KURDÎ
No Result
View All Result
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Politik Analiz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Serbest Yazılar
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
KURDÎ
No Result
View All Result

Selma Irmak: Bila Dîrok Bibe Şahidê Serpêhatiya Me

by Lekolin
15 Mart 2020
in Kadın

21 Şubat 2012 Salı Saat 16:44

Parlementera BDP’ê ya Şirnexê ya Girtî Selma Irmak, der barê çalakiya gireva birçîbûnê ya parlementerên BDP û Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê nameyek şand.

Parlementera BDP’ê ya Şirnexê ya Girtî Selma Irmak, der barê çalakiya gireva birçîbûnê ya parlementerên BDP û Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê nameyek şand. Irmak, di nameyê de diyar kir ku kesên agir bin, agir nikare wan bişewitîne û wiha got: “Têkoşîna bi rumet a li hemberî zulmê dê bi bigîne buhara bi kulîlk. Li gel her tiştî serê me li hemberî gelê me bilind e. Xezîneya herî dewlend a mirov jiyana bi rûmet û watedar e.

Çalakiya parlementerên BDP’ê û Eniyê ya ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Parlementerên BDP’ê yên Şirnexê Selma Irmak û Faysal Sariyildiz a bêdem û bêdorvegre ya bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin, operasyonên siyasî û leşkerî û komkujiya li ser gelê kurd berdewam dikin şermezar bikin, dane destpêkirin, berdewam dike. Parlementerên BDP’ê û Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê, duh bi armanca piştgiriyê bidin Irmak û Sariyildiz, ji bo pirsgirêka kurd bi rêya aştî, diyalog, muzakereyê çareser bibe, ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, ji bo operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bibe li navenda giştî ya BDP’ê dest bi gireva birçûbûnê kiribûn. Parlementera BDP’ê ya Şirnexê ya Girtî Selma Irmak jî têkildarî çalakiya gireva birçîbûnê ya parlementerên BDP û Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê nameyek şand. Irmak di nameyê de diyar kir ku marolê wan pir bilind e û wiha got: “Kesên agir be agir wan naşewitîne. Berxwedana li hemberî zulme dê me bigînei biharek rengîn. Dê dîrok bibe şahidê me. Li gel her tiştî li hemberî gelê me em serbilind û ruyê me sipî ye. Tiştê ji bo mirovan heri bi qîmet jiyane bi wate û rûmet e.

Nameya Irmak wiha ye:

Hevalên hêja û bi qîmet Ez we hemûma bi hezkirin û hevî hembêz dikim. Çalakiya we hêz da me. Ez li ser navê hemû hevalan silav û hurmetê xwe pêşkêşî we dikim. Di pêvajoyek wisa de em mil bidin mil û bi hevre têkoşînê bilind bikin pir watedar e. Em îro di 7’emîn roja çalakiyê dene. Moral û heza me pir bilind e. Min tu carî xwe wisa sivik nedîtibû. Di roja 3’emîn a çalakiyê de hevalên Ayla û Sebahat em ziyaret kirin. Piştî nîvro Gultan û Selahattin hatin em ziyaret kirin. Di saetên êvarî de hevala Aysel em ziyaret kirin. Rojek pir tije derbas bû. Em pir bi hêvî û coş in.

Agir agir naşewitîne’

Hevalên bi rûmet, pir aşkereye ku em di pêvajoyek pir zahmet re derbas dibin. Lê kesên ku vê têkoşîna bi rûmet hildibijêre ji destpêkê de cilên bi agir li xwe kiriye. Ji xwe kesên agir be agir wan naşewitîne. Têkoşîna li dijî zilmê dê me têxe nava buharek bi gul û kulîlk. Em li hemberî gelê xwe serbilind in.

Hevalên hêja kesên li girtîghan mane dizanin hêza herî mezin yekîtiya dil û bîr û baweriyê ye. Em jî hewl didin ku dilê xwe bi hêza we mezin bikin. Em dê her tim bi moral û bi hêz bin. Niha li girtîghê hewaya cejnê heye. Em dîsa silavên germ ji were dişînin. Bi hêvî, bawerî û hürmet.

Girtîgeha Tîpa E ya Amedê Selma Irmak

Enqere/DÎHA

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Tags: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Previous Post

İran’da Kadının Durumu

Next Post

Apocu Gençler İstanbul’da Polis Otosuna Ses Bombası Attı

Son HABERLER

Kadın

Zilan’ın Fedailiği: Özgürlük Aşkının Manifestosu

30 Haziran 1996, Kürt Özgürlük...

by Leyla Egid
30 Haziran 2025
1.5k
Kadın

Sosyalizm Odağında Jin Jiyan Azadî Felsefesi

“Sosyalizmde ısrar insan olmakta ısrardır”...

by Lekolin
31 Mayıs 2025
1.5k
Kadın

Eril Zihniyetin Yozlaştırdığı Toplum

Gün geçmiyor ki bir kadın...

by Lekolin
23 Ekim 2024
1.5k
fountain pen writing on paper
Kadın

Toplumsal Sorunların Aşılmasında Çıkış Özgürlük Hareketidir

İktidarlar, özel savaş sistemleri kendilerini...

by Lekolin
23 Kasım 2021
1.6k
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et