Gava 1984’de Tevgera Azadiyê dest bi tekoşîna çekdarî kir, Dewleta Tirk ji bo tekoşîna gelê Kurd têk bibe tevahiye amurên qirêj xist meriyetê. Li kêleka zordarî, dagirkêrî di çarçova şerê taybet derew û bêbextiyên li ser PKK’ê belav kir. Ev derewên xwe bi rêbazên cur be cur weşand û xwest gelê Kurd bandor bike. Di mizgeftan de xutbe derxist. Bi balafiran belavok belav kir. Giranî da rojname û TV jî. Di qanala fermî ya dewleta faşîst, “TRT” de bernameyên taybet çêkir. Dewleta Tirk ji gel re çi digot: “Milîtanên PKK Ermenî ne.”, “PKK li dijî İslam e”, “PKK zarokan direvîn e”, “Gerîlayên PKK tiryak bikartînin” “PKK bazirganiya tiryakê dike” û hwd. Di encamê ew derewên dewleta faşist tu bandor li gel nekir û têk çu. Ji ber gel jiyana PKK’ê dît, gel Serokatiya PKK nas kir. PKK rexistina wan bû û weke sehebeyên destpêka îslamê jiyan dikirin. Ji ber vê têk çunê, dewleta Tirk, piranî derewên xwe guherandin. Ji bo dewletên cihanê bandor bike gotina “PKK bazirganiya tiryakê dike” hîn jî bikartîne. Her çiqas Dewleta Tirk bi xwe rejimek şerê taybet be û di wî qadê pîspor e jî li dijî PKK têk çu. Ji ber roja haqîqetê her tim li hember tariya derewan bi ser dikeve.
Niha sal 2021 e. Lê şagirtên dewleta Tirk bi heman zimanê diaxivin. Weşanên PDK’ê tevahî wisa ne. Reşkirina Tevgera Azadiyê ji xwe re karê bingehîn dibînin. Ev demeke di ragihandina PDK’ê de hemwext nûçe derketin. Ya rast mirov ji wan re nikare bêje nûçe, derewname derketin. Sernîvîsa wan jî “PKK her sal bi milyonan dolar ji bazirganiya derveyî zagonî û qaçaxçîtî li herema Kurdistanê bi dest dixe”. Lê kesê ev nivîsiye ne di derewan de, ne jî di erdingarî de sînoran nas nekiriye. Ji Bakurê Kurdistanê heya Ewrupa PKK weke rexistinek adlî ku karê xirap dike û bi rêbazên qirêj pere bi dest dixe, nişan daye. Fedayiyên Kurd ku heya dilopa xwîna xwe ya dawî Kurdistanê diparêzin, weke çeteyek pêşkeş kiriye. Tu ji ew kesan û ew malperan bipirsî dê bejin em Kurd in. Lê diyare ku tu eleqa wan bi Kurdayetî ne maye. Him mêjiyê xwe him jî pênusên xwe firotine Tirkan. Tirk nebe ne dikarin bifikirin, ne jî dikarin gavek bavêjin.
Bêbextiyên Ragihandinên PDK’ê:
1–Qaçaxçitiya Tiştên Qedexe.
Li gorî ragihandinên PDK/Şerê Taybet, PKK bazirganî dike. Tenê bazirganî jî na, bazirganiya tiştên qedexe weke cixarên qaçax, alkola-meşrubên qaçaxî û hwd. Divê mirov bipirse, hûn li kijan cihanê dijîn? PKK li çar perçê Kurdistanê şerê man û nemanê dike. Axa Başurê Kurdistanê di bin dagirkeriya Tirk deye, her roj êriş û şer heye. Ciwanên qehreman, milîtanên PKK laşê xwe kirine çeper da ku faşizma Tirk bin bixin. Di vî şerê bê eman de tu karê PKK nemaye here bazirganî bike. Aqlê we di sere we de ye? Yan ji ber dijberiya PKK’ê, çavê we, wicdana we kor buye? Ew pirs bê wateye. Kesê ku xiyanetê gelê xwe dike ma wicdana wî dimîne?
2-Revandina Zarokan
Kesê tevlî dijminê xwe dibe, tê de tu pivanên exlaqê namîne. Nîvîskarê vê nuçeyê(derewname) mirovekî wiha ye. Ger ne wiha buna çawa dikarî bu “PKK zarokên gel direvîne û piştî pere ji malbatên wan digire zarokan ber dide” binivîse. İspateke te heye? Li kuderê buyerek wiha çêbuye? Tu çawa rexistinek ji bo azadiya Kurdistanê her roj şehîdan dide wiha tewanbar dikî? Ew bêbextiyek bê hempa ye. PKK rêxistinek ku li hember dijminê xwe jî li gorî pivanên exlaqê şer dike. Vê rastiyê dost jî dizane dijmin jî dizane. Bi wan gotina tê kî bixapinî? Tu encax dikarî ji Enqera xelatek bigrî, xelatek bi dolaran xemilandî.
3-Bi Zorê Pere Komkirin
Malpera ku berdevkê PDK’ê ye dibêje PKK bi zorê ji mirovan pere kom dike. Ji Qadên Parastina Medya heya Bakurê Kurdistanê û ji wir de jî heya Ewrupa qaşo PKK ji mirovan xaraç digire. Ma qey PKK rêxistinek mafyaye ji gel bi zorê pere kom bike? Hûn wan gotinan bê ku şerm bikin dibêjin ka îspata we çiye? Ragihandinên PDK’ê dibêjin raporek AA heye, li wur wiha nivîsiye. AA ango ajansa fermî ya Dewleta Tirk. Bi wî şiklî li xwe mikur tên ku mêjiyê şerê taybet ji kî girtin e. Qaşo malperên Kurd, rexistinek Kurd bi gotinên dewleta Tirk tewanbar dike. Mirov vê rewş çawa şirove bike? Gelo hûn qet nikarin serbixwe bifikirin. Ji gotinên dijmin zêdetir tiştek tune hûn bêjin? Ew ajansa hûn rapora wî rast qebûl dikin ji bo Barzaniyan û PDK’ê çi digot nayê bira we? Gelo ew jî rast bun? Mirov dawî ya dawî difikire ji bo PDK û weşanên wî û dibêje; hey hûnê derewan bikin, ne be derewên xwe bikin.
4-Bazirganiya Tiryakê
Kesê ku navê xwe jî veşartiye derewek din ê Dewleta Tirk dîsa dubare dike. Dibêje: “PKK tiryakê ji Îranê tîne Başurê Kurdistanê û li Ewrupa jî bazirganiya tiryakê dike. Bi wî rêbazê bi milyaran dolar qezenc dike.” Mirov gava tiştek dibêje bingeha wî tije dike. Dewleta Tirk bi hezaran hinceta peyde dike ji bo Kurdan bigire û têxe girtîgehê. Roja me ya îro jî bi hezaran Kurd bi tewanbarkirina endamtiya PKK li zindanên Tirkî de ne. Yek ji wan jî bi sucek bi tiryakê eleqadar ne hatiye girtin. Heger hebe bila ragihandin/şerê taybet PDK’ê bêjin. Tenê yek mînak jî tune. Ne tene li Tirkî li cihanê jî minakek tune. Çênabe jî. Ji ber ku çi derewan bikin bila bikin sekna PKK li hember tiryakê diyare. PKK tiryak weke amurek li dijî mirovahî dibîne û li her derê bi wî re tekoşîn dike, çawa bazirganiya wî bike? Lê ew kes neçare wan gotinan dubare bike. Tirk gotine, ew dubare neke wê çawa bikeve çavê Tirkan?
5-Zirar Dayîna Aboriya Başurê Kurdistan’ê
Ragihandinên PDK’ê derewnameya xwe bi gotinên rêveberek PDK ku dibêje “PKK zirarên mezin dide aboriya Başurê Kurdistanê” bi dawî dike. Ravekirinek ji bo PKK ka çawa zirar dide aboriya Başur ne li gotinên nunerê PDK’ê de, ne jî di nivîs de heye. Di deste wan de danehevek tune ji ber ku rastiyek wiha tuneye. PKK bi perê gel ji xwe re mal û şirketên mezin çê nake. PKK dest dananiye ser perê gel û ne biriye banqên Tirkan û banqên Ewrupa. Rêveberê PKK bi perê gel ji xwe re jiyanek dewlemend ava nekirine. Rixmê wê dest bi çek li çiyayên Kurdistanê li dijî dijmin berxwe didin. PKK muçên gel ji bo berjewendiyên xwe xerç nake. Ev tişt PDK dike û zirara herî mezin ji bo aboriya Başurê Kurdistanê deshilatdariya PDK’ê ye. Bi wan derewan PDK dixwaze di hişmendiya gelê Başur de nêrinek xirab ji bo PKK’ê çêbike. Lê ew hewldanên puç in. Weke tevahiya gelê Kurd, gelê Başurê Kurdistanê jî rastiya PKK’ê nas dike
PKK Nunera Nirxên Mirovatî û Gelê Kurd e
PKK bi paradîgmaya Rêber APO ya pivanên mirovatî pênase dike, jiyan dike û li gorî wî şer dike. PKK xwe dispêre gele xwe, tenê gelê xwe. Gelê Kurd jî parçeyek debara xwe hebe wî jî bi PKK’ê parve dike, da ku şer bike, da ku wî biparêze. Bi gotinên dijmin kesek nikare PKK reş bike. Gelê Kurd ne ji dijmin ne jî ji derdorên gotinên dijmin dubare dikin bawer dike. Bi bêbextiya kes nikare reya ronî ya tekoşîna azadiya PKK tarî nişan bide. PDK îro li dijî PKK’ê li kêleka dewleta Tirk dest bi şerek tevahî kiriye. Navê wî jî xiyanet e. PDK hêvî dike ku gava PKK reş kir dê xiyaneta wî xuya neke. Lê tenê xwe dixapîne.
Siltan RIZGAR
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi