25 Ağustos 2019 Pazar Saat 05:45
0
21
:” ”
:””
” “,
Çawuşoğlu di nameya xwe de ji Barzanî çi daxwaz dike
Demek dirêje bi
hewildanên taybet yên Amerîka û hukumeta İraqê, dixwazin hemû hêzên Pêşmerge di
bin banê Wezareta Pêşmerge ya hukumeta Herêma Kurdistanê de kom bikin, lê li
rexmê hemû hewildanên ku hatine kirin heya niha jî di vê mijarê de tû pêngav ne
hatine avêtin. Hukumeta İraqê qaşo ji bo parastina sînorên xwe bi hukumeta
herêma Kurdistanê re dixwaze hêzekî hevbeş ya leşkerên İraq û Pêşmergeyan li
ser sînoran bi cih bike, di vî derbarê de jî hevdîtinên herdu aliyan berdewam
dikin.
Hat zanîn ku Wezîrê Karê
Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawuşoglu nameyek taybet ji bo Serokê giştî yê PDK’ê
Mesut Barzanî şandiye û di nameya xwe de ji Barzanî daxwaz kiriye, ‘’plana
Amerîka ya ji bo komkirina hêzên pêşmerge dibin banê Wezareta Pêşmerge de qebul
nekin, ji ber ku di berdewamiya vê plana Amerîka û İraqê de, wê hêzên pêşmerge
bi Wezareta Parastinê ya İraqê ve werin girêdan. Her wiha çawuşoglu di nameya
xwe de diyar kiriye ku divê PDK piştgiriya dirûstkirina hêzekî hevbeş ya
leşkerên İraq û Pêşmergeyan li ser sînorê İraq û Tirkiyê qebul neke ji ber ku
durustkirina hêzekî hevbeş, wê ji bo tevgerkirina leşkerên wan li ser sînorê
İraq û Tirkiyê bibe asteng’’. Eger ku hemû hêzên pêşmerge dibin banê Wezareta
Pêşmerge de werin komkirin û Wezareta Pêşmerge bi Wezareta Parastina İraqê ve
were girêdan wê demê, wê weke heya niha her hêzek pêşmerge bi serê xwe nekare
tevger bike û biryaran bigire. Her wiha bi daxwaza hukumeta İraqê ger hêzekî
hevbeş li ser sînoran were bi cih kirin, wê leşkerên Tirkiyê li her xala sînor
nekarin li gora xweteka xwe bi serbestî derbazî xaka Başur bibin û dagirkeriyê
pêk bînin.
Niqaşên
yekbûna pêşmergeyan berdewamin
Bi navbeyînkariya Amerîka hevdîtin û
bazarên Hewlêr-Bexda di derbarê yekbûn û careke din vegera wan herêmên
Kurdistanî yên bi nakûk berdewam dike, lê hîn ne gihiştine tu encaman. Wezirê
Pêşmerge yê Hukumeta Herêma Kurdistanê Şoreş İsmail di derbarê yekbuna Pêşmerge
û herêmên Kurdistanî yên bi nakuk axivî û got ‘’Me di civîna xwe ya dawî bi
hukumeta Bexda re goftugoyên berfireh di derbarê kombûna hêzên pêşmerge û
careke din vegera pêşmerge ya Kerkukê kirin. Em li bendêne ku Bexda şandeyekî
ji Wezareta Parastinê bi şîne Hewlêr û bi wezareta Pêşmerge re li ser van
mijaran hîn berfirehtir nîqaş bike.’’ Emîndarê Giştî Wezareta Pêşmerge ya
Herêma Kurdistanê Cebar Yawer jî diyar kir, ‘’Wezareta Pêşmerge ji bo çar salên pêşiya me planek amade
kiriye û wê pêşkêşî Encûmena Wezîran û hukumetê bike. Di vê planê de hatiye
diyar kirin ku divê bi mekanizmayekî diyar hêzên pêşmerge bibin yek.’’ Hukumeta
İraqê jî diyar dike ku, ji bo vegera pêşmergeyan ya Kerkûkê yekem şertê wan ji
bo herêma Kurdistanê ewe ku hêzên pêşmerge hemû dibin banê Wezareta Pêşmerge de
kom bibin.
Ji PDK’ê hatiye daxwaz kirin ku ‘venegerin Kerkukê’
Pirsgirêk û aloziyên
Kerkûkê weke xwe mane. Her çiqas ji aliyê hêzên siyasî ve hewildan ji bo
asayîkirina rewşa bajêr tên dayîn, lê hemû hewidanên wan bê encam dimînin û
alozî her ku diçe kûrtir dibin. Her çiqas PDK û YNK ji
bo walîtiya Kerkûkê kesek weke namzet diyar kirin jî, li ser ne razîbuna aliyên
Ereb û Tirkmenan ev pêngav bê encam ma. Ji bo diyarkirina waliyek Kurd biryarbû
YNK û PDK li Bexda bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî li gel hêzên Tirkmen û Erebên
Kerkûkê kom bibin û nêrîna wan li ser wezîfeya walîtiya Kerkûkê bigirin. Lê,
heta niha jî ji bo kombûnekî bi vî rengî tû pêngavên berbiçav ne hatine avêtin.
