KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Polİtİk Analİz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
    • Serbest Yazılar
KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster

Xetên Sor ên Erdogan û Zîvrandina Wan Ji Xetên Kesk Re

15 March 2020
Kategori: Makaleler
248 14
1.5k
GÖRÜNTÜLEME
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

09 Eylül 2018 Pazar Saat 06:40

Ger em bixwezin şoreşa Sûriyê binirxînin û di vê şoreşê de tenê dewleta Tirk tewanbar bikin û dewletên navnetewî dûr bibînin, em ê siyaset û lîstokên ku hatine meşandin şaş analîz bikin û dûrî rastiyê binirxînin.

Ger em bixwezin şoreşa Sûriyê
binirxînin û di vê şoreşê de tenê dewleta Tirk tewanbar bikin û dewletên
navnetewî dûr bibînin, em ê siyaset û lîstokên ku hatine meşandin şaş analîz
bikin û dûrî rastiyê binirxînin. Lê di destpêka şoreşa Sûriyê de yek ji
dewletên yekemîn ku xwestin di Sûriyê de rola xwe bileyizin û berjewendiyên xwe
pêk bînin Tirkiyê bû. Di destpêka şoreşê de û heta beriya şoreşê dewleta Tirk
li ser Sûriyê gelek plan û piroje pêşxistibû û hin plan û piroje bi alîkariya
Amêrîka, Rûsya û îranê û li ber çavê hemî dunyayê pêk anî. Sereke plan û
pirojeya dewleta Tirk avakirina çeteyan û DAÎŞ`ê bû û wan di nava Sûriyê de
belav bike û li gorî berjewendiyên xwe bide tevgerandin. Qirkirin û tunekirina Kurdan
jî ne dûrî pilana tirkan bû, tunekirina Kurdan armanceke wan a bingehîn bû.

Dewleta Tirk
însanên sivîl ji her derê dibin navê islamiyetê de kom kirin û ji bo berjewendiyên
xwe li ser ideolojî û rêbazên çetewariyê perwerde kirin. Her wiha pirsgirêkên
aborî ya hin kesan bi karanî û ew bi peran ber bi xwe ve kişandin. Bê guman ev
kesên ku ketin xefka Tirkiyê û ji Tirkiyê re çetecîtî kirin di zanebûna hovîtî
û bê wijdaniya xwe de ne û ya rast ewe ku dizî, talanî û desthilatdarî li
xweşiya wan jî diçe. Ji bo ku dewleta Tirk berjewendî û pilanên xwe di Sûriyê
de pêk bîne her tişt kir û gihîşt asta dijmirovahî û xwînxwariyê. Di sala 2011`an
de Erdogan dest bi bicihkirina çeteyên xwe di herêmên Sûriyê de weke Heleb,
Humis, Hema, Tidmor, Dera, Latqiyê, Reqa û hwd. de kir. Ji ber ku Kurd û
herêmên Kurdan ne derveyî pilana Erdogan bûn hewilda ku serweriya xwe di
herêmên Kurdan de jî weke Kobanî, Serêkaniyê, Til Hemîs, Til Birak, Eşrefiyê,
Şêxmeqsûd, herêmên firatê û herî dawî Efrîn û gundewarên wê pêk bîne, Lê hêzên Kurd
Yekîneyên Xweparastinên Kurdistanê (YXK),YPG, YPJ, Cebhet El-Ekrad, Ceyiş
El-Siwar û QSD li hember êrîşên wan li berxwedan û rê nedan serweriya wan.
QSD`ê li kêleka parastin û rizgarkirina herêmên Kurdan li ser bangawaziya gelê hin
herêmên ji pêkhateya ereb û li ser esasê biratiya gelan û li dijî zilm û
zordariyê şer kirin bi hawara welatiyên Reqa, Dêre Zor, Minbic, Tebqa û hwd ve
çûn. Di van herêman de jî hêzên Kurd serkeftî bûn.

Rastiya ku li holê bû dewleta
Tirk û çeteyên wê, bi destekdayîn û bêdengiya dewletên navnetewî karîn herêmên
di bin serweriya Rêjîma Sûriyê de bixe bin serweriya xwe. Bê guman di van şerên
ku di her herêmekê de qewimîn û ketin bin serweriya dewleta Tirk û çeteyan,
sivîlan pir berdêlên giran dan û heya roja îro jî didin.

 

Çeteyan pişta xwe bi dewleta Tirk
bi hêz kirin û hatin firotin

Hikûmeta AKP`ê ji çeteyan re hemî
pêwîstiyên şerkirin û çetecîtiyê peyda kir. Lê bi guhertina siyasetê û ji ber
hin cezayên ku Amêrîka li ser Tirkiyê ferz kirine Tirkiyê kete nava qirîzeke
aborî û diplomasî de. Ji destpêkê û heta roja îro her herêmek ket destê dewleta
Tirk û çeteyên wê, ew herêm ji aliyê Erdogan ve bi xeta sor hate bi nav kirin.
Dema ku Hema, Xuta, Dera, Humis, gundewarên Helebê û Idlib ket bin serweriya çeteyên
ku piştevaniya wan dewlet tirk dikin de Erdogan hemî bi xetên sor bi nav kirin.
Lê Ji bo ku Tirkiyê xwe ji qirîzên aborî û diplomasî xilas bike hin herêmên ku
bi xeta sor bi nav dikir bûn xeta kesk. Mînaka herî nêz jî firotina dewleta
Tirk çeteyên li Dera û Xutayê rû bi rûyî êrîşên rêjîmê û rûsan re hişt. Dema ku
li hevkirin di navbera Tirkiyê û Rûsya de çêbû û êrîşkirina ser çeteyên li Dera
û Xuta li gorî berjewendiyên Erdogan bû, her dû herêmên ku xeta sor bûn zîvirîn
xeta kesk û radestî rêjîmê hatin kirin.

 

Idlib jî ber
bi xeta kesk ve diherike

Bi qirîza Tirkiyê
ya aborî û diplomasî ji bo wê bû sedem û cihê winda kirin û binpêkirinê. Rêjîma
Sûrî herêmên ku dewleta Tirk bi xetên sor bi nav dikir bi alîkariya Amêrîka û
Rûsya bi dest xist û serweriya dewleta Tirk û çeteyên wê li wan herêman bi dawî
kir. Di encama operasyona rêjîmê û Rûsya li ser wan herêman dewleta Tirk hemî
çeteyên xwe di Idlibê de kom kirin. Lê guhertina siyasî û diplomasî gihîşte
Idlibê jî. Di destpêka ku Idlib kete rojeva Sûriyê û giştî hêzên ku di Sûriyê
de bi cih bûne dewleta Tirk hewil da operasyonê bide sekinandin û şer dûrî
Idlibê bixe. Lê Erdogan di parastina Idlib û çeteyên xwe de bin ket û di encamê
de dev ji wan berda û dane firotinê.

 

Cînda Baran

0

21

TR
KO

:” ”

:””

” “,” ”

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html

0

21

KO

:” ”

:””

” “,” ”

:KO

Çeteyan pişta xwe bi dewleta Tirk
bi hêz kirin û hatin firotinIdlib jî ber
bi xeta kesk ve diherikeCînda BaranNavenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.htmlNavenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanêwww.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html

Paylaş204Paylaş127
Önceki yazı

Barzani-Erdoğan-Albayrak Aileleri İlişkisinde Zarab “Köprüsü Ve Başur Referandumu

Sonraki Haber

Kandil Halkı da Meşe Ağacı Gibidir

Son HABERLER

Kadın

Bir Devrimin Sessiz Gücü

Yayınlayan Lêkolîn
20 July 2026
0
1.4k

Ne zaman 19 Temmuz gelse,...

Daha fazla okuDetails

14 Temmuz Direnişleri Özgür Bir Halk Yarattı

13 July 2026
1.5k

İran’daki Son Durum Ve Olası Gelişmeler

10 July 2026
1.5k

Kürtler Ne mi İstiyorlar?

28 June 2026
1.5k

Öne Çıkan Yazılar

  • MİT ve Parastin’ın Yeni Ajan Ağını Deşifre Ediyoruz!- ÖZEL HABER

    846 Paylaşım
    Paylaş 338 Paylaş 212
  • MİT’in İran İle İş birliği Ve Aşiretler Üzerindeki Planları- HABER ANALİZ

    567 Paylaşım
    Paylaş 227 Paylaş 142
  • Emperyalist Komploya İlişkin Bazı Notlar

    12825 Paylaşım
    Paylaş 5130 Paylaş 3206
  • TC Savaş Suçu İşlemeye Devam Ediyor!- ÖZEL DOSYA

    12762 Paylaşım
    Paylaş 5105 Paylaş 3191
  • İşgalci TC Okulları DAİŞ Eğitim Merkezine Dönüştürdü-ÖZEL HABER

    12621 Paylaşım
    Paylaş 5048 Paylaş 3155

Bir Devrimin Sessiz Gücü

‘Önderliğinden Savaşçısına Kadar Demokratik Siyasete Katılımı Sağlayacak Bir Yasa Çıkarılmalı’

KCK: Rojava Halkımız Kazanımlarını Rêber Apo Çizgisinde Koruyup Geliştirmesini Bilecektir!

19 Temmuz Devrimi: Bir Halkın Hafızası, Kazanımları ve Geleceğe Dair Dersler

Demirtaş: Önder Apo’nun İçinde Olmadığı Her Türlü Gelişmeyi Kuşkuyla Karşılarız

Kalkan: Barışın Kilit Noktası İmralı, Siyasetin Önü Açılmalı

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç