Me dîmenê daxuyaniya hunermend Mem Ararat a li ser hesabê xwe yê tora civakî guhdar û temaşe kir. Li gor mîmik û gotinên wî yên hişk diyar e ku ew aciziya wî ya li hember saziyên çand û hunerê Kurdî zivîriye kîn û nefretê.
Tiştê Mem Ararat dibêje çiqas rast an jî şaşe em nizanin, lewra me aliyê din guhdar nekiriye. Lê divê ev yek were zanîn ku saziyên Kurdan ne saziyê bavê kesî ne û mafê tu kesî jî nîne ku saziyên kurdan ji bo berjewendî û şexsiyeta xwe bi kar bîne û bixe binê tesarufa xwe. Ew saziyên ku Mem Ararat behsa wan dike bi berdelên giranbûha hatine avakirin, keda bi milyonan mirovan hatine avakirin, di aliyê madî û manewî de gelê me van saziyan parastine û lê xwedî derketine.
Ev kesên di vê demî de pêşengî û berpirsiyariya saziyan dikin divê vê yekî baş bizanibin ku ew ne xwediyê van saziyên gel in, ew xizmetkarê gel in. Heke van kesayetan piçekê agahiyên wan ji Tevgera Azadiyê hebin, piçekê feraseta Tevgera Azadiyê bi wan re hebe, divê baş zanibin ku ew ne mîr û begê vê civakî ne, xizmetkarên civakê ne. Xeta Tevgera Azadiyê xeta Mazlum û Xeyrî’yane, ev xet xeta ku her tiştê xwe jî feda bike, dema diçe şehadetê jî ew dibêjin “Li ser gora min binivsînin, ez deyndarê gelê xwe me“.
Li gor çiqas em ji gelê xwe re hurmedar û rêzdar in, em ewqas jî ji kesên ji bo vê gelî kevirek jî danîbe ser hev, rêzdar û hurmetdar in. Me vê terbiyeyê ji Tevgera Azadiyê girtiye. Bêguman rêzdar Mem Ararat jî ji vê gelî re bi deng û tenbûra xwe xizmetek kiriye û ev cihê rêzdariyê ye.
Lê me di roja zimanê Kurdî ku gelê Kurd hewil dide ji bo zimanê xwe têkoşînek bêhempa de, daxuyaniya Mem Ararat guncav nedît. Gotin çiqas rast be jî dema ne cih û dema xwe de be rastiyê dikûje. Gotinek Sadî Şîrazî heye: “Uslibê şaş celadê gotina rast e”. Birêz Ararat jî van gotinan çiqas bi zanebûn an jî nezanebûn dike em nizan; lê divê zanibe ku ev gotinên wî ji doza gelê Kurd re xizmetê nakin û zirarê didin doze. Em bawerin ku hemû welatparêz û dostên gelê Kurd dizanin ku di vê demî de li ser gelê me çiqas êriş û xeteriyên dijwar hene; li hember gelê me konseptek navnetewî tê meşandin, her çar parçê Kurdistanê û destkeftiyên gelê me di bin metirsiyan de ne û ev mesele jî ne ya partiyan û şexsa ne, mesela gelê Kurd e.
Kesên ne xêrxwaz û hevkar ji vê konseptî pişt digirin û êrîşê gelê me dikin. Li hember van êrîşan divê em hesas û şiyar tevbigerin. Bêguman, em ji bo kesên hevkar, noker, dijminatiya gelê me dikin re tiştekî nabêjin. Van Kesan dijminatiya gel û nirxê gelê me dikin, em ê jî li hember wan têkoşînê bikin; çi ji destê wan tê bila bikin, çi ji destê me jî were em ê jî bikin; ev bê minetî ye. Lê divê însanên me yên welatparêz û dilsoz bi vê feraset û hesasiyetê tevbigerin.
DIVÊ EM LI KÎJAN NIRXÎ XWEDÎ DERKEVİN?
Pirsgirêka me Kurdan a herî mezin ew e ku em bi hesasiyetên netewbûnê tevnagerin. Ev taybetmendiyek mêtingeriyê ye. Kesayeta mêtînger kesayetek di aliyê çand, pîvan, feraset û civakbûnê de kesayetek parçekirî û ji rastiya xwe dûrketî ye.
Li gor Fanon, kesayeta mêtînger kesayetek parçekirî ye û di navbêra du cîhanan de hatiye tengavkirin û asêkirin. Ji bo xwe bi ‘Mîrê Mêtînger’ bide pejirandin û bide jiyankirin cewherê xwe û civakbûna xwe înkar dike û vedişêre. Li ziman, kesayet, nirx û çanda mêtînger xwedî derdikeve. Ango li nirxê mêtînger xwedî derdikve û wek mêtînger dixwaze tevbigere. Ji ber vê yekî jî bi maskeyê mêtînger li rûyê xwe dinixifîne.
Yek ji taybetmendiyên kesayeta mêtînger jî ew e ku ji rêxistinbûn û sazîbûnê direve. Civakbûn bi saziyê ava dibe. Civaka bê sazi û tezgeh civakeke belavbûyî ye. Saziyên siyasî, çandî, hunerî, aborî, tenduristî, perwerde û leşkerî nebin ew civak civakek belav e. Li hemû gelên ku netewbûna xwe diparêzin binêrin, kesayetên ku rêveberiya saziyê dikin ger mirovên ne guncav bin pir tuj û dijwar rexne dikin, lê saziya xwe diparêzin.
Mînak; Tirk, Tayîp Erdogan rexne dikin lê saziya komar û serokkomariyê diparêzin. Lewra dizanin ku ew kes dê rojek zû an jî dereng ji ser wê saziyê were xwarê, lê ew sazî dê bimîne. Heke Kurd jî feraseta wan a netewbûnê hebin ew ê şaşitiyên rêveberên saziyan rexne bikin, lêbelê ew ê saziyên xwe biparêzin. Lewra sazî saziya gelê me û neteweya me ye. Lê mixabin ev berpirsiyartî di kesayeta Kurd de kême an jî tune ye; dema aciz dibe ne sazî nas dike ne jî netewbûnê nas dike. Wek buldozerekê ku ji kontrolê derketî, çi nirxên netewî û gel hene hildiweşîne. Ev yek subjektîf nebe jî wek objektîf xizmetê ji polîtîka ku dijminê gelê me, li hemberê saziyên gel ê me dimeşîne dike ye.
Mixabin û sed car mixabin, em Kurd wisane. Erê rast e di saziyên me de kesên ne layiq hene, feraseta wan ji civak û gel dûr in, bi ferasetê çîna serdet tevdigerin; em wan rexne bikin pir baş e. Lê divê em ji bo kêçekê jî lihêfê neşewitînin. Em ji ber ji hin rêveberên saziyan ku acizbûne, hemû nirxên netewî nedin ber xwe û bi bivir û keviran nekevin ser û hilneweşînin. Hele ku kesayetek hunermend be, rewşenbîr be, divê di zanebûna sazî çi ye û kes çi ye de be. Reş û spî tevlîhev neke û hilneweşîne.
Bi kurt û kurmancî; birêz Mem Ararat, dibe tu sedî sed jî mafdarbî, dibe hinek kesên saziyên me yên gel baş temsîl nakin, tu mafdarî wan rexne jî bikî, lê heke bi te re nirxê netewîbûnê û feraseta netewbûnê hebe (em di wê baweriyê de ne ku hun kesayetek welatperwerin) divê hûn sazî û kesayeta ji hevdu derxî, islub û şêwazê we wek hunermendekî Kurd çêker û avaker be. Na heke hûn jî bi niyetek cuda û wek wan kesayetên ku di van demên dawî de çi nirxên gelê Kurd dikeve ber wan êrîş dikin ku bi qasî zereyê mîsqal nirxê gel bi wan re nemaye tevdigerin, nêzîk bibî, ew jî êdî li ser wijdana te maye. Her kesek nanê wijdana xwe dixwe.
Bi rêzdarî silav…
“Alîkarê Hevserokatiya berê ya Partiya BDP’ê Mehmet Ayhan”