Herwiha ji bo tevlîhevkirina rewşa Kerkûkê
hewildanên welatên derve jî didome. Bi taybet dewleta Tirk demeke ji bo ji
rewşê sûd bigire di nava tevgerê de ye. Beriya bûyerên 16’ê Cotmeya 2017’an li
kerkûkê destwerdanek ne raste rast ya Tirkiye û Îranê hebû. Lê piştî
dagirkirina Kerkuk û deverên Kurdistanî yên bi nakûk dewleta Tirk bi awayek
aşkera dest avêt kar û barên siyasî, ewlekarî û îdarî yên Kerkûkê. Dewleta Tirkiyê
bû sedema kûrbuna aloziyên di navbera aliyên siyasî yên Kurd û Bexda de.
Buyerên girtin kuştin û revandina xelkê sivîl zêde bûn, bi wê yekê re êrişên
çeteyên DAİŞ’ê li herêmê zêde bûn. Gelek caran çeteyên ku li Kerkûkê hatin
kuştin, li ser wan nasnameyên Tirkiyê hatin dîtin. Hat zanîn ku di nameya
Çawuşoglu ji bo Barzanî şandî de, daxwaz hatiye kirin ku ‘’heya Tirkiye nexşerêyekê ji bo Kerkukê amade
neke, bila PDK venegere Kerkukê û odeyekî hevbeş ya operasyonan ava neke’’.
Tirkiyê careke din hevpeymana 50 salan anî bîra Barzanî
Weke tê zanîn têkiliyên
hukumeta herêma Kurdistanê û Tirkiyê di aliyê aborî de ji kevin heya niha tu carî
lewaz ne bûne û her ku diçe zêde dibe. Di navbera salên 2011 û 2012’an de di
navbera Tirkiye Û PDK’ê de hevpeymanekî enerjiyê bi awayekî veşartî hat îmze
kirin. Ji bo ku li rastî nerazîbunên Bexda neyê, PDK’ê di sînorên xwe de bi
alîkariya Tirkiyê ji dervey xeta Petrolê ya Ceyhanê dest bi xetekî nû ya
petrolê ji bo Tirkiyê kir.
Di Gulana 2013’an de
Tirkiye, bi şirketa Exxon Mobil û şirketa Power Trans re li ser 6 xalên pertolê
û 12 bluqên keşfê ku di sînorê PDK’ê dene lihevhat û hevpeymanek îmze kir. Serokwezîrê
demê yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî, diyar kir ku PDK’ê û Tirkiyê di
2014’an de hevpeymanekî 50 salî di derbarê şandina petrola Kurdistanê de îmze
kirine. Hemu ev hevpeymanên enerjiyê ku di navbera Tirkiye û PDK’ê de hatîn
kirin, bêy agahiya parlementoyên Enqerê û Bexda hatine îmze kirin û ne hatine
erê kirin.
Ji ber wê sedemê Çavuşoglu
di nameya xwe de careke din hevpeymana 50 salan aniye bîra Barzanî û jê daxwaz
kiriye, ew rojên ku Tirkiyê bêy daxwaz û şêwira hukumeta İraqê hevpeymana
petrolê ya 50 salan bi wan re îmze kirî ji bîr neke, ji ber ku ev hevpeyman
buye sedem ku İraq giliyê wan li yasaya navnetewî bike. Ji ber wê sedemê dema
hukumeta herêmê bi İraqê re hevpeymanên gaz û petrolê îmze dike berjewendiyên
Tirkiyê li ber çav bigire.
Rewşa Tirkiyê her ku diçe xirap dibe
Rewşa Tirkiyê ya niha li ber çave, li her
derê êrişî welatên cîran dike. Demekî dirêje li hember Bakur û Rojhilatê Suriyê
êrîş dane dest pê kirin û gelek deverên weke Îdlîb, Bab, Cerablus û Efrîn dagir
kiriye. Li Başurê Kurdistanê dest bi dagirkirinê kiriye heya cihekî çuye lê nikare
pêşde biçe û li herdu cihan jî bê encam maye. Di demekî ku nakukiyên İran û
Emerîka berdewam dikin, têkiliyên xwe bi Îranê re jî xurt dike. Her çiqas bi
awayekî berbiçav nebe jî ev pêngavên Tirkiyê welatên endamê NATO’yê tengav
dike. Ji ber ev welat qaşo ji ber perensîbên xwe heya cihekî dikarin rê bidin
Tirkiyê û çavê xwe ji kiryarên Tirkiyê re bigirin. Ji ber vê sedemê Hukumeta
Herêma Kurdistanê her çi qasî peywendiyên xurt ên siyasî û aborî bi Tirkiyê re
hebin jî, zêdetir di xwaze pirsgirêkên xwe bi hukumeta İraqê re çareser bike û
hewil dide pêngav bi pêngav daxwazên Tirkiyê bi hukumeta Iraqê bide
pejirandin. Lê ev pirsgirêk tenê bi
hukumeta Iraqê re sînordar ninin, hemu welatên ku di hêzên Koalisyona li dijî
şerê DAİŞ’ê li İraqê şer kirine, bi taybet Amerîka eleqedar dike. Hukumeta
herêma Kurdistanê, ne di xwaze xwe ji dêrê bike ne ji mizgeftê, ji ber wê
sedemê jî di navbera hersê aliyan de bê çare maye.
Dibe
ku êrişên Tirkiye û Îranê li ser xaka herêma Kurdistanê zêde bibin
Li Herêma Kurdistanê pirsgirêkekî kûr ya
yekbûna aliyên siyasî yên Kurd heye ku çareserkirina wê pir zehmete. Herdu
partiyên mezin yên hukumetê pêktînin (PDK-YNK) di yek herêmê de weku du
rêveberiyên cuda xwedî hêz û fikrên cuda ne.
Di nava xaka herêma Kurdistanê de çend
partiyên opozîsyona Îranê hene ku gelek caran, rejîma İranê ji xwe re kiriye
hincet û êrişî xaka herêma Kurdistanê kiriye. Lê ji aliyê her kesê ve tê zanîn
û tê dîtin, li kuderê dibe bila bibe dema behsa sitatûya Kurd tê kirin êrişên
wan li ser Kurdan zêde dibin. Tê zanîn ku êrişên Îranê li ser xaka herêma
Kurdistanê ne nûne, beriya niha mehekê jî bi topbaranê êriş pêk anîbun û bi
dizî 5 km ketibun nava xaka Herêma Kurdistanê. Dagirkeriya hukumeta Tirkiyê jî
li ser xaka Başur ne nuye û di her firsetekî de êriş dike. Belavbûn û bê
helwest buna hukumeta herêma Kurdistanê berjewendiyên Tirkiye û İranê di xalekê
de digihijine hevdu û egera êrişek hemwext li ser xaka Başurê Kurdistanê zêde
dike.
Gelo
wê Bexda helwesta xwe li hember êrişan diyar bike?
Tirkiye û Îran demekî dirêje bi hemû hêza
xwe êriş dikin û dagirkeriya xwe li ser xaka Kurdistanê berfireh dikin. Serokwezîr
û di heman demê de Fermandarê Giştî Yê Hêzên Çekdarî yê İraqê Adil Ebdulmehdî,
di civîna Desteya Ewlekariya Netewî ya İraqê de biryarek giring da û diyarkir, ji
niha û şûnde bêy destûra wî wê tu balafirên çavdêrî, balafirên şer, balafirên
bê mirov û helîkopter li esmanê İraqê ne firin û êrişan pêk ne înin. Ebdulmehdî
ji hemû sazî û dezgehên hikûmetê û aliyên Iraqê daxwaz kir ku girêdayî van
biryaran bimînin, kî derveyî vê biryarê tevbigere û bêyî destûr li ser ezmanê
Iraqê bifire dê weke helwesteke dijminane bê qebûl kirin û wê hêzên parastina
ezmanî yên Iraqê jî bersivê bidinê.
Piştî vê biryara Adil Ebdulmehdî, balafirên
şer yên dewleta Tirkiyê careke din nêzî gundên binarê Qendîlê bi dijwarî
bombebaran kirin, lê balkêşe ku hêzên hewayî yên İraqê tu bersiv nedan û ne ji
hukumeta İraqê ne jî ji hukumeta herêma Kurdistanê tu helwest ne hatin
nîşandan
Çiçek BOTAN
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
Çawuşoğlu di nameya xwe de ji Barzanî çi daxwaz dikeNiqaşên
yekbûna pêşmergeyan berdewaminJi PDK’ê hatiye daxwaz kirin ku ‘venegerin Kerkukê’Tirkiyê careke din hevpeymana 50 salan anî bîra BarzanîRewşa Tirkiyê her ku diçe xirap dibe Dibe
ku êrişên Tirkiye û Îranê li ser xaka herêma Kurdistanê zêde bibinGelo
wê Bexda helwesta xwe li hember êrişan diyar bike?Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê