• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Analîz Siyasî

Plana Tirkiyê ya Avakirina “Herêma Ewle” li Hundirê Iraqê – NÛÇE ANALÎZ

NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk ku bi salane li ser sînorê Rojava bi navê herêma ewle êrîşên dagirkeriyê pêk anîn, niha jî li hundirê Iraqê plankirina avakirina herêma ewle dike.

Yayınlayan Militan Rêhat
9 March 2026
Kategori: Analîz Siyasî, Nûçe
249 16
A A
Plana Tirkiyê ya Avakirina “Herêma Ewle” li Hundirê Iraqê – NÛÇE ANALÎZ
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Dewleta Tirk ku bi salan li çar perçeyên Kurdistanê hewl dide destkeftiyên Kurdan tasfiye bike, bi navê avakirina herêma ewle li Rojava û Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê yên qirêj didomîne. Niha jî li ser axa Iraqê bi navê herêma ewle hewl dide hebûna xwe mayînde bike.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên pêbawer, dewleta Tirk plankiriye ku li ser xeta Rabia û Til Koçer (Yarûbiye) li hundirê axa Iraqê herêmeke ewle ya 25-50 km kûr ava bike. Her çiqas dewleta Tirk armanca xwe parastina sînorê Tirkiyeyê nîşan bide û bibêje ku planeke bi vî rengî ji bo sînorê Îranê jî heye, lê armanca sereke firehkirina qadên dagirkirî yên li herêmê ye.

Hat zanîn ku Dewleta Tirk li qada Iraqê gavên pratîk avêtiye, lê ji bo pêkanîna planê li qada Îranê li benda hilweşîna rejîmê ye.

Niha hêzên li ser sînorên diyarkirî hatine bicihkirin ev in:

– Yekîneyên têkoşîna qaçaxçîtiyê

– Parastina sînor (Heres el-Hudûd)

– Tûmena 42.

– Hêzên eşîran (ku qaçaxçîtiyê dikin û di heman demê de li ser tevgerên li herêmê agahiyên îstîxbaratê didin.)

– Her wiha gelek çeteyên biyanî li ser sînor hatine bicihkirin.

Di 5 salên dawî de, Tirkiye li bakurê Sûriye û Iraqê bi navê avakirina qada ewlehiyê ya 30-40 km kûr, li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn êrîşên dagirkeriyê zêde kiriye û bingehên mayînde ava kiriye. Niha li herêmên Metîna, Zap, Avaşîn û Basyan hebûna leşkerî zêde kiriye. Di sala 2018’an de jimara bingehên mayînde 15 bû, di destpêka 2024’an de ji 130’an zêdetir bû û di sala 2026’an de ev hejmar ji 170’an derbas bûye. Her wiha xebatên dîwarê sînor li sînorên Sûriye û Îranê gihîştiye %87, li sînorê Iraqê jî beşek temam bûye.

Li gorî agahiyên gihîştî me, yek ji herêmên ku bi navê herêma ewle tê hedefgirtin Şengal e. Ji ber ku di hefteyên borî de li gorî rêwerzên dewleta Tirk, hikûmeta Iraqê di bin navê bêçekkirina gelê Şengalê de hin gaveke xeternak avêtibûn.

Ev plana li Iraqê tên pêkanîn, ji êrîşên ku Amerîka û Îsraîl li dijî Îranê dest pê kirine serbixwe nayên nirxandin. Di 28’ê Sibatê de bi êrîşên hevdem ên bi Îsraîlê re dest pê kir û bi pêşengiya DYA’yê didome, şiyana mûşekan a Îranê, parastina hewayî, hêzên deryayî û avahiya fermandariyê hedef girtiye û derbên mezin lê xistiye. Lê belê rejîma Îranê hewl dide bersivê bide êrîşan û şer li qadek fireh belav bike.

HEVDÎTINA TRUMP-BARZANÎ

Trump di rojên dawî de bi rêberên Kurd re rasterast têkilî danîye. Ji bo pêşketina operasyonên leşkerî yên DYA’yê li Îranê û qadên potansiyel ên hevkariyê, bi Mesûd Barzanî û Bafel Talabanî û kesayetiyên din ên Kurd ên Iraqê re gotûbêjên telefonê kiriye. Di hevdîtina Trump bi Mesûd Barzanî re, îdiaya ku soza rêveberiya “Kurdistaneke Mezin” daye û Kurdan wek hêza bejahî li dijî Îranê bi cih kiriye, tê gotin. Kurd dê li qadê cih bigirin, DYA jî piştgiriya hewayî û lojîstîk bide. Lê heta niha Mesûd Barzanî û berdevkên KDP’ê van îdiayan red kirine.

Di vê xalê de dewleta Tirk ku ditirse, bi Îranê re parvekirina îstîxbaratê dike û li gorî vê agahiyê êrîşên Îranê li ser Başûrê Kurdistanê zêde kiriye.

Êrîşên Îranê li ser herêm û partiyên Başûrê Kurdistanê didomin; li gorî daxuyaniya dawî ya CPT’ê, Îran û komên çekdar ên piştgiriya Îranê di 196 êrîş û bombebaranên li Herêma Kurdistanê de 4 kes hatine kuştin û 19 kes birîndar bûne. Ji van 23 kesan 14’ê wan endamên partiyên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê ne, 6’ê wan jî parêzvan an xebatkarên hêzên ewlehiyê ne ku tu têkiliya wan bi şer re tune bû.

TEVGERA LEŞKERÎ YA ZÊDE LI SÎNORÊ IRAQ-SÛRIYE

Bi zêdebûna şerê Îran û Îsraîlê re, artêşa Iraqê jî li sînora xwe tevgerên zêde nîşan dide. Li Dêrazor-Baxoz û derdora Şengalê Haşdî Şebî ketiye alarmê. Hêzên Haşdî Şebî li sînorê Sûriye-Iraqê tatbîqat û takviyeyan didomînin. Ji aliyekî ve DYA li Bexda, Kerkûk û Mûsilê bingehên Haşdî Şebî hedef digire, ji aliyê din ve milîsên Îran û yên girêdayî Îranê li Bexda û gelek herêman bingehên DYA’yê hedef digirin.

Di heman demê de li aliyê Sûriyê guhertin di nav komên Heyet Tahrîr el-Şam de çêbûne. Li ser xeta sînor komên SMO’yê yên piştgiriya Tirkiyeyê têne bicihkirin. Endamên HTŞ’ê ber bi başûr û sînorê Lubnanê ve hatine kişandin. Di bin koordînasyona Koma Enbarê de gelek çeteyên DAIŞ’ê bi navê ordiya eşîran li herêma tampon têne belavkirin. Ev tevgerên leşkerî yên li sînor nîşan didin ku amadekariyên êrîşên ji Sûriyê ber bi hundirê Iraqê ve têne kirin.

Her wiha herêm bi berbilindbûna şerê Îran-DYA/Îsraîlê re di rewşa tansiyona bilind û pevçûnê de ye, sînorên Iraq-Sûriye-Tirkiye bûne herêma tampon.

Militan RÊHAT

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: AmerikaHerema EwleIranIraqİsrailSURIYETIRKIYE
Önceki yazı

Ji Nû Ve Xêzkirina Nexşeya Rojhilata Navîn

Sonraki Haber

Şerê Rojhilata Navîn: Rêyên Enerjiyê, Pêşbaziya Cîhanî û Rola Nû ya Kurdan

Benzer Haberler

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk
Analîz Siyasî

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

4 June 2026
Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

3 June 2026
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be
Nûçe

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

2 June 2026
Sonraki Haber
Şerê Rojhilata Navîn: Rêyên Enerjiyê, Pêşbaziya Cîhanî û Rola Nû ya Kurdan

Şerê Rojhilata Navîn: Rêyên Enerjiyê, Pêşbaziya Cîhanî û Rola Nû ya Kurdan

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist