Di 6’ê Çile de, bi zêdetirî 42 hezar çeteyan êrîşî taxan kirin; dibistan, nexweşxane û cihên niştecihiyê yên sivîlan bi tank, top, roket û SÎHA’yan hatin hedefgirtin. Çeteyan ji bêdengiya hêzên navneteweyî hêz girtin, deriyên derbasbûnê yên herêmê girtin, înternet birîn û înfaz dest pê kirin.
Li gorî agahiyên ku me wek Lekolin.org bi dest xistine, di 14ê Çile de, welatiyekî sivîl ê bi navê Ehmed Mihemed Gulî yê 30 salî li taxa Şêxmeqsud ji aliyê bermayiyên DAIŞ’ê ve ku hikûmeta Şamê di bin navê artêşa nû ya Sûriyeyê de kom kiriye, hatiye înfazkirin. Gulî, ku pêşî hatiye gulebarankirin û dûv re jî berî înfazkirinê hatiye îşkencekirin, hat zanîn ku piştî ku dewleta Tirk di sala 2018’an de Efrîn dagir kiriye, koçî taxa Şêxmeqsud a Helebê kiriye.

Herwiha li gorî agahiyên ku em gihîştine wan, çeteyên DAÎŞ’ê yên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê û dewleta Tirk, milkên sivîlan talan dikin û tiştên wan didizin. Li gel van înfazan, bi taybetî li ser jinên bi tundî zordarî tê kirin û di hin rewşan de sûcên tecawizê jî hatine kirin. Di wêneyên nû yên ku ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gihîştine me de, talankirina mal, dikan û wesayîtên sivîlan tê dîtin.

Piştî ku ev wêne gihîştin destê me, di demek kin de têkiliya me bi çavkaniya me ya li herêmê re hat birîn. Piştî wê jî têkiliya bi taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê re bi temamî hat qutkirin.
Di 6’ê Çile de, HTŞ û komên cîhadî yên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyê, û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk wekî El Hamzat, Ehrar el-Şerqiye, Tugaya Sultan Süleyman Şah, Tugaya Sultan Murad, Feylaq el-Şam, Ahrar el-Şam, Tugaya Nureddîn El-Zengî, Ceyş el-Îslam, Liwa el-Tewhîd, El-Şimal Tugayê, Firqat el-Mutesim êrîşî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Bêni Zed kirin; bi dehan sivîl hatin qetilkirin. Bi kêmî ve 200 hezar kes koçber bûn û zêdetirî 500 kes hatin revandin. Hate fêrbûn ku zêdetirî 100 kes ji revandiyan hatine birin zîndana îşkenceyê ya li Hawar Kilisê û zêdetirî 130 kes jî hatine birin zîndana Efrînê. Çeteyên ku sivîlên revandî îşkence dikin, ji hin malbatan ji bo berdana wan fidye dixwazin.




