14 Temmuz 2019 Pazar Saat 06:56
0
21
:” ”
:””
” “,
:” ”
Hat diyarkirin, PDK’ya ku
bi hevkariya xwe ya dewleta Tirk a dagirker ku bi hinceta hebûna PKK li Başurê
Kurdistan qetlîama sîvîlan pêk tîne û bi operasyonên xwe yên dagirkirinê axa
Başurê Kurdistanê xistiye dorpêçê ve tê nasîn, wê îro di seet 14-00 de li
Sîdekan’ê li hember PKK û Hêzên Rojhilatê Kurdistanê çalakî li dar bixe.
HEVKARIYA MÎT Û PDK HAT TESCÎL KIRIN
Li gor agahiyên bi dest
ketine meşa ku li Sîdekanê bi hevkariya Dewleta Tirk dike de pêk were, bi armanca
gelê herêmê û PKK werin hemberî hev e. PDK’ya ku bi destê MÎT û Parastin ve
hatiye rêxistinkirin, daxwaz ji gelê herêmê kiriye ku li hemberî PKK tevlî meşê
bibin. Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidest xistin, rayedarên PDK
ji gel daxwaz kiriye ku li hember PKK û Hêzên Rojhilatê Kurdistan helwest
bigrin û çalakî li dar bixin.
GELÊ SÎDEKANÊ TEVLÎBÛNA MEŞÊ RED KIR
Hat zanîn ku ev pêşandana
MÎT û PDK bi hev re rêxistin kiriye, wê di seet 14:00 de bi tevlîbûna Asayîş,
pêşmerge û endamên PDK re pêk were. Lê hat zanîn ku gelê herêmê li hember vê
pêşandanê bertekê xwe nîşan daye û tevlîbûnê qebûl nekiriye. Li gor agahiyan ruxmê
hemû hewildanên îqna kirina gel a PDK, gelê herêmê daye zanîn ku ‘‘Ew ne li
hemberî PKK û hêzên Rojhilatê Kurdistanê ne, berovajî ev hêz wan diparêzin û hêza
dagirker dewleta Tirk e.’’
‘‘PKK BI SALANE GELÊ SÎDEKANÊ DIPARÊZE’’
Hat zanîn ku gelê herêmê
li hember daxwaza tevlîbûna çalakiyê a PDK wiha axiviye ‘‘Ger PKK nebûya wê kî
me biparasta? Ê ku heta niha axa me û me ji dagirkeran parastiye gerîllaye. Her
sala ku em derketin zozana ji derveyî PKK tû kes li me xwedî derneket. Ê ku hûn
dikin xiyanetê, emê nebin hevkarê vê xiyanetê. Divê hûn ji van kiryarên xwe şerm
bikin. Esas ê kû divê hûn li hember derkevin dewleta Tirk a ku dijminê
Kurdaye.’’
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
HEVKARIYA MÎT Û PDK HAT TESCÎL KIRIN GELÊ SÎDEKANÊ TEVLÎBÛNA MEŞÊ RED KIR ‘‘PKK BI SALANE GELÊ SÎDEKANÊ DIPARÊZE’’Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê