KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Polİtİk Analİz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
    • Serbest Yazılar
KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster

Li Herêma Kurditanê Şideta Li Dijî Jinan (1) DOSYA

15 March 2020
Kategori: Kadın
267 3
1.5k
GÖRÜNTÜLEME
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

19 Eylül 2012 Çarşamba Saat 07:13

Di nava 4 sal û 7 mehan de li Herêma Kurdistanê, 2 hezar û 385 jin ji ber sedemên cur bi cur teşebûsî întîxarê kirine û herî kêm 399 jinan jiyanê xwe ji dest dan ango hatin kuştin.

Li Herêma Kurdistanê ji her 4 rojan carekê jinek tê kuştin

Di nava 4 sal û 7 mehan de li Herêma Kurdistanê, 2 hezar û 385 jin ji ber sedemên cur bi cur teşebûsî întîxarê kirine û herî kêm 399 jinan jiyanê xwe ji dest dan ango hatin kuştin. Li gorî lêkolînê ku DÎHA’yê li bajarên Herêma Kurdistanê encam daye ji sala 2008 – meha 7’an a 2012’an, di nava 4 sal û 7 mehan de ji her 4 rojan jinek hatiye kuştin û ji 3 rojan carekê jinek hatiye tecawiz kirin.

Li Herêma Kurdistanê, yek ji pirsgirêkên herî sereke, pirsgirêka jinê ye. , li Herêmê ji ber pirsgirêkên wekî civakî, aborî, xizanî, gerdîşî, namûs û zewaca bi zorê, di navbera (2008-2012) 4 sal û 7 mehan de, 2 hezar û 385 jinan, ji ber sedemên cur bi cur teşebûsî întîxarê kirine. Herî kêm 342 jinan jiyanê xwe ji dest dane. Ev detayî ji detayên salane ya Rêveberatiya Giştî ya li Dûvçûna Şideta li Beramberî Jinan, hatine bidest kom kirin û lêkolîn liser hatiye kirin. Li gorî lêkolînê ku DÎHA’yê li bajarên Herêma Kurdistanê encam daye ji sala 2008- meha 7’a 2012’an de, di 4 sal û 7 mehan de Di nava 4 rojan de jinek hatiye kuştin û her 3 roj carek jinek hatiye tecawiz kirin. Her çiqasî ji bo çareserkirina pirsgirêkê hewldan hebe jî, hejmara teşebûsa întîxaran zêde dibe.

Eşkencekina, şewatandin û tezawiz kirina jinan zêde ye

Têkildarî şideta li dijî jinan û kuştin, şewtîn, doz vekieina jinan, eşkence kirin û tezawiz kirina jinan DÎHA’ encamê lêkolînên xwe aşkera dike.

Li gorî lêkolînê ku DÎHA’yê li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Dûhok, navçeya Germiyan’ê yên Herêma Kurdistanê encam daye ji sala 2008- meha 7’a 2012’an de, di 4 sal û 7 mehan Eşkence, şewatandin û tezawiz kirina jinan zêde bûye û encamp jî li gorî rojan wihaye

– Di her rojekê de 1 jin xwe şewtandiye an jî hatiye şewtandin û 7 jinan jî jiber ku şidet li dijî wan pêkhatiye, dijberî endamên malbatê xwe doz vekirine û dîsan di rojekê de 2 jin hatine eşkence kirin.
– Di nava 3 rojan de jinek hatiye tecawiz kirin.
– Her 4 roj carek jî jinek hatiye kuştin an jî bixwe xwe kuştiye.

4 zilam ji aliyê jinan ve hatine kuştin

Herwiha ligorî detayêb ku Rêxistina sivîl a binavê Yekêtiya Piyawên Xwedîkar (YPX) bilav kiriye di nava 8 mehên sala 2012’an de 97 zilam jî ji aliyê jinan ve rastî şidetê hatine. 31 zilaman jiber şideta malbat û jinê xwe întihar kiriye. 4 zilam jî bi destê jinê wan hatine kuştin.

Ji 2008- Tebaxa 2012’an 17 hezar û 435 jin rastî şidetê hatine

Di nava 4 sal û 7 mehên derbas bûyî (2008-2012) de, li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Dûhok û Herêma Germiyanê, 17 hezar û 435 jin rastî şidetên cor bicor hatine. Herî kêm 399 jin jî hatine kuştin an xwe kuştine. Di warê zêdebûna şideta li dijî jinan, Silêmanî di rêza yekemîn de ye. Hejmar jî li gorî bajaran wihaye:

– Bajara Siyêmanyê di rêza Yekemîn bajaraên Herêma Kurdistanê deye ku şideta herî zêde lê pêkhatiye. 6 hezar û 790 jin rastî şidetê hatine. 108 jin jî jiyanê xwe ji dest dane û hatine kuştin û 275 jin jî hatine tezawiz kirin.

– Bajara Hewlêrê jî di rêza Dûeyemîn a bjarên Herêma Kurdistanê deye ku şideta herî zêde lê pêkhatiye. 6 hezar û 778 jin rastî şidetê hatine. 178 jin jî jiyanê xwe ji dest dane û hatine kuştin û 112 jin jî hatine tezawiz kirin.

– Bajara Dûhokê jî di rêza Sêyemîn a bjarên Herêma Kurdistanê deye ku şideta herî zêde lê pêkhatiye. 2 hezar û 967 jin rastî şidetê hatine. 93 jin jî jiyanê xwe ji dest dayne û hatine kuştin û 65 jin jî hatine tezawiz kirin.

– Navçeya Germiyanê jî di rêza Çaremîn a bjarên Herêma Kurdistanê deye ku şideta herî zêde lê pêkhatiye. 900 jin rastî şidetê hatine. 24 jin jî jiyanê xwe ji dest dane û hatine kuştin û 10 jin jî hatine tezawiz kirin.

‘Ji kesên xwe şewitandine sedî 80 jiyana xwe ji dest dane’

Li Herêma Krurdistanê, her ro jinek xwe dişewtîne an jî tê şewtandin. Di nava 4 sal û 7 mehên derbas bûyî de li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Dûhok û Herêma Germiyanê, 2 hezar û 60 jinan xwe şewtandiye an jî hatine şewtandin. Ji van jinên ku xwe şewitandine sedî 80’yan jiyana xwe ji dest dane. Piraniya wan temenê wan di navbera 16-35 salî de bûye.

Bajarên di corên şidetê de ku di rêzê heyemîn dene

Bajara Hewlêrê di ware kuştina jinan de di rêza yekemîn deye û 174 jin hatine kuştin. Bajara Silêmaniyê jî di wara şewtandin an jî xwe şewtandina jinan de di rêza yekemîn deye û 841 jinan xwe şewtandine. Dîsan Hewlêrê di rêza yekîn deye ku 5 hezar û 42 jinan jiber şidetê liser wanheye li dijî zilam, bav,bira û endamên malbatên xwe doz vekirine. Herwiha di ware eşkence kirin û tecawiz kirina jinan de Silêmanî rêza yekemîn deye ku 1994 jin hatine eşkence kirin û 275 jin jî hatine tecawiz kirin.

Hejmar pir zêdeye

Herçend ev hejmar û detayên şidetê ku ji aliyê Hikumeta Herêmê tên bilav kirin jî, lê dîsan hejmara şidetê pir zêdeye. Jiber ku asta rewşenbîrya civakê tev ne wek heve û dîsan jî gelek core şidet û kuştin û şewtandina jinan di tarîtî de tên hêştin û nayên aşkera kirin.

Kujerên jinan nayên girtin!?

Heya niha gelek kes ku ji ber kuştina jinan ji aliyê dozgeriyê ve hatine sucdar kirin, lê nehatine girtin. Mînak: heya niha 14 kes li Hewlêrê bi kuştina jinan hatine sucdar kirin, lê hêj nehatine giritn. Di hevdîtina ku serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel sazî û rêxistinê jinan pêk anî, Rêkxistinên jinan navê 14 kesên ku li Hewlêrê bi kuştina jinn hatine sucdar kirin û nehatin, girtin radestî Barzanî kirin. Dîsan di lêlorînên salane ya herêmê de gelek kujerên jinan bku bi cezayê îdam û girtina ebedî hatbûn destgîr kirin, hin jiwan hatine serbest berdan! Mînaka vê jî di lêborînên berêde (s.m) ku bi kuştina 2 xweîşkan sûcdar bû di girtgehê de bû serbes hat berdan.

Li kerkukê jî şidet!

Bajara Kerkûkê ku her roj lê teqîn pêk tê, dîsan rewşa jinan jî nebaşe. Di nava 7 mehên sala 2012’an de tenê li Kerkûkê herî kêm 118 jin hatine rastî eşkence û şidetê hatine. – DİHA

Serbaz Siyamend

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Paylaş210Paylaş131
Önceki yazı

KJB: AKP’nin İmamları Kız Çocuklarına Tecavüz Ediyor

Sonraki Haber

Antep Üniversitesi’nde Kürt Öğrencilere Saldırı

Son HABERLER

Haberler

Önder Apo’dan Kadın Hareketine Mektup

Yayınlayan Lêkolîn
7 March 2026
0
1.5k

PAJK Koordinasyonu, 8 Mart Dünya...

Daha fazla okuDetails

Kürt Kadının Saçı, Rojava Başarısının Anahtarıdır!

25 January 2026
1.6k

YJA Star: Tek Kurtuluş Yolu Direniştir!

22 January 2026
1.5k

Kastik Zihniyet Bir Kez Daha Şêxmeqsûd ve Eşrefiye’de Kendini Gösterdi

13 January 2026
1.6k

Öne Çıkan Yazılar

  • ShamCash Uygulaması — Telefonunuzda Gerçekte Ne Yapıyor?- ÖZEL HABER

    553 Paylaşım
    Paylaş 221 Paylaş 138
  • Devşirme Kişiliği ve Kimlik Yabancılaşması

    539 Paylaşım
    Paylaş 216 Paylaş 135
  • Sanatçı Mem Ararat Ne Yapmak İstiyor?

    729 Paylaşım
    Paylaş 292 Paylaş 182
  • BAE’nin Suriye Hamlesi Ve Türkiye’nin Rahatsızlığı- ÖZEL DOSYA

    540 Paylaşım
    Paylaş 216 Paylaş 135
  • MİT ve Parastin’ın Kirli Planını Deşifre Ediyoruz!- ÖZEL HABER

    919 Paylaşım
    Paylaş 368 Paylaş 230

ShamCash Uygulaması — Telefonunuzda Gerçekte Ne Yapıyor?- ÖZEL HABER

Rojhilat İttifakı: Uluslararası Toplum, İran’ın İdam Suçlarına Karşı Tutum Almalıdır

HPG: Önderliğimizin Özgürlüğünü Sağlama Hedefinden Sapmayacağız

Devşirme Kişiliği ve Kimlik Yabancılaşması

BAE’nin Suriye Hamlesi Ve Türkiye’nin Rahatsızlığı- ÖZEL DOSYA

Rusya-Türkiye-Çin İş birliği: İran’a Drone ve Hizbullah’a Silah Desteği- HABER ANALİZ

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç