02 Eylül 2019 Pazartesi Saat 15:39
0
21
:” ”
:””
” “,
Berdevkê Partiya Demokrat
a Kurdistan’ê (PDK) Mehmûd Mihemed diyar kir ku wan şandeyek hevbeş bi Yekitiya
Niştimaniya Kurdistan’ê (YNK) re ji bo çareserkirina pirsa îdareya Kerkûk û
herêmên bi nakok amade kirine ku careke din bi Bexda re hevdîtinan pêk bînin û
hewil bidin parêzgarekî ji bo Kerkukê destnîşan bikin.
Mehmûd Mihemed di
axafitnek xwe de got, ‘’Beriya niha ji bo hilbijartina encûmena parêzgehan
yasayek derket ku pirsgirêkên Kerkuk, Musil û herêmên bi nakok jî digirt nava
xwe. Ji ber vê yekê jî ev mijar ji bo hemû aliyên kû naxwazin rewşa Kerkûkê
aloztir bibe, bikarin weke aliyên siyasî yên Kurdistanê danûstandinan di
derbarê vê mijarê de bikîn kû eger em bejdarî hilbijartinan bikîn jî li rastê
pirsgirêkên cûda neyên.’’
Me erka îdareya Kerkukê radestî YNK’ê ne kiriye
Berdevkê PDK li ser erka
îdareya Kerkukê ji axivî û da zanîn ku, ‘’Me pişka parêzgarê Kerkûk radestî
YNK’ê nekiriye, ew namzetê hevbeş namzetê Listeya Birayetî ye ku ji aliyê hemû
partiyên siyasî yên Kurdên li Kerkûk û hinek aliyên Tirkmen û Ereban ve hatiye
diyarkirin. Em hewil didin li ser mijara Kerkûkê û navçeyên bi nakok bi Komela
Îslamî, Yekgirtûya Îslamî û hemû aliyên siyasî re nîqaş bikîn û biryarek hevbeş
bidin.’’
PDK destpêkê bi Tevgera Goran re rûnişt
Şandeyek ji Tevgera Goran
di 1’ê îlonê de di serîde ji bo nîqaşkirina pirsgirêka îdareya Kerkuk, herêmên
bi nakok û têkiliyên Hewlêr-Bexda li bajarokê Pîrmam a
ser bi Hewlêrê bi PDK’ê re civiya.
Piştî civînê daxuyaniyek çapemeniyê hat
dayîn. Di daxuyaniyê de berdevkê PDK’ê Mehmud Mihemed axivî û got “Me di
civînê de mijara Kerkûk û herêmên bi nakok guftugo kir. Wê PDK, Goran û YNK
civînek sê alî çêbikin û di civînê de mijarên heveş werin guftugo kirin.
Herwiha endamê Tevgera Goran Aras Welî jî
da zanîn “Li ser pirsgirêkên hatîn nîqaşkirin em hemfikir bûn, pêwîste hemû
alî piştgiriya Hikumeta Herêma Kurdistanê bikin. Hêvîdarim wê civîna sê alî
serkeftî be.’’
Lê ji bo civîna sê alî ya
di navbera PDK, YNK û Tevgera Goran de heya niha jî tû bersiv ji aliyê YNK’ê ve
ne hatine dayîn û di derbarê dîroka wê de jî tu agahî ne hatine belav kirin.
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
Me erka îdareya Kerkukê radestî YNK’ê ne kiriyePDK destpêkê bi Tevgera Goran re rûniştNavenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê