirin. Rêber Ocalan, ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû endamên Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, Pervîn Bûldan û Altan Tan di 23’yê Sibata 2013’an de çûn Îmraliyê. Rêber Ocalan, bi rêya Heyetê ji bo Newroza Amedê ya 21’ê Adara 2013’an nameyek şand. Di Newroza Amedê ya ku bi sed hezaran kes tevlî bûn de, parlamenterên BDP’ê Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder nameya Ocalan bi Kurdî û Tirkî xwendin. Di nameya hat xwendin de Rêber Ocalan digot; “Êdî bila çek bêdeng bibin, raman biaxivin. Divê Kurd û Tirk pêdiviyên biratiya hezar salan bînin cih. Ez li pêşberî şahidiya bi milyonan kesên guh didin vê bangewaziya min dibêjim ku; êdî serdemeke nû dest pê dike, ne çek, siyaset derdikeve pêş. Êdî qonaxa wê yekê hatiye ku hêzên me yên çekdar derkevin derveyî sînor” û bi vê yekê hêviyên aştiyê derxist lûtkeyê.
“BI PÊVAJOYA RIZGARIYA DEMOKRATÎK Û AVAKIRINA JİYANA AZAD RE PAŞVEKİŞÎN DEST PÊ KIR”
Li ser vê yekê Konseya Rêveber a KCK’ê civiya û di 23’yê Adarê de agirbest îlan kir. Ji bo pêşketina muzakereyên demokratîk û avêtina pêngavên dilsoz ên di pêvajoya çareseriyê de, bi bangewaziya Rêber Ocalan, KCK dê di 8’ê Gulanê de careke din pêngavek biavêta. Ew jî vekişîna Gerîlayên Azadiyê ya ji eyaletên Bakurê Kurdistanê ber bi sînorê Başûrê Kurdistanê ve bû. Rêber Ocalan dema diyar dikir ku her kesê bi dil û mêjî ve girêdayî ye divê xwedî li vê pêvajoyê derkeve, dixwest vê pêvajoya ku wekî “Rizgariya Demokratîk û Pêngava Avakirina Jiyana Azad” pênase dikir, sê qonaxî bimeşîne. Vekişîna hêzên gerîla ya ji sînor, destûreke bingehîn a sivîl demokratîk a nû û asayîbûn. Di qonaxa duyemîn de, diviya mafên kolektîf û demokratîk bigihîşta garantiya destûra bingehîn, di ya sêyemîn de jî ji bo aştiya mayînde pêngav werin avêtin.
VEKIŞÎNA GERÎLA WEK FERSEND HAT DÎTIN, DEST BI ÇÊKIRINA 52 BAREGEHÊN LEŞKERÎ KIRIN
Pêvajoya bêçalakîtî û vekişîna derveyî sînor bi vî awayî dest pê kiribû. Endamên komîsyona şopandinê ya ku li Amedê ji aliyê rêxistinên civaka sivîl û saziyên mafên mirovan ve hatibû avakirin, ji bo ku Gerîlayên HGP’ê di dema vekişînê de rastî provokasyonekê neyên û vekişîn bi awayekî saxlem bimeşe, hatibûn wezîfedarkirin. Di rojên ku Heron û balafirên şer li herêmên krîtîk difiriyan de vekişîn pêk dihat. Bi taybetî hatibû çavdêrîkirin ku li herêma Colemêrg û Şirnexê di dema paşvekişînê de ciwanên Kurd bi awayekî xurt xwedî li gerîlayan derketine û tevlî PKK’ê bûne. Li aliyê din her çiqas rayedarên dewletê îdia bikin ku karakolên nû yên têne çêkirin projeyên berê ne jî, rasthatina karê çêkirina karakolan bi pêvajoya vekişîna milîtanên PKK’ê re, hem di gel de hem jî di gerîlayên vedikişiyan de bû sedema fikarên cidî. Li navend, navçe û ser sînorên Dersîm, Şirnex û Colemêrgê bi giştî dest bi çêkirina 52 baregehên leşkerî hatibû kirin. Mijareke din a ku gef li vekişîna gerîla dixwar jî, cerdevan bûn. Cerdevanên ku li hin qadan çalak bûn û gef li vekişînê dixwarin, bi rêbazên kemînê rêyên derbasbûnê digirtin, welatparêz darp dikirin û ketin û derketina gundan asteng dikirin.
“GERÎLAYÊN KU BARÊ MIROVAHIYÊ HILGIRTINE, DÊ ÇIYAYAN BIHÊLIN Û VEKIŞIYAN”
Gerîlayan nîqaş dikirin ku dê di bin navê paşvekişînê de çawa ji cihekî welatê xwe biçin cihekî din û dê çekên di destê xwe de çi bikin. Di rûyê wan de aramiyeke bi rûmet, bîhnfireh û zana serdest bû. Li lûtkeyên çiyan, di şiverêyên xweserî xwe de dimeşiyan û li çiyan bihara azadiyê ya gelekî dijiyan. Wekî ku haya wan ji şert û mercên ku çiya ji bo wan kiriye vebijêrk hebû, rê û rêbazên ku dê azadiya gelekî li ser zemîna siyasetê çawa were misogerkirin jî pir baş dizanîbûn.
Li çiyayên Kurdistanê bi dehan sal in ji bo azadiya gelê Kurdistanê yê sed salî di her şert û mercî de şer kirin, li ber xwe dan û berdêl dan. Li gorî hinekan eşkiya, li gorî hinekan asî, li gorî hinekan milîtanên çekdar bûn. Li gorî pênaseya gel jî şervanên azadiyê bûn. Bi dehan hezaran ji wan di şerê ku bi dehan sal domiya de jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan sal in bûne efsane û hîn li çiyan in. Yên li zindanan in jî hene, yên li sirgûnê ne jî. Bi hezaran gaziyên ku mil, ling, çav û destê xwe winda kirine jî. Hemû di nava çembera agir de derbas bûn. Berdêlên mezin dan û li hemberî vê berdêlê dîrok, nasname û civakbûna gelekî parastin. Gelê hat tunekirin, welatê winda û gel var kirin. Tevî derfetên newekhev jî sîng bi sîng bi fedaî şer kirin. Gerîlayên ku barê dîroka mirovahiyê ya bi hezaran salan li pişta xwe hildigirin, niha dê van çiyan bihêlin û vekişiyan.
“EM DERSÎMÊ TERK DIKIN LÊ BI ESASÎ EM NIZANIN KU EM TERK DIKIN”
Hêzên gerîla yên ku bi pêşengiya Fermandarê Gerîla Atakan Mahîr ji eyaleta Dersîmê vedikişiyan, bi Eyaleta Erziromê re bûn yek û vekişiyan ser xetên sînor. Atakan Mahîr di vekişînê de hestên xwe wiha anîbû ziman: “Em Dersîmê terk dikin lê, bi esasî em nizanin ku em terk dikin. Yanî ev wezîfeyek e, divê em derkevin. Em nikarin tiştên li pey xwe bihêlin. Niha tu dikarî şehîdan bihêlî? Tu dikarî tiştên bi wan hevalan re jiyayî bihêlî? Tu dikarî gel bihêlî? Bi wateya cidî wekî têgeheke gel a razber nabêjim. Tu dikarî vê erdnîgariyê bihêlî? Dara berûyê dê her sal bêyî me vebibe. Niha tu dikarî wê bihêlî? Tiştên me bi salan jiyan hene. Li jêr ava Mûnzûrê diherike. Yanî tu wê hîs bikî bi esasî tu nikarî bihêlî. Vê axê nasname daye me jî. Em derwêşên vê axê ne bi esasî. Heke nehewcebûya ku em biçûna cihekî dê baş bûya. Em ê bigeriya û zerara me dê negihişta kesî. Li deriyekî ku me nan jê distend me yê heqîqet nîqaş bikira, agahî bida. Me yê ji wan rastiyên heqîqetê bigirta. Eleqeya vê bi dewletê re tunebû bi esasî.”
Pêvajoya vekişîna gerîla bêpirsgirêk pêk hatibû. Rêber Ocalan diyar kir ku piştî pêngavên yekalî yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatin avêtin, divê pêvajoya were jiyîn bibe “derbasbûna muzakereyê”. Hat xwestin ku ev muzakere bibin peymaneke nivîskî.
VEKIŞÎN HAT SEKINANDIN, AGIRBEST HAT PARASTIN
Lê belê li hemberî pêngavneavêtina Hikumeta Tirk a ji bo çareseriyê û taktîkên mijûlkirinê, bertek zêde bûn. Dema hat 9’ê Îlona 2013’an, li ser pêngavneavêtina dewleta Tirk a di mijara demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd de, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku wan vekişîna gerîla daye sekinandin. KCK’ê got, “Dema vekişîna gerîla tê sekinandin dê pozîsyona agirbestê were parastin. Mayîna di pozîsyona agirbestê de tê wateya ku fersendê bidin AKP’ê da ku di çarçoveya projeya Rêber Apo de pêngavan biavêje.”
Piştî vê pêvajoyê Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu jî tawanbarî li HDP’ê kirin û xwest muxatabiya wê ya di pêvajoya çareseriyê de bixe bin gumanê. Davutoglu got, “Heke li derveyî şîdet, teror, çalakiya bêdestûr, helwestên dibin sedema windahiya can û mal bin û li dijî van tavir nîşan bidin, em ê bibin muxatab.” Wekîlên Koma HDP’ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Baluken û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, di civîna çapemeniyê ya 3’yê Mijdarê li Meclisê li dar xistin de bersiv dan Davutoglu.
Onder got, “Em ji tevahiya cîhanê re radigihînin ku ji bo pêvajoya aştiyê çi dikeve ser milê me me kiriye û em amade ne bikin. Em vî zimanî û hemû nêzîkatiyên dişibin vê red dikin. Hedd û mafê kesî tune ye ku diyar bike bê ka dê hemû saziyên me yên ku di vê rêkê de siyasetê dikin bişibin çi, naşibin çi.” Pervîn Bûldan a di heyeta Îmraliyê ya HDP’ê de cih digirt jî daxuyand ku hikumetê pêvajo xistiye bin sekinandinê.
KARAYILAN “JI BER KU AKP TIŞTA DIKEVE SER MILÊ WÊ NAKE PÊVAJO NAMEŞE”
Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan di daxuyaniya 3’yê Mijdarê da de got ku ji ber AKP tişta dikeve ser milê wê nake pêvajo nikare bimeşe û sekiniye. Karayilan hişyarî da û got, “AKP, wekî ku pêvajoya çareseriyê bêwate dike, Rêber Apo ku yekane garantiya di navberê de ye jî dixe bin tecrîdê û bi vî awayî bêçalakîtiyê jî bêwate dike. Di vê rewşê de ne em, ew bi xwe pêvajoya bêçalakîtiyê xera dikin. Bi kurtasî em di rojên wiha hestiyar û girîng re derbas dibin.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik jî diyar kir ku nexşerê û bernameyeke AKP’ê tune ye û destnîşan kir ku AKP’ê Tirkiye aniye ber kendalekî û got, “Tirkiye dikare bikeve rewşa Sûriye û Iraq ketiye. Tenê rêyeke pêşîlêgirtina vê heye. Ew jî ew e ku demildest, bêyî ku qet demê winda bikin bi Rêber Apo re rûnin muzakereyê. Çareseriya demokratîk-siyasî ya pirsgirêka Kurd bi lez pêş bixin. Bi vê re Tirkiyeyê di warê demokratîkbûnê de bi lez pêş bixin.”
Her çiqas di 30’yê Îlona 2014’an de Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç daxuyandibe ku ji bo serkeftina pêvajoyê dê Lijneya Pêvajoya Çareseriyê were avakirin jî, pêngaveke şênber a pratîk nehat avêtin.
BERXWEDANA KOBANÊ TÊKÇÛNEKE DÎROKÎ DA JIYÎN
Dema li benda pêngava Hikumeta Tirk a ji bo pêvajoya çareseriyê bûn, çeteyên DAIŞ’ê di şeva 6’ê Cotmehê bi ser 7’ê Cotmehê ve girêdide de êrîşî Kobanê kirin. Êrîşa li ser Kobanê rasterast bandor li pêvajoya çareseriyê kir. Hikumeta Tirk li ser ketina Kobanê hesab kirin. Erdogan, di 7’ê Cotmehê de li Dîlokê got “Niha Kobanê jî ket dikeve”. Ev rêxistina derveyî mirovahiyê ya ku dewleta Tirk piştgirî dida, bi çekên giran, tank û bi hezaran hêz êrîşî bajêr dikir. Bi êrîşa li ser Kobanê re di kêliyekê de hemû kolanên Ewropa, Tirkiye û Kurdistanê tevgeriyan. Li her derê Kurd û dostên wan ketin tevgerê. Li cepheya hikumetê daxuyaniyên li dijî Kurd û Kobanê bênavber domiyan. Pêkanînên OHAL’ê hatin xistina dewrê, medya ji nû ve kete nîzama leşkerî. Erdogan, hîn pêşve çû û PKK bi rêxistina hovîtiyê DAIŞ’ê re kir yek, piştre PYD jî wekî terorîst îlan kir. Hemû agirbestên heta pêvajoya ku pêvajoya çareseriya demokratîk didomiya, ji aliyê dewleta Tirk ve hatin redkirin û bi operasyon û komkujiyan bersiv hat dayîn.
Di encama tacîdarkirina berxwedana dîrokî ya Kobanê bi serkeftinê re, çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk têkçûneke mezin jiyan. Kobanê, dê di salên piştre de di dilê Erdogan û hikumeta Tirk de wekî êşeke dûv bimaya.
Dema dîrok hat 11’ê Tîrmeha 2015’an, “Qanûna Der barê Bidawîkirina Terorê û Bihêzkirina Yekbûna Civakî” ya ku ji TBMM’yê derbas bû, di 15’ê Tîrmehê de bû qanûn. Heyeta Îmraliyê hat berfirehkirin, xebat hatin xistina bin garantiya zagonî. Di 28’ê Sibata 2015’an de Mutabakata Dolmabahçeyê hat eşkerekirin. Çarçoveya aştiyê ya 10 madeyî ya Rêber Apo, manîfestoyek bû ku ji azadiya jinê heta demokrasiya herêmî dirêj dibû. Rêber Apo, PKK vexwend kongreya çekdanînê. KCK’ê, ev bangewazî wekî “dîrokî” bi nav kir. Lê belê daxuyaniya Erdogan a “Dolmabahçe ne rast bû” û bûyerên wekî Komkujiya Pirsûsê ya di 20’ê Tîrmehê de qewimî, pêvajo çökertti. Hişyariya Rêber Ocalan a “Heke mase belav bibe pêşîlêgirtina pevçûnan dê zehmet be” pêk hatibû.
ÇETEYÊN DAIŞ’Ê ÊRÎŞÎ ŞENGALÊ KIRIN
Dema pêvajoya bi nîqaş û pevçûn a dijwar bi hemû leza xwe didomiya, çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxê de êrîşî Şengalê kirin. Bi gotina Êzidiyan Fermana 73’yan, pênc hezar Êzidî hatin kuştin. Li Şengal û derdora wê heta niha zêdetirî 85 gorên komî hatine tesbîtkirin, ji vana tenê 15 hatine vekirin. Li gorî Ofîsa Rizgarkirina Êzidiyan di pêvajoya qirkirinê de 6 hezar û 417 kes hatin revandin, Êzidî li bazarên koleyan hatin firotin. Heta niha 3 hezar û 570 kes hatibin rizgarkirin jî hîn zêdetirî 2 hezar Êzidî li benda rizgarkirinê ne. Nêzî 200 hezar Êzidiyên li kampan dimînin jî nikarin vegerin cihên ku lê ji dayik bûne û jiyane.
ERDOGAN, “EZ MUTABAKATA DOLMABAHÇEYÊ RAST NABÎNIM”
Pêvajoya di sala 2013’an de hat destpêkirin, bi erêkirina her du aliyan wekî “Mutabakata Dolmabahçeyê” dihat binavkirin, Serokkomar Erdogan bi daxuyaniya di 22’yê Adarê de da diyar kir ku ew mutabakata Dolmabahçeyê nas nake. “Di metna 10 madeyî ya hatiye eşkerekirin de bangewaziyeke demokrasiyê tune ye. Ez ê li ser navê demokrasiyê kîjan aliyê vî metnî qebûl bikim. Ez wê civîna li wir (Dolmabahçe) jî rast nabînim. Ez bi şexsî rast nabînim ku alîkarekî serokwezîr ê hikumetê bi komeke ku niha di nava parlamentoyê de ye re wê wêneyê bide. Berê dema hewce dikir hevalekî me bi wan re hevdîtinan dikir û daxuyanî dihat dayîn. Lê wekî di wê civînê de bû bi derketina pêşberî medyayê du metnên cuda ne dihatin deklarekirin. Tiştekî wiha qet nehatiye jiyîn.”
PLANA ÇOKDANÎNÊ…
Erdogan, mutabakata Dolmabahçeyê înkar kiribû û starta qirkirinê dabû. Di salvegera Peymana Lozanê ya 24’ê Tîrmeha 2015’an de, tevî êrîşên hewayî yên li ser Qendîlê di serî de Herêmên Parastina Medyayê, êrîşên xwe yên li Sûr, Cizîr, Silopî, Şirnex, Nisêbîn û gelek qadên din derxist asta ku di dîrokê de mînaka wê nehatiye dîtin. Halbûkî pêvajoya çareseriyê, di dîroka Tirkiyeyê de wekî hewldana aştiyê ya herî demdirêj a di navbera dewlet û PKK’ê de bal dikişand.
Pêvajoya çareseriyê, li ser navê kêmkirina şîdetê, pêşxistina mafên demokratîk û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane pêngaveke girîng bû. Lê belê têkçûna pêvajoyê, zehmetiyên çareseriya aştiyane ya pevçûnê û girîngiya hevsengiyên siyasî yên li herêmê derxist holê. Di serdemeke wiha ya ku HDP hat girtin, Hevserok û parlamenterên wê hatin girtin de, Dewleta Tirk di çarçoveya plana çokdanînê ya topyekûn a li dijî Kurdan de zincîra êrîşan da destpêkirin. Tevgera û pêngava çokdanînê ya ku nêzî 10 salan bênavber hat meşandin, di serî de bi berxwedana bêhempa ya Rêber Ocalan a li Îmraliyê hat pûçkirin; ji aliyê gerîla, gel û tevgerê ve hat terskirin û hikumeta AKP-MHP’ê anî ber hilweşînê.
Di civakê de di mijara aştî û zêdekirina mafên demokratîk de bendewarî bilind bûn; lê belê bi bidawîbûna pêvajoyê re ev hêvî jî bi awayekî mezin hejiyan. Piştî têkçûna pêvajoya çareseriyê li Tirkiyeyê pevçûn ji nû ve dest pê kirin û polîtîkayên qirkirinê hîn kûrtir bûn.
Özgür AVZEM





