• Turkish
  • العربية
  • Mal
  • Nûçe
  • Tişt
  • Lêkolîn
  • Analîza Siyasî
  • Rastiyên MIT
  • Hemû beş
    • Anketler
    • Anons
    • Röportaj
    • ji edîtorê
    • Herêmparêzî
    • Abor
    • Jin
    • Ciwanan
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Dîrok û Zimanê Kurdistanê
    • Kî ye?
    • Daxuyaniyên Çapemeniyê
    • Hilbijartinên Çapemeniyê
    • Kronolojî
    • Belge
    • Series Text
    • Ji xwendevan
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Mesajên Belaş
    • Teknolocî
    • Rastiyên MIT
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Mal
  • Nûçe
  • Tişt
  • Lêkolîn
  • Analîza Siyasî
  • Rastiyên MIT
  • Hemû beş
    • Anketler
    • Anons
    • Röportaj
    • ji edîtorê
    • Herêmparêzî
    • Abor
    • Jin
    • Ciwanan
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Dîrok û Zimanê Kurdistanê
    • Kî ye?
    • Daxuyaniyên Çapemeniyê
    • Hilbijartinên Çapemeniyê
    • Kronolojî
    • Belge
    • Series Text
    • Ji xwendevan
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Mesajên Belaş
    • Teknolocî
    • Rastiyên MIT
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa Beşên Nûçe

Balafirên Artêşa Tirk Başurê Kurdistanê Bê Navber Topbaran Dike

Yayınlayan Lekolin
15 Mart 2020
Kategori: Nûçe
256 11
A A
Balafirên Artêşa Tirk Başurê Kurdistanê Bê Navber Topbaran Dike
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

30 Haziran 2019 Pazar Saat 06:28

NAVENDA NUÇEYAN- Êrîşên balafirên Artêşa Tirk ya dagirker li ser gund û çiyayên Kurdistanê bê navber berdewam dikin. Balafiran di nava deh rojan de bi dehan car gund û çiyayên başurê Kurdistanê topbaran kirin. Di encama topbaranê de sivîlan jiyana xwe ji dest dan û gelek welatî jî birîndar bun. Gelê herêma Kurdistanê ku dixwaze serî hilde û êrişan şemezar bike ji aliyê asayîşê ve tên asteng kirin û bi kuştinê tên tehdît kirin.

0

21

:” ”

:””

” “,

:” ”

Êrîşên balafirên Artêşa Tirk ya dagirker li
ser gund û çiyayên Kurdistanê bê navber berdewam dikin. Balafiran di nava deh
rojan de bi dehan car gund û çiyayên başurê Kurdistanê topbaran kirin. Di
encama topbaranan de gelek welatiyan jiyan xwe ji dest dan, agir bi gund û
çiyayên Kurdistanê ket. Bax û baxçeyên gundiyan zirarek mezin dîtin.


Êrişên
Topbarana dewleta Tirk li ser gund û çiyayên Kurdistanê wiha ne

-Balafirên şer ên dewleta Tirk ya dagirker
di 15’ê Hezîranê de derdora gundê Enzê yê Binarê Qendîlê bombebaran kir. Hat
zanîn ku liv û tevgera balafiran li herêmê berdewam dike. Ji ber wê sedemê di
derbarê ziyanan de tu agahî bi dest ne ketin.

-Balafirên şer di 17’ê Hezîranê de çiyayê
Korek û Suredê bombebaran kirin. Balafir heya roja paştir li esîmanên Bînarê
Qendîl bê navber geriyan. 

-Balafirên şer di 21’ê Hezîranê de bi du
balafiran Herêma Xakurkê û Şekîf bombebaran kirin.

-Balafirên
şer ên Tirk di 23’ê hezîranê de girên derdora gundê Şeraniş ya ser bi qezaya
Batûfa ya girêdayî navçeya Zaxoyê bombebaran kir.

-Balefirên şer ên artêşa Tirk di 24’ê
hezîranê saetên êvarê de gundê Nawdarok yê herêma Biradost bi dijwarî
bombebaran kir. Di encama êrîşê de agir bi zeviyên gundiyan ket û ziyanek mezin
a madî giha gundiyan.

-Balafirên
şer ên dewleta Tirk di 24’ê Hezîranê de serê saetên sibehê çiyayê Xantûr û
geliyê Pisaxa yên dikevin herêma Sindiyan a ser bi navçeya Zaxo bombebaran kir.

-Balafirên
şer ên dewleta Tirk di 25’ê Hezîranê de cara duwem gundê Navdarok ê devera Biradost
a ser bi parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê agirek mezin bi
eraziyê deverê ketiye. Ev herêm di du rojan de 3 caran hat topbaran kirin.

-Balafirên
şer ên dewleta Tirk di 26’ê hezîranê de Devera Goşîna ya herêma Biradostê
topbaran kir. Welatiyek jiyana xwe ji dest da yek ji birîndar bu. Li gorî
agahiyên herêmî gundiyên devera Goşînê ji ber topbarana zêde, malên xwe berdane
û berê xwe dane gundek din.

-Balafirên
şer ên dewleta dagirker disan di 26’ê Hezîranê de herêma Bîrîkîm ya Biradostê
bi giranî topbaran kir. Balafiran sê rojan heman herêm bê navbera topbaran
kirin. Ji ber topbaranê agir bi arazi ketiye û nayê vemirandin.

-Leşkerên
artêşa Tirk a dagirker di 27’ê hezîranê de gundê Kestê ya li devera Berwarî
serbi herêma Metînan dan ber topan. Têkildarî ziyanên topbaranê tu zanyariyek
zelal bi destneketin. 

-Balafirên
şer ên artêşa Tirk di 27’ ê hezîranê de li nêzî gundê Berd Kuran li du wesayîtên
sivîlan xistin, di encama êrîşê de 3 sivîl şehîd bûne, 5 sivîlên din jî
birîndar bûne. Herwiha di encama êrîşê de agir bi erazî ketiye.

-Balafirên
şer ên dewleta dagirker di 27’ê Hezîranê de gundê Nawdarok û herêma Xakûrkê ya
ser bi Hewlêrê topbaran kirin. Têkildarî ziyanê ti agahî bi dest neketin.

-Balafirên
şer ên artêşa Tirk di 28’ê Hezîranê de gundê Pîromer û Brayetyan yên li ser
bajarokê Çoman a ser bi Hewlêrê bomberan kirin. Xetên ava vexwarinê ku tên gund
ziyanek mezin dîtin.


Di êrişan de 4 kes şehîd bûn, 6 kes birîndar bûn

Balafirên şer ên artêşa Tirk di 27’ê
hezîranê de li çiyayê Kortekê yê Binarê Qendîlê nêzî gundê Berd Kuran li du
wesayîtên sivîlan dema ji gund vedigeriyan bajêr topbaran kirin. Di encama
topbaranê de ji heman malbatê 3 sivîlên di nava wesayîtê de jiyana xwe ji dest
dan û 5 kes jî birîndar bun. Di nava şehîd û birîndaran de jin û zarok jî
hebun.

Her wiha
di 26’ê hezîranê de balafirên dewleta Tirk ya dagirker li devera Goşînê ya herêma
Biradost wesayîtek ya sivîlan hedef girtin. Du birayên ku di nava wesayîtê de,
yek şehîd bu yek jî bi giranî birîndar bu. Herdu sivîl xelkê Balekayetî bun û
ji bo geştê çûbûn çiyayê Helgurd.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku di 21’ê Tebaxa
sala 2011’an de balafirên dewleta dagirker, li ser rêya Kortek a Binarê Qendîlê
wesayitek gundiyan bombebaran kiribû. Di encama bombebaranê de ji heman malbatê
7 kes hatibûn qetilkirin. Di nava kesên hatine qetilkirin de 4 zarok û jinek
ducanî jî hebû.


Gefa kuştinê li welatiyan tê kirin

Demeke ku
artêşa Tirk li herêma Başurê kurdistanê hemu coreyên dagirkeriyê pêk tîne.
Balafirên artêşa dagirker di 27’ê hezîranê de li Çiyayê Kortekê nêzî gundê Berd
Kuran komkujî pêk anîbû. Ji bo şemezar kirina komkujiyê biryar bu ku li Helebçe
çalakiyek ya şemezarkirinê bi hatiba li darxistin. Lê hêzên asayîşa Helepçe
çalakî bi hinceta ‘Helebçe herêmek sînore û ew cûrên çalakiyan ji bo ewlehiya
herêmê nebaşe’ destûr neda çalakî pêk were.

Ji bo gel
li hemberî dagirkeriyê dengê xwe dernexe, hêzên asayîşê gefan li gel dikin. Hat
zanîn ku li Hewlêr ciwanê bi navê Rawan Ebdulla Silêman, ji ber ku di tora
medya civakî de bêdengiya hukumeta herêmê li hemberî topbaranê rexne kiriye,
hêzên asayîşê gefa kuştinê lê kirine.

0

21

TR
KO

:” ”

:””

” “,

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html

Êrişên
Topbarana dewleta Tirk li ser gund û çiyayên Kurdistanê wiha ne Di êrişan de 4 kes şehîd bûn, 6 kes birîndar bûnGefa kuştinê li welatiyan tê kirinNavenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

Etiketler: araştırmaBASUREkurdiKurdishkurdistanKurdistaneLekolinTurkishTürkiye
Önceki yazı

Göç, zoraki iskân ve Kürdistan’daki demografik yapının değiştirilmesi-2

Sonraki Haber

KCK’den Şêrko Bêkes’i Görkemli Uğurlama Çağrısı

Benzer Haberler

Ceyş El Îslam Bê Mertal Mane – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Ceyş El Îslam Bê Mertal Mane – NÛÇE TAYBET

19 Haziran 2025
Pevçûnên Îsraîl-Îran û Perspektîfa Çareseriya Demokratîk – DOSYA TAYBET
Nûçe

Pevçûnên Îsraîl-Îran û Perspektîfa Çareseriya Demokratîk – DOSYA TAYBET

15 Haziran 2025
Dewleta Tirk Bi Çekên Kîmyewî Bersivê Dide Biryara Agirbestê! – NÛÇE ANALÎZ
Analîz Siyasî

Dewleta Tirk Bi Çekên Kîmyewî Bersivê Dide Biryara Agirbestê! – NÛÇE ANALÎZ

13 Haziran 2025
Sonraki Haber
KCK’den Şêrko Bêkes’i Görkemli Uğurlama Çağrısı

KCK’den Şêrko Bêkes’i Görkemli Uğurlama Çağrısı

Öne Çıkan Yazılar

  • Di Sêgoşeya Bexda-Hewlêr û Maxmûrê De Çi Diqewime?

    Di Sêgoşeya Bexda-Hewlêr û Maxmûrê De Çi Diqewime?

    518 Paylaşım
    Paylaş 207 Paylaş 130
  • Pevçûnên Îsraîl-Îran û Perspektîfa Çareseriya Demokratîk – DOSYA TAYBET

    498 Paylaşım
    Paylaş 199 Paylaş 125
  • Heleb Bi Tevahî Dikeve Bin Kontrola MÎT’ê – NÛÇE TAYBET

    496 Paylaşım
    Paylaş 198 Paylaş 124
  • Mudaxeleyek Têgehî Di Rastiya Kurdan De: Rastiya Judenrat û Wêdetirê Mêtîngeriyê-2

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Ceyş El Îslam Bê Mertal Mane – NÛÇE TAYBET

    492 Paylaşım
    Paylaş 197 Paylaş 123

Önerilenler

Ceyş El Îslam Bê Mertal Mane – NÛÇE TAYBET

Heya Rastiya Rêbertî Neyê Fêmkirin Azadiya Kurd Nayê Nîqaşkirin

Heleb Bi Tevahî Dikeve Bin Kontrola MÎT’ê – NÛÇE TAYBET

Pevçûnên Îsraîl-Îran û Perspektîfa Çareseriya Demokratîk – DOSYA TAYBET

Dewleta Tirk Bi Çekên Kîmyewî Bersivê Dide Biryara Agirbestê! – NÛÇE ANALÎZ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist