• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên GOTAR

Rastiya Şehîdan Rastiyeke Çanda Dîrokî û Gerdûnî Ye

Di civakan de rûmeta herî mezin û di heman demê de wezîfeya dîrokî ya jinên Kurd ew e ku rastiya Zîlan, Sema Gulan Leyla, Nûda û hemû şehîdan de bimeşin û ji bo manîfestoya “Aşitî û Civaka Demokratîk” ji cîhanê re ragihînin.

Yayınlayan Lekolin
22 June 2025
Kategori: GOTAR, Jin
259 6
A A
Rastiya Şehîdan Rastiyeke Çanda Dîrokî û Gerdûnî Ye
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Hezîran bi germahiya xwe re havînê tîne, wek e heskirina Zîlan xweşikbûna Ruken, Leyla mina Çiyayê Agiriyê di dilê hemû jinan da dibê volqana azadiyê. Meha Hezîranê meha bereket û berhema ye. Di meha Hezîranê de her salê berhem û bereketa kedê encam dide. Di her salê de ev encam di meha Hezîranê de bi wate dibe.

Hazîranê, bi xeml û xweşikahî, Sema ye.

Di Dilê Raperîn de şa dibe

Gulên rengîn li ser erdê ye

Gula rukenîya gula Asmîn çûkên baxçê,

Dengê Zîlan di her berfê de

Hezîran, tu xweşik î

Bi te re evîn û şahî ye

Dema germê, dema vejînê,

Dilê min ji te re radî ye.

Hanim Yaverkaya weke yek ji jinên ku Tevgera Azadiyê herî zû nas kir, di dîroka têkoşînê de bû xwedî cihekî taybet û di 28’ê Hezîrana 1985’an de tevlî karwanê nemiran bû. Zîlan bi rêya Haniman de bi bedena xwe jiyan welidand û bi wate kir, Sema bi agirê laşê xwe jiyan ronahî kir, Gulan bi ruhê xwey yê fedayî jiyan bi fedakarî xemiland, Leyla bi hevaltiya xwe jiyan kir hêviyek bê dawî, Raperîn Amed ku sekna bi fedakarî, cesaret û bi eşq tevlîbûna têkoşînê raber kir, Berîvan Zîlan bû pêşenga tevgera jinan, Rûken Herekol weke rêbazê jiyan û çalakiya fedaî ya Zîlan ji xwe ra esas girt û bû bereketa Hezîranê, Nuda bi rihê xwe ya wek ê milyaket li ser banga Rêber Apo berê xwe dabû Botanê û Zîlan Pepûlê ku gavên destpêkê ya Rojhilatê Kurdistanê ku gulistana serhildana “Jin Jiyan Azadî” ye avêt.

GAVÊN JINA AZAD Û KESAYETA AZAD AVÊTIN

Şoreşa Rojava weke şoreşa jinê di hişê tevahiya jinên cîhanê de ma. Vê şoreşê di nava xwe de pêşengên xwe afirand. Van jinên pêşeng di nava karên avakirina civakî de ji perwerde û birêxistinkirina zarok, jin û ciwanan heta bi avakirina qadên jiyanê li her qadê bi pêşengiyê rabûn û ji bo afirandina jina azad û kesayeta azad gavên girîng avêtin. Ji ber vê yekê jî bûn hedefa êrişên dewleta Tirk a qirker faşîst. Di sala 2020’î de hevrê Hebûn, Zeyra Berkel, Dayika Emîne, par jî hevrê Reyhan û Yusra Derwêş weke şehîdên meha Hezîranê cihê xwe di dîroka têkoşîna azadiyê ya jinê de girtin. Xwedîderketina li bîranîna wan bi mezinkirin û serxistina karên avakirina civakî ya li ser bingeha xeta azadiyê û çanda demokratîk dibe.

Şehristan Asmîn ku li qada çapemeniya azad bi salan ked da, di ronîkirina rastiyê û heqîqeta jinê de bi rola pêşengiyê rabû. Kesayetiya wê ya azad ku bêteredût xizmet ji vê heqîqetê re kir, têkoşîna jina azad û çapemeniya jin a azad ronî dike.

Sedsala 21’emîn sedsala kûrbûyîna nakokiyên zayendî û sedsala azadiya jinê ye. Ev rastî di roja me ya îro de şênber dibe. Mêrê desthilatdar û Kastîk qatil çiqas xwe bi pergal dike û hegemontiya xwe pêş dixe, li hemberî wî sekna jina pêşeng a milîtan ku xwe di xeta serkeftinê de kîlît dike pêş dikeve.

Li hemberî desthilatdariya mêr ku her roj krîzan zêde dike bersiva herî xurt hêza partîbûyînê ye, hêza pêşengtiya jin e. Pîvanên azadiyê li ser esasê nasnameya jin derxistina pêş,  serkeftin pêkan dibe.

AVAKIRINA JIYANA AZAD

Rastiya Şehidan di “Ronesansa Jinê” de roleke şênber lîst. Bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo re jî wê xwediye wateyeke rasteqîn, dîrokî û gerdûnî be. Di xeta Şehîdan de jin azad bibe, wê di avakirina civaka demokratîk de bi awayekî hîn bi bandortir rola pêşengtiyê bilîze û civakê jî kûrtir biguherîne û veguherîne.

Ji ber rastiya şehîdan avakirina civaka demokratîk û jiyana azad e. Çalakî û kesayetiyên dîrokî rastiya xwe û civakîbûna xwe diafirînin. Kesayetên wisa ji bo pênasekirin, têgihiştin û ji nû ve zindîkirinê hene. Taybetmendiya wan ew e ku di her temenî de xwe li jiyanê bigirin. Rastiyên dîrokî her tim di ronîkirin û lêgerîna mirovahiyê ya li heqîqet û jiyana azad de jiyan dikin, rê vedikin û têkiliyên xwe yên bi jiyan û civakê re ji nû ve ava dikin.

Rastiya şehîdan rastiyeke vê çanda dîrokî û gerdûnî ye. Rûmeta herî mezin û di heman demê de wezîfeya dîrokî ya jinên Kurd ew e ku rastiya Zîlan, Sema Gulan Leyla û hemû şehîdan de di Manîfestoya Civaka Demokratîk de ji cîhanê re ragihîne.

Asmîn SENAR

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: Civaka KurdHezîranJina AzadLeylaŞehîdTevgera AzadiyêZîlan
Önceki yazı

Ceyş El Îslam Bê Mertal Mane – NÛÇE TAYBET

Sonraki Haber

Êrîşa li ser Dêra Şamê ji aliyê Endamên HTS ve hatiye kirin – NÛÇE TAYBET

Benzer Haberler

Ji Baba Îshaq heta Sirri Sureya: Kevneşopiya Berxwedana Semsûrê
GOTAR

Ji Baba Îshaq heta Sirri Sureya: Kevneşopiya Berxwedana Semsûrê

23 May 2026
Qada Şerê Nû ya Rojhilata Navîn: Paşeroja Dijwar a Sûriyeyê
GOTAR

Qada Şerê Nû ya Rojhilata Navîn: Paşeroja Dijwar a Sûriyeyê

21 May 2026
Gelo Hunermend Mem Ararat Dixwaze Çi Bike?
GOTAR

Gelo Hunermend Mem Ararat Dixwaze Çi Bike?

17 May 2026
Sonraki Haber
Êrîşa li ser Dêra Şamê ji aliyê Endamên HTS ve hatiye kirin – NÛÇE TAYBET

Êrîşa li ser Dêra Şamê ji aliyê Endamên HTS ve hatiye kirin - NÛÇE TAYBET

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    525 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    748 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist