27 Aralık 2016 Salı Saat 07:04
Yên bin
navê Êzîdiyan de li Bexda û herêmê siyaset birêvebirin ne weke Êzîdî lê weke
PDK’î dihatin nasîn. Yên wê rastiyê înkar bike, xwe û derdora xwe dixepîne. Ji
xwe berdana wan ji bo hoviyata DAIŞ’ê re girêdayî vê rastiyê ye.
Eger pêkînerê yekemîn a komkûjiya 3 Tebax a 2014’an DAIŞ be,
berpirsiyarê yekemîn a vê komkujiyê PDK ye. Ev rastî di rapora Neteweyên
Yekbûyî de jî hatiye îfadekirin. Ev berpirsyarî barekî dîrokî ye ku ji bilî
rexnedan, yekêtiya netewî û demokratîk, naskirina îrada Êzîdyan a ji bo xwe
birêvebirinê ti rêyeke din nîne.
2 sal û çend mehan li ser vê komkujiyê derbasbûn û hêna jî
bi hezaran jin û zarokên Êzîdî di destê DAIŞ’ê de ne. Lê weke ku ti sûç û
berpirsiyarî di holê de nîne yên nû li wan tên zedekirin. Serokê hikûmeta
felçbûyî ya herêma Kûrdistanê Nêçîrvan Barzanî dibêjê “Divê PKK Şengalê
terkbike, nexwe emê hêzê bikarbînin. Vê daxûyaniyê çend pirs heq kirine ku
divê bên bersivandin. Gelo hûn bi kîjan hêzan êriş bikin ser Şengalê, bi yên
Êzîdî ji hovêtiya DAIŞ’ê re hiştin û revîn re? Hûn vê êrişê bi fermanê kê dikin
û ji bo xizmeta kê? Berdêla vê êrişê de wê dewleta Tirk çi bide we? We hesabê
encamên vê êrişê kiriye?
Bi baweriya min divê ev rêvebiriye nîvco û felçbûyî kûmê we
deyne ber xwe û kûr li ser bersiva van pirsan bifikire. Rewşa Başurê Kurdistanê
tehemûlî şerêkî din ê hûndûrîn nake û şereke wisa jî qebûl nake. We ji
çapemeniya Tirk re diyarkiribû, di salên 90’î de 3000 pêşmerge ji bo Tirkan di
şerê hemberî PKK’ê daye kûştin, ma ne bese? Hûn zarokên xelkê çima di şerêkî
wekaletê de didin kuştin? Ma Şengalê baxçeya we ya paşî ye hûn çewa bixwazin
wisa biken? Gelo hew qasî jî hûn ji berpirsyarêtiya dîrokî hatine şûştin? Gelo
hûn dizanin çi dibêjin an jî we giraniya gotinên xwe jî nizanin?
Herkes dizanê ku di navberê hêzên siyasî yên Kurd de cudahiya
nêrînê heye, lê nêrînên cuda tişteke û bi projeya qirkirinê şa dewleteke
dagîrker tiştek din e. Eger cudahî bigihijê asteke ku dagîrkereke Kûrdistanê 13
bingehên wan serbazî li Başurê Kurdistanê hebe û Nêçîrvan Barzanî wan dagîrker nebîne û ji PKK’ê re bêjê “Ji
Şengalê derkevin nexwe emê hêz bikarbînin ew êdî dibe doza herkesî ya li
tevahî Kûrdistanê, bi taybetî jî ya Êzîdiyan. Ji ber ku yên li Şengalê di
çerçeveyeke xweser de xwe rêxstinkirine Êzîdî bi xwe ne, ne gerîla ye. Îro
Şengal qadeke parastinê ya destkeftiyên Rojava Kûrdistanê ye.
Li aliyeke din, ev daxûyaniya xeter a N. Barzanî li ser navê
kê hatiye dayin.Eger li ser navê hikûmetê ye, wê demê partiyên din elaqedar
dike bi taybet jî YNK, Gorran, Komel û Yekgirtû. Her şer û talûkeyeke li ser
Şengalê wê hem dibe qonaxeke nû û xeter a li ser Rojava û Başurê Kûrdistanê.
Fikarek heye ku min ji pir kesên dilsoz bihîstiye
parvekirina wê bi feydeye. N. Barzanî dibêjê piştî serê salê emê danûstandin bi
Tirkan re bikin li ser dewletbûna Başurê Kûrdistanê. Eger qonaxa “federalbûna
Başurê ku ticar nebû herêmeke federal bi şerê 1992’an ê li hemberê PKK’ê
destpêkir, dûr nîne ku PDK arteşa Tirk bide pişta xwe û vê carê şerê Şengalê
bike, bi behaneya derxistina gerîla. Berî demeke Serokwezîrê Tirk Binalî
Yildirim got “Hebûna PKK’ê li Şengalê naye qebûlkirin . Ev çend bûyer û
daxûyaniyên dawî ji rêzê nîne lê ne tenê pêkanîn, heta fikirandin jî li ser
gaveke wisa talûkeyeke ku destpêkê de ji bo PDK wê felaketek bi xwe re bîne.
Kurdan ji her dem zêdetir pêdiviya wan bi hevgirtin û yektêtiyeke demokratîk
heye ne gef û pêkanîna pilanên dagîrkeran.
Necîbe Qeredaxî / Yeni Özgür Politika
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html