Hewildanên Tirkiyê ku van komên çekdarî yên li Suriyê yê rêke Libya’yê, ne tenê leşkerî, heman demê de di warê dîplomatîk û îstîxbaratî de jî stratejîyek mezine. Wezareta Parastinê ya Suriye’yê, tevlîbûna 2700 endamên girêdayî koma çekdarî ya Sultan Murad red kir. Lê belê di dosya yên fermî yên di navbera Tirkiye û Sûriye’yê de tê meşandin, rastî belgeyek girêdayî biryara red kirinê nehatine. Destpêkê wek balkişandina serweriya Suriye yê hatibe fêmkirin jî, di dosyayên koordînasyonê de rastî van belgeyan nehatin, dide xuyakirin ku li pişt buyerê de hesabên cûda jî hene. Ev buyer, carek din koordînasyonên leşkerî yên li herêmê û pirsgirêka baweriya di navbera aliyan de xist rojevê.
PÊNGAVA LÎBYA YA TIRKIYEYÊ
Li gorî rapora ku ji aliyê Yekîneyên Operasyonên Bejahî yên Tirkiye’yê ve hatî amade kirin, ne tenê endamên Sultan Murad, ji komên Hemzat, Firqa 20 û Cêş El Şerqiyê jî bi giştî 3 hezar û 100 kes hat xwestin ku di Wezareta Parastinê ya Şamê de fermî neyên qeydkirin. Rapor, bahaneya vê xwestekê jî bi vê awayî da diyarkirin;
” Pêwîstiya Wezareta Parastinê ya Tirkiye’yê li Libya’yê bi van endaman heye. Sîcîlên wan qeyd nekin; erka wan divê di Yekîneyên Operasyonên Bejahî yên Tirkiyeyê dê li Libyayê de berdewam bike.”
XALÊN STRATEJÎK YÊN CÎWARBÛNÊ
Plana dewleta Tirk a dagirker ew e ku van çeteyan li herêmên cûda yê Libyayê bicih bike. Di nav herêmên ku hatî diyarkirin xalênên stratejîk yên wek; Rojavayê Baregeha El Watiye, Benî Welîd, Sîdî Sayê, İmsêhil, İsbê, Serman, İşmêx, Şiwêrêf û El Xemîs, cih digre. Di hinek herêman de jî tê plankirin ku tenê leşkerên Tirk erk bigrin, di yên din de jî çeteyên Surî di bin serpereştiya serbazên Tirkî de erk bigrin.
STRATEJIYA BERFIREHBÛNA RUSYAYÊ
Sedema ku Tirkiye dixwaze vê planê bixe dewrê, rêkirina endamên koma Wagner ku girêdayî îstîxbarata Rusyayê ye, berbi Libya’yê re dide nîşandan. Çavkaniyên îstîxbarat yên Tirkiyeyê, ev gava Rusyayê wek “stratejiyek berfirehbûnê ya xeter” digre dest. Bi taybet leşkerên kevin yên rejîma Esad û hêzê Rus ku rêkiriye herêmên Wadî el Zeheb û Tubreq yê rojhilatê Libyayê, pêngava dijber ya Tirkiyeyê bi leztir kir. Tirkiye li dijî vê, pêngavên dîplomatîk û yên leşkerî bi lez pêşxistina wê, ne tenê bi Libyayê re sînordar dimîne, berdewamkirina leyîstokek jeopolîtîk yê firehtir dide xuyakirin.
Her wiha, li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê yên li herêmê hatine wergirtin, tê gotin ku ev endamên çeteyan, ku li ser daxwaza dewleta Tirk a dagirker-MÎT’ê ve divê ev endam di Wezareta Parastinê ya Şamê de neyên qeydkirin, berê di perwerdeya “Perwerde Bike-Bi Çek Bike” de ji bo çalakiyên çetewarî, suîqestkirin û hwd li ser aliyên muxalif ên hemberê HTŞ’ê an jî dewleta Tirk derkevin, van endaman bidin bikaranîn.