13 Temmuz 2019 Cumartesi Saat 11:52
0
21
:” ”
:””
” “,
:” ”
Erebên Encumena Parêzgeha Kerkukê namzetê
hevbeş yê YNK û PDK’ê ji bo Parêzgarê Kurd yê Kerkukê, ret kirin. Erebên
Encumena Kerkukê li ser mijarê daxuyaniyek dan û ragihandin ku, ‘’ev biryara
wan herdu partiyane ku 16 sale dest danîne ser Kerkukê û bune sedema nakukî, durxistin,
revandin, talankirin û ruxandina Kerkuk û gundên wê’’.
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyar kirin
ku, ‘’nabe ku diyarkirina Parêzgarekî nu ji bo Kerkukê, bêy hilbijartina hersê
pêkhateyên ‘’Kurd, Ereb û Tirkmen’’ û hilbijartina navxweyî were kirin. Heya ku
hemu girtî neyên azad kirin, gundên hatîn wêran kirin neyên avakirin, îdareyekî
hevbeş neyê diyarkirin û nexşeyekî çareseriyê ji bo pirsgirêkan neyê
diyarkirin, mijara diyarkirina Parêzgar nayê niqaş kirin.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) û Yekitiya
Niştîmana Kurdistan (YNK) doh ji bo niqaşkirina rewşa Kerkukê û diyarkirina
Parêzgarekî hevbeş ji bo Kerkukê li bajarê Silêmaniyê civiyan. PDK û YNK’ê di
civînê de, li ser namzetekî hevbeş ji Lîsteya Birayetî Tayîb Cebar li hev
kiribun.
Barzanî,
Helwesta Ereban Rewa Dît
Serokê giştî yê PDK û Serokê berê yê Herêma
Kurdistana Federal Mesut Barzanî, piştî helwesta Ereban li ser diyarkirina
Parêzgerê nu yê Kerkukê daxuyaniyek da. Barzanî, biryara herdu partiyên Kurd li
ser namzetê hevbeş tine hesiband û got ‘’Em tu hewildanên bi zorê li ser
nasnameya Kurdistanîbuna Kerkukê nakin. Lê pirsgirêka Kerkuk tenê pirsgirêka
siyasî ku di navbera du partî yan jî nakukiyên di navbera çend aliyan de nîne.
Di rastiyê de pirsgirêka Kerkuk mijarek berfireh dîrokî û siyasî ye.’’
Barzanî got ‘’li gorî me lihevhatina di
navbera aliyên Kurd de pêngavekî giringe, lê divê pirsgirêkên Kerkukê û erka
Parêzgayê Kerkukê, despêkê di navbera Hewlêr û Bexda de yek alî bibe û were
çareser kirin. Her encamekî ku derdikeve divê li gorî fikrê hemû pêkhateyên
Kerkukê be.’’
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
Barzanî,
Helwesta Ereban Rewa DîtNavenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê