Dema ku mirov li bûyerên Rojhilata Navîn û Kurdistanê diqewimin mêze dike bîranînên bi êş yên salên borî, têkoşîn û hêviyên azadiyê yên dema niha û xewna yekitiya çar parçeyên Kurdistanê êrîşî hest û hişê mirov dikin.
Di pêvajoya ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de gelê Kurd wê helwestekî çawa nîşan bide? Li heremê rêjîm û dewletên berê hildiweşin, dewlet û rejîmên nû tên avakirin.
Stratejiya gelê Kurd dê çi be û çawa be? Gelê Kurd wê bikaribe destkeftiyên xwe mezin bike û pêşde bibe an na? Bêgûman ev pirsên girîngin û bersiva van pirsan bi qasî giringiya xwe ewê dîrokî be jî.
Dîrok derfetan zû bi zû ava nake! Ew di coyê xwe de diherike diçe. Dema dîrok derfetan ava bike yên nikaribin bi aqilane sûdê jê bigirin jî efû nake. Yên nikaribin di çemê dîrokê de melevaniyê bikin nikarin xwe ji xeniqandinê jî rizgar bikin. Mebesta me ji melevaniya di nav çemê dîrokê de peydakirina stratejî û taktîkên kêrhatîne. Eger pêşengên gelê Kurd ruhê demê baş bixwînin û li gor wî ruhî tevbigerin, stratejî avabikin û taktîkên afirêner pêşbixin bê gûman ewê bi ser bikevin.
Sed sal zêdetire gelê Kurd bi zincîrên tunehesibandin û îmhayê ve hatiye girêdan. Netew-dewletên sed sal berî niha hatin avakirin li ser esasê tunekirina gelê Kurd dixwestin ji xwe re nasnameyekî netewî ava bikin. Ji bo bigihêjin armanca xwe hemû hêz, siyaset û saziyên dewletê bikar anîn. Dixwestin gelê Kurd di navxwe de bihelînin û ji holê rakin.
Gelê Kurd ji sed salî zêdetire li hember van rejîmên faşîst û qirker li berxwe didin û hebûna xwe diparêzin.
Îro dewletên statukoparêz, qirker û faşîst yekbiyek hildiweşin û hinek jî hatine ber hilweşandinê. Mixabin dema dewletên faşîst hildiweşin li şûna wan otomatîkî “dewletên demokratîk” ava nabin. Mînakên rejîm û dewletên hilweşiyayî li ber çavê me ne. 1979’an de rejîma Şah li Îranê hilweşiya, di bin navê “şoreşa Îslamî”de rejîmekî xirabtir hat bû desthilat. Niha ew jî li ber hilweşandinê ye. Li Iraqê rejîma Baas hiweşiya lêbelê li şûna wî dewleteke demokratîk ava nebû. Vaye rejîma Baas a Suriyeyê hilweşiya li şûna wî jî dewleteke demokratîk ava nabe. Di xwezaya desthilatdariyên netewdewletperest de faşîzm û dîktatorî heye. Ji ber vê yekê hilweşandina dewletan bi serê xwe azadî, demokrasî û aşitiyê bixwe re nayne, berovajî wî desthilatdarîiyên daha zêde tûnd bixwe re tîne.
Rejîma Baas ya faşîst hilweşiya lê li şûna wî bi alîkariya hêzên navdewletî û Tirkiyeyê cîhadîstên tundrew yên faşîst li Şamê desthilatdariya xwe îlan kirin. Tiştên ku desthilatdariya HTŞê li Şamê dixwaze pêşbixe ji kiryarên rejîma Baasê pir cûdatir nîne. Ew jî dixwazin wek Baasê îradeya gelê Kurd tune bihesibînin, dewletekî faşîst û dîktator ava bikin.
Di Rojhilata Navîn de dewleta Tirkiyê ji bo destkeftiyên gelê kurd ji holê rake pêşengiya siyaseta qirkirinê dike. Bi taybet li Rojavayê Kurdistanê vîya pir eşkere dide meşandin. Di sala 2014’an de dewleta Tirk ji bo şoreşa Rojava bifetîsîne li ber çavê hemû cîhanê li dijî gelê Kurd piştgiriya DAIŞ’ê kir. Gelê Rojava bi piştgiriya çar parçeyên Kurdistanê, hêzên demokratîk û azadîxwazan li hember çeteyên DAIŞ’ê bi ser ket û pergala xwe ya demokratîk ava kir. Di nav qeyran û kaosa Rojhilata Navîn de pergala li Rojava hat avakirin bû mînakeke bihevre jiyankirina demokratîk a gelan. Rojhilata Navîn a ku di nav Netew-dewletên hişk û statukoparêz de hatibû fetisandin bi şoreşa Rojava re derfeta jiyana demokratîk peyda kir. Modela pergala Rojava dikarîbû ji bo hemû dewletên rojhilata Navîn bibûya mînak. Rojava nîşanê hemû cîhanê da ku gel û baweriyên cûda dikarin bi hişmendiya Netewa demokratîk bi hev re jiyan bikin.
Dewleta ku herî zêde ji destkeftiyên Rojava acize û dixwaze wî ji holê rake dewleta qirker û faşîst a Tirkiyê ye. Hikumeta AKP-MHP û kadroyên wan yên qaşo wezîrin bi ruhê sê paşayên Îtîhad-Terakî tevdigerin. Destpêka şerê cîhanê ya yekemîn de Enwer, Talat û Cemal paşa bi ruhê nijatperestiya Tirkitiyê xwestin hemû gelên heremê qir bikin. Bi sedhezaran Kurd, Ereb û Ermenî hatin kuştin û ji welatê xwe hatin durxistin. Niha kadroyên hikumeta dewleta Tirkiyê bi heman siyaset û ruhî tevdigerin û dixwazin gelê Kurd di qirkirinê re derbas bikin. Erdogan, Hakan Fîdan, Yaşar Guler wek sê paşayên bûn sebeba hilweşîna dewleta Osmaniyan, bi hîsteriya dijmanitiya gelê kurd tevdigerin. Û ev dijminatiya hovane dê bibe sebeb ku dewleta Tirkiyê jî hilweşe. Hiş, mêjî û çavên van faşîstan ji dijminatiya kurdan pêve tiştekî din nabîne. Sûcên ku ev kesana li dijî gelê Kurd dikin bi faşîzmekî korane dikare were bi navkirin. Ji bo van kesan pênaseya faşîst dibe ku kêm bimîne lê di wateya sîyasî de bê axlaqiya herî jêr de ne.
Herî dawî li Helebê, li du taxên ku gelê Kurd di nav de niştecîhin û jiyan dikin di pêşengtiya van kesan de êrîşa qirkirina komî dan destpêkirin.
Li dijî gelê Kurd bi kê re hevaltî kirin? Bi çeteyên Daîş û bermayiyên wî yên El Kaîde û HTŞê re! Ev çeteyana bi kê re li hev anîn bi dewleta İsraîl, Emerîka û Ewrûpa re! Yanî dewleta Tirk ji bo gelê Kurd ji holê rake çi destê wî hat kir û dike.
Li hember van siyasetên qirker ên dewleta Tirkiye û hevalbendên wî divê gelê Kurd destê xwe bidin hev û helwesta xwe ya netewî niştimanî diyar bike. Yekitiyekî pir acîl ji bo gelê Kurd pêwîst dike. Rojhilata Navîn diguhere. Dewletên statukoparêz yek bi yek hildiweşin. Derfetekî zêrin bi destê gelê Kurd dikeve ku bikaribin azadiya xwe li her çar parçeyên Kurdistanê bi dest bixin. Diyarkirina stratejiyekî netewî, niştimanî, hevgirtina di asta herî jor de zerûriyete.
Dewletên Kurdistan dagir kirine ne li ser hêza xwe ya berê de ne. Hemû genî bûne, lawaz bûne yek bi yek hildiweşin û hinek jî li ber hilweşandinê ne. Di vê demêde eger gelê Kurd, hemû partiyên Kurdan yên xwe ji yekitiyê û azadiyê berpirsiyar dibînin bi aqlekî stratejîk bikaribin werin cem hev û yekitiya xwe ava bikin sedî sed ewê biser bikevin. Yekitiya stratejîk ewê bikaribe gelê azad bike û Kurd ji qirkirnên mezintir rizgar bike.
Hîwa AZAD
Navenda Lêkolînên Stratejîka Kurdistanê





