KURDÎ
No Result
View All Result
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Politik Analiz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Serbest Yazılar
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
KURDÎ
No Result
View All Result
Home Bölümler Serbest Yazılar

‘Xeflet Ji Îxanetê Bi Xeter Tir e’

15 Mart 2020
in Serbest Yazılar
1.4k
VIEWS
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

09 Ağustos 2012 Perşembe Saat 09:54

Gelê Kurd yek tiştî dizanê. Yekîtî hêzbûne, herdu meclîsan li hevkiriye û wê yekîtî pêk were. Divê kesên ev erk girtiye ser milê xwe divê di giraniya vê yekîtiyê de be.

Di 9-10 Tîrmehê de li bajarê Hewlêrê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encûmena Netewî ya  Kurd peymana rumetê ya ku yekîtiya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê misoger dike, di nava xwe mor kirin. Em pêngav ne tenê li Rojavayê Kurdisanê, li perçeyên din yê Kurdistanê de jî dengvedaneke mezin kir. Di wateyeke din de careke din birayê biçûk ji bo mala mezin xebitî. Divê endamê Desteyê bi vê hestê tevbigerin û bibin hevî ji gel re. Kurdan ev pêngav weke destpêkek ji bo çarperçeyên Kurdistanê bi nav kir û wisa nêzî vê yekê bû. Piştgiriya gel li Rojava di roja 29 mehê de, bi awayekî ber bi çav derkete holê ku derveyî Yekîtiyê tu rê li pêşiya Kurdan nîne.  

Lê mixabin, ev meşên piştgiriyê yên roja Yekşemê ji hin endamê Desteya Bilind a Kurd ve nehate dîtin û hirmet jê re nehate nîşandan. Hîna kelecan û kêfxweşiya ji dilê gelê Kurd derneketî. Bi temamî perçebûnek nebe jî, agahiyên perçebûnê, di navbêra endamê Desteya Bilind a Kurd gihişte guhê gelê Kurd. Çi dibe bila bibe, bêyî ku em aliyekî tewanbar bikin, ev agahî ne elametên başiyê ye.

Gelê Kurd yek tiştî dizanê. Yekîtî hêzbûne, herdu meclîsan li hevkiriye û wê yekîtî pêk were. Divê kesên ev erk girtiye ser milê xwe divê di giraniya vê yekîtiyê de be. Çawa ku avakirina vê Desteya Bilind a Kurd kêfxweşî û kelejan xiste dilê civakê, di rewşeke berovajî vê yekê jî we rewşeka xeter binê rojevê. Wê rewşeke kembax û îflas ya partiyê Kurd bi xwe re bîne. Ji bo vê yekê ne rewşa siyasî, ne ya civakî û ne jî pêvajoya ku em tê de dijîn vê yekê radike. Ji ber sazkirina vê Desteyê gelek peyaman digire nava xwe. Her aliyekî ku li ser Sûriyê hesabên cûda dikin dikarin peyama xwe ji vê yekîtiyê bigrin. Li gor nêrîn û çavdêrên siyasî peyama herî bi hêz a vê desteye derketina hêza rêxistinî ya gelê Kurd bû. 

Divê birayên me yên, di Desteya Bilind a Kurd bi taybet yên ku ji Encûmena Netewî ya Kurd hatine, van rastiyan baş bibînin û rast bixunin. Divê her kes bizanê çawa ku Yekîtî Hêze, perçebûn û cûdakarî jî lewaziye. Em di vê baweriyê de ne ku Kurdan ne kariye vê peyamê bi gihêje cihanê.
Îro rêjîma Tirkiyê di nava hewldana perçebûna gelê Kurd de ye. Ji bo vê yekê wezîrê xwe yê derve Ehmed Dewudoglu û serokê Meclîsa niştimanî Sûriyê Abdulbasêt li Hewlêrê anî gel hev. Armanca Tirkiyê perçekirina Kurd e. Ji bo AKP’ê û hikumeta Tirk ev tiştekî nû ye. Tişta ecêb çawa hin endamê Desteya Bilind a Kurd hatin vê listokê. Endamên birêz yên desteyê dibêjin ku me nezanî ku em diçin bi wezîrê Derve yê Tirkiyê re rûdinin. Di beweriya min de Endamê Desteyê yên ku hevdîtin bi Dawudoglu re pêk anîne, di nava xefletê de dijîn. Dibe ku tu ne agahdar be, em wisa qebul bikin. Lê ger semîmiyet hebûya û rast nêzîkûna, we dikarî hevdîtin di cih de bihêşta jî. Wê demê helwesta we yê cihê pîroziyê ba û wînê di çavên gel de mezin xuya kiriba. Lê mixabin ev yek nehate kirin. Ji bo helwestên wiha gotineke pêşiyan heye: ” Lİ ŞÛNA ÇAVAN KİL KE, ÇAV GUR KİR” . Ezê nivîsa xwe bi gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bikim ku dibêje ‘ Xeflet ji Îxanetê xeter tire’ . Gelê Kurd di wê heviyê de ye ku kesên li ser navê gel siyasetê dikin careke din nekevin xefletek wiha.  

Adnan Mustafa

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Tags: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Share202Tweet126
Previous Post

Rojavayê Kurdistanê û Siyaseta 3 Meymûna

Next Post

Tarih ve Toplumu Sadece İktidar Gücü, Erki Olarak Yorumlamak İsteyen Anlayışlara da Çoğunlukla Rastlanır

Son HABERLER

Makaleler

Hafıza, Umut ve Yeniden Doğuş

by Ari Tufan
15 Mayıs 2025
0
1.5k

Güneş dağlara vurduğunda, umut da...

Read moreDetails

Gittiği Yerde Güzellikler Bırakan Fedai…

4 Temmuz 2024
1.6k

Yürüyorlar…

20 Haziran 2024
1.6k

Kapıya Kilit Vurursanız İşler zorlaşır!

15 Ocak 2024
1.6k

YAZARLAR

Ari Tufan
  • “Aşiret Ordusu” Adı Altında Uyuyan Hücreler Harekete Geçiriliyor- HABER ANALİZ
Atakan Engin
  • DAİŞ’ten Sonra Yeni Tetikçi Güç Sunni Türkmenler mi?
Cemal Şerik
  • SAFLAR NETLEŞMİŞTİR
Fırat Ali
  • TC ve HTŞ Dünyanın Gözü Önünde Alevileri Katletmeye Devam Ediyor-HABER ANALİZ
Kendal Bagok
  • ABD’nin PKK Stratejisi
Leyla Egid
  • Zilan’ın Fedailiği: Özgürlük Aşkının Manifestosu
Mehmet Gören
  • Bu Tür Türklükten Her Türlü Pislik Ve Suç Çıkar
Militan Rêhat
  • Suriye’de MİT Eliyle Hortlatılan Cihadist Çete Grupları- ÖZEL DOSYA
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et